Nuçeya Yekbûna Welat ~ 19 Temmuz 2012 : Li gor agahiyan, hêzên parastina gel bajarê Kobanî rizagar kirin û li gor jêderan heya demek din herdu bajêrên efrînê û Qamiþlo jî wê ji destê hêzên hikûmeta Esed rizgar bin.
Tê gotin ku bajarê Kobanî bi giþtî di bin kontorola Hêzên parastina gele deye û komîteyên gel kontorola navendên Îdarî û ewlehiya bajêr girtin destê xwe.
Hêjayê gotinê ye hêzên ewlewhiyên Esed bê tundûtîjî bajarê Kobanî bi cîh hêþtin.
Li gor agahiyan, hêzên parastina gel bajarê Kobanî rizagar kirin û li gor jêderan heya demek din herdu bajêrên efrînê û Qamiþlo jî wê ji destê hêzên hikûmeta Esed rizgar bin.
Tê gotin ku bajarê Kobanî bi giþtî di bin kontorola Hêzên parastina gele deye û komîteyên gel kontorola navendên Îdarî û ewlehiya bajêr girtin destê xwe.
Hêjayê gotinê ye hêzên ewlewhiyên Esed bê tundûtîjî bajarê Kobanî bi cîh hêþtin.
Nuçeya NETKURD ~ 22 Temmuz 2012 : Kurdên rojava ultîmatom da Artêþa Beþar Esed û diyar kir ku di rewþeke wiha de ewê bersiva çekdarî bidin.
Huseyîn Qoçarê ku yek ji rêveberên PYD-ê ye daxuyaniyek da û got : “Hêzên kurdan, teklîfên ji Artêþa Azad a Suriyê hatine, red kirine û diyar kiriye ku ewê kontrola herêma xwe bikin. Her wiha em bang li Tirkiyê dikin ku mudaxeleyî vê yekê neke, an na emê bêbersiv nemînin.”
Li hêla din hêzên kurdan ultîmatomek jî da Artêþa Beþar Esed.
Daxuyanî bi vî awayî ye : “Em bang li tevahiya hêzên artêþa azad ên li herêma kurdan dikin ku bi awayeke aþtiyane vekiþin. An na wê bi darê zorê bêne derxistin. Ev herêm wê ji hêla Yekîneyên Parastina Gel a Kurdan bêne parastin.”
Li gorî rojnameya Vatanê ku li Stenbolê tê weþandin, armanca bingehîn a kurdan Qamîþlo ye kul i rojava bajarê herî mezin ê kurdan e. Rojnameyê îro diyar kiriye ku kurdan berê xwe daye Qamiþloyê û pevçûn li derdora bajêr berdewam e. Vatanê her wiha nivîsandiye ku wê kurd îro li herêmên bi dest xistine, ‘serxwebûna xwe îlan bikin.’
Nuçeya NETKURD ~ 22 Temmuz 2012 : Bilindkirina alayên Kurdistanê li Rojava li ser dezgeh û saziyên dewletê yên rizgarkirî berpirsên PYD-ê aciz dike. Berpirsên PYD li dij derketin ku alaya Kurdistanê bê hildan. Ev mewqifê PYD-ê li rojavayê Kurdistanê bû sedema nerazîbûneke mezin.
Ji ber vê yekê jî, ji bo ku di nava Kurdan bi xwe de pirsgirêk dernekevin, Encumena Niþtimanî ya Kurd li Sûriyê biryar da ku niha ala Kurdistanê li ser dezgehan bilind neke.
Heta niha jî PYD sedemeke mentiqî nîþan nedaye bê ka ew çima li dijî ala Kurdistanê derdikeve û wê ala ku hemû Kurd weke ala xwe qebûl dikin, qebûl nake.
Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com