Fîlozafê Mezin, Îdrîsê Bedlîsî; yêkû bi eslê xwe Kurde, liser banga Siltan Selîm, Îdrîsê Bedlîsî, bangî hemî Mîr û Beglerên Kurda û Serok Eþîran kir, bi hevre peymanek girêdan, bi Siltan Selîm re hevalbendî kirin. Ew þerê giran û mezin, yêkû di navbera, Sefewîayan û Osmaniyan da, ji holê rakirin, di vî encamê da, Sefewî tekçûn, serkevtin bu para Siltan Selîm. Kurdistan, weke Heremên Azad, girêdayî bi Osmaniya ve ma...
Piþtê cenga Çaldiranê (1514) di navbera Osmanî û Îranî yan de þer û cenge li ser Kurdistanê, nêzîkî 130 salî dewam kir. Heta ku di sala 1639 an de Osmanî û Sefewî li hev hatîn û li bajarê Qesra Þîrîn civiyan peymana Qesra Þîrînê (1639) çekirin. Piþtî vê peymanê, herêma Erdelan ji Îranê re dima, herêma Mukrî û Þehrezur (Silêmanî) jî ket destê Osmaniyan. Herêmên Kurdistanê yên din, weke mîrnîsîna Cizîrê, Umadiye, Soran û Baban jï, li ser rewþa xwe ya berê man. Lê, ceng û þer ji Kurdistanê xilas nebûn. Ji aliyekî þerê bira-kujî yê, ji aliyek dinda jî, istila û dagirkeriya Osmanî û Îranî yan. Heya sala 1831 peymana Qesra Þîrîn bi her rewþ û bendên xwe cih girt û Kurdistan bi tecayî ket bin destê wan û di navbera wanda hate bêþkirin û bû du parçe...
Di Sedsala 17 de û 07-17 ê Gûlana 1639 de, bi rêya, Fîlozafê Mezin, Îdrîsê Bedlîsî yê Kurd, Peymana Qasra Þîrîn, di navbere Þahê 1. Ebbas û Siltanê Osmaniyan Muradê 4. da hat pêk anîn. Di vê paymanê de, Kurdistan bu du beþ, beþek ket bin metîgerî ya Îranê û beþek ma dibin metîgerî ya Osmani yan de.
Li bajêr, gund û kom, mala Kurda vêran û koçber bu
Her tim çar rêzê dora me, neyarê xunmij û hov bu
Cînarê meyê cîhanê boy me, dur û dereng þarin
Xiravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu
Konstantînopolîs, Anatolîa û Pontos çi bu
Ew gelên dest danîn, ji Tirkra devþîrmeyê çekdar bu
Tev macirên Gurcî, Bulgar, Arnavut jî wenda kirin
Xravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu
Li Zîlan, Agiryê û Tendurekê qetliam bu
Li Xarpêt, Qoçgîr, Dersimê xenikandin û kuþtin bu
Hezaru nehsidu bîstu pêncanda jî fermanek þandin
Xiravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu
Panzdeh salanda sîh hezar zarokê Kurda þehîd bu
Çend þeþ salên reþda, çar hezar Kurd faîlî meçhul bu
Ka pênc hezar gund kanê ? Xirav, wêran û vala kirin
Xiravî tim bi deste demoratîk cumhurîyet bu
Hinek bi banga aþitîyê aþuber û bê hiþ bu
Tim li dora yekî gerîyan, tar û mar bê qiymet bu
Navê aþitîyê guhurand, zivirand, ji bo dest danîn
Xiravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu
Bê wesle wek jana birînê, li bejn û bala me bu
Bê ru bezirganê hilbijardina parlementoy bu
Ji mera dibêjin, hunjî vî rêyêda qeþmer bin
Xiravî tim bi destê demokratîk cumhurîyet bu
Hinek caran jî wekê cengaweran tekoþînger bu
Dawîda xebatkarê demokratîk cumhurîyet bu
Wan zarê Kurdê tekoþînger boy azadî xapandin
Xiravi tim bidestê demokratîk cumhurîyet bu
Xwe bêpere REGISTER bike!. Bibe endamê malpera me û ji taybetîyên malperê sûd werbigire. Pêþdîtin wek dilê xwe biguherîne. Bibe xwedîyê beþek serbixwe û bikaribe bi bikarhênerin din ra baþtir ragihîne