Dêrika Hemko singa xwe ji nivîskar û helbestvanê Kurd Konê Reþ re vekir.


Dêrika Hemko singa xwe ji nivîskar û helbestvanê Kurd Konê Reþ re vekir.

Welatê me - Dêrika Hemko

Li dûv hêvî û daxwazên pêkanîna jîngeheka rewþenbîrî ya vekirî û saxlem. li roja Înê 17. 11. 2006 ê, bi beþdarbûna jimareka berfereh ji rewþenbîr, helbestvan, xemxwar û dilbêþên peyva kurdî, ( Tevna Çand û Hunera kurdî ) þevbêrkeka rewþenbîrî ji helbestvan û lêkolînerê kurd Konê Reþ re li bajarê Dêrika Hemko berhevkir .

Di þevbêrkê de rêzdar Konê Reþ gurzek ji helbestên xwe xwend û herweha gotarek bi navê ( ji wan gere ) û tevlî gotinek kurt li ser malbata Bedirxaniyan jî di þevê de pêþkêþkir .

Piþt re deryê dan û standinê hate vekirin û beþdarên þevbêrkê nêrîn, têbînî û pêþinyarên xwe ji mamosta Konê Reþ re diyarkirin .

Dawiyê þevbêrk bi pirsyar û ramanên amadebûyan û bersivên rêzdar Konê Reþ rengîn bû û hate xemlandin .

Kurtiyek ji jiyana helbestvanê navdar Konê Reþ :

Konê Reþ helbestvan û lêkolînerekê kurde, di sala 1953 ê li gundê Doda ser bi bajarê Qamiþlo ve girêdayî ye ji dayîk bûye.

Xortek têgehiþtî û çelenge, di sih salên borî de pirr helbest û gotar di govar û rojnamên kurdî yên jiderve û hundir de belavkiriye .

Tê jimartin yek ji wan kesên pêþîn yên ku zevya nivîsandina bi zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê piþtî Osman Sebrî, Gegerxwîn û Qedrî Can xepartiye, û herdîsanê tê naskirin yek ji wan navên berîz û xuya yên ku di meydana rewþenbîrî, afrandêrî û ramankêþî de li Rojavayê Kurdistanê di destpêka salên heþtiyê ji çerxa bîstê de û ta dema îro jî di vê meydanê de berdewame .

Ked û karekê berketî di gelek waran de daye, ji nivîsandina helbestê, gotar û lêkolînan bigire ta bigihê komkirina pêmayê kurdî yê bidevikî û herweha gotin û serpêhatiyên pêþiyan jî danehev .

Di serbor û pêvajoya xwe ya torevanî de derbasî gulzar û buxceyên zarokan jî bûye û di vî warî de helbestin ciwan ji zarokan re afrandî ye . di sala 1989 ê de, ewî û mamosta Ebdulbaqî Husênî govara Gurze Gul weþandin . lê tevî van, tiþta ku helbestvan Konê Reþ nêvnasdikê û ji xwendevanên wî re didê naskirin, ewe xemxwarî û guhdana wî bi pêmayê Mîrê Botan malbata Bedirxaniyan .

Berhemên wî yên çapkirî :

1 - ) di warê lêkolîn û vekolînên dîrokî de
- Çîrokên Mîran – Beyrot sala 1990 ê
- Mîr Celadet Bedirxan (jiyan û ramanên wî) Þam sala 1992 ê .
- Serhildana Sasonê ( 1925- 1936 ) Þam sala 1995 ê .
  • Komela Xûyebûnê ( 1927 ê ) û Serhatiyên þoreþa Araratê 1930 ê – Hewlêr 2000 ê .
    - Qamiþlo – Heleb 2003 ê .
    2 - ) di warê nivîsandina helbestên zarokan de
    - Sîpan û Jîn – Beyrot sala 1993 ê .
    - Ez þagirtê Bedirxanim – Beyrot sala 1996 ê .
    3 - ) di warê nivîsandina helbestên mezina de
    - welato ….. ! – Beyrot sala 1998 ê .
    - Dergehê Jîn û Evînê – Þam sala 2001 ê .
    - Cûdî çiyayê Mirada – Þam sala 2004 ê .
    Ser bi zimanê Erebî ve ji aliyê mamosta Hejar Ibrahîm ve hatiye wergerandin .
    - Dara Çinarê – Þam sala 2006 ê .
  • Ser bi zimanê Erebî ve ji aliyê mamosta Imad Elhesen ve hatiye wergerandin .
    - ( Wêneyin ji bîranînê ) hevpeyvîna wî bi nivîskar û helbestvana kurd Bêwar Ibrahîm re – Þam sala 2000 ê .


    Konê Reþ
    Rojavayê Kurdistan.
    Bajarê Qamiþlo, 21.11.2006



    Konê Reþ

    Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





  • Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

    Bo vê nûçeyê navnîþan:
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=337