05.03.1991 - 05.03.2013, Serhildana Baþurê Kurdistan ê Pîroz Be !
Wext: Tuesday, 05.March. @ 00:29:25 CET
Mijar:
05.03.1991 - 05.03.2013
Kurdistanî - Xelkên Herêma Kurdistanê Bîranîna Serhildanê Vedijînin !
Serhildan – Evroj pêncê (05) meha adarê, xelkên herêma Kurdistanê bîranîna serhildana sala 1991 vedijînin. Di evê salê de û di pêncê (05) meha adarê de Cengawerên herêma Kurdistanê, agirê serhildanek seranserî li dijî sistema diktatora Beesa Iraqê hil kirin û deverên xwe rizgar kirin.
Evê serhildana pîroz di pêncê (05) meha adara sala 1991 de ji bajêrê Ranya dest pê kir û bere-bere berfireh bû û agirê wê li hemû herêma Kurdistanê belav bû. Di roja Heftê (07) adarê de Silêmanîyê serî hilda, di yanizdehê (11) adarê de Hewlêrê serî hilda, di çardehê (14) adarê de Duhokê serî hilda û di bîst û yekê (21) adarê de kerkûkê jî hat azadkirin.
Cengawerên herêma Kurdistanê û paþê jî hêzên pêþmerge, di evan rojên adara sala 1991 de li beramber hêza faþista Beesa Iraqê bûn yek û xaka Kurdistan rizgar kirin û destpêka serdemeka nû tomar kirin, ku ew jî serdema serwerî û azadîya gelê kurd bû.
Evroj li hemû deverên herêma Kurdistanê bi giyanekî neteweyî, ev bîranîna pîroz dihê encamdan, pîrozkirin û vejîyandin.
Hezar salê, Dagirkerên Kurdistan ê, Bav û Kalê me, bi þiklên Curbe-cur kuþtine. Dema em, Kurdistana mezin, çê nekin, ewên hîna, Hezar salên din jî, me û Zarokên me, bi þiklên Curbe-cur, bikujin. Divê em, dawî li þeþ devletên îro, ''1-Tirkiye, 2-Îran, 3-Ýraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn, tevê Nexþê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paþê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com