Beyannameya Kotahiyê, Ya Zincîreya Lêkolînî sebaret bi Hizra Neteweyî Kurdî



Beyannameya Kotahiyê, Ya Zincîreya Lêkolînî sebaret bi Hizra Neteweyî Kurdî

Di berdewamiya erkên hefteya rewþenbîriya neteweyî ya ku di Nîsana 2005an de hate lidarxistin û çalakiyên rewþenbîrî û hizrî yên din, Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî û serokatiya Zanîngeha Selahedîn li Hewlêrê, zincîreyeke lêkolînî ji 10-13. 02. 2007an, derbarê rêbaz û kêþe û asoyên tevgera netewî Kurdî, bi beþdarbûna elîta lêkolîner û rewþenbîr û siyasetmedarên Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji þepolên hizrî û siyasî yên cida, girêdan.

Di dawiya karûbarên zincîreyê de, beþdaran encamên dawîn ravekirin û li ser van armanc û ramanên hizrî û çandî yên hevbeþ li hevkirin :

1 - Rastiya diyarbûna tovên pêþîn ji hest û nestên neteweyî di sedsala þazdehan de, bi derbirrînên çandî yên cida cida ji dema nivîsên Bedlîsî, û piþtre helbestên Xanî, piþtî komîserhevbûnên zaniyarî û rûdan û bûyerên herêmî û derveyî bi herdû aliyên xwe yên civakî û leþkerî berbi pêþve çûn ta berzbûna bunyada bingehîn ya hizra neteweî Kurdî û derbirrînên wê yên çandî û rêxistinî û cemawerî yên bi hevre girêdayî û lihember derketina tepeseriya neteweyî û bicihanîna jiyaneke azad û serfiraz û ji hemî rengên bikaranîn û sitemkariyê bêpar. Her wesa, teqezkirina naveroka rizgarîxwaz û mirovî û demokratîk ya tevgera neteweyî Kurdî ya ku beþekî têkoþer di tevgera rizgarîxwaza herêmî û cîhanî de pêktîne û bidestveanîna mafê destnîþankirina çarenûsî û pêkanîna demokrasî û pêþveçûna civakî. Tevgera netewî Kurdî weke tevahiya hêzên rizgarîxwazên netewî ji dema bidawîhatina þerê sar û duqoliya navneteweyî dest bi jinûvemêzandina di bername û startîciyet û armancên xwe de bi berfirehî kir da ku aktîv be bi xwezaya pêvajoya niha û serdema nûjen ya ku pêkanîna guherînên kûr di herdû fakterên babetane û zatî de tevî pêþxistina hizr û alavên xebatê, pêwîst dike.

2 - Ji pêþekiyên erkên îroyîn yên tevgera neteweyî Kurdî, parastina ezmûna pêþeng ya Kurdistana Iraqê û bijartina çareseriya federe ji pirsgirêka neteweyî weke bijarteyekê di warê çesipandina perensîpa mafê destnîþankirina çarenûsê û geþepêdana aborî û avakirin û guherîna civakî û demokratîzekirina civaka Kurdistanê û çesipandina dezgehan û tekuzkirina wekheviya jin û mêran û û dadmendî û serdestiya yasayê û çareserkirina pirsgirêkên neteweyên Kurdistanî li gor mafê neteweyan di destnîþankirina çarenûsa xwe de yê ku di destûra herêm de hatiye çesipandin. Her wesa, danîna straticiyeteka neteweyî ku birêxistina pêwendiyên birayane û demokratîk di navbera Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê de û Kurdên diaspora di warê siyasî û çandî û civakî de li ser bingehên saxlem û rastiyane û li gor berjewendiyên hevbeþ, bi xwe bigirê.

Her weha, bihêzkirina rola tevgera neteweyî Kurdî bermberî teror bi hemû þêweyan û lihemberderketina siyasî û çandî ji pêla islama siyasî ya tundrew û tevahiya nakokiyên olî û mezhebî yên ku tundûtîjî û þer di civaka Kurdistanê de peyde dikin û tevgera neteweyî Kurdî ji armancên wê yên sereke di rizgarkirina milletê Kurd bi hemû çîn û tiwêje û ol û mezhebên wî, dûr dixe.

3 - Berznirxandina bizava þiyarbûna neteweyiya berdewam di herêma Kurdistana Iraqê ya federe di bin siha demokrasî û pirrengî û azadiyên giþtî de, berevajî rewþên dijwar yên ku tevgera Kurdî di her çar parçeyên din de rastî wan tê ji encama serdestiya þovînîzima deselatdar, tevî peydabûna hindek pêþveçûnên erênî di nav refên Kurdên diasporayê bi taybetî di warê malperên enternêt û aktîvekirina zimanê Kurdî û vejandina hunerê Kurdî de..., Weke nimûne : Derxistina pirsa kurd ji çarçoveya axaftinê berbi lêkolînkirin û xwendinên akadîmîk ve di çarçoveya felsefeyeke neteweyî de û serxwebûna kultûrê û damizerandina ferhengeke Kurdî - Kurdî bi armanca derbaskirina pirsgirêkên ferhengî yên di nav kurdan de heyî.

4 - Bangkirina bi þîrovekirina zanistî û danûsitendina babetane û rexnegir bi tevahiya aspektên jiyana netewî û rewþenbîrî Kurdî re, ji ber ku ev riya tenha ye ji naskirina rastiyê û nûkirina keltûra neteweyî û xwegihadina pêla nûjenî û pêþveçûnên zanistî li ser asta cîhanê.

5 - Li hember astengên rêxistinî û siyasî û hizrî, yên derveyî û hundirîn, yên zatî û babetane yên ku rê li pêþiya tevgera neteweyî Kurdî û derbirînên wê yên siyasî digirin, her weha ji ber pareçbûnên tund yên ku rêxistinên tevgera neteweyî lawaz dikin, pêtiviyên karê neteweyî û ji mercên temamkirina mercên bihêzkirin û zelalkirina hizra neteweyî, peydekirina çarerseriyên gerek û jinûve avakirina refên tevgera neteweyî Kurdî li ser bingehên saxelm, pêwîst dike.

6 - Nakokiya di navbera kevin û nuh di nav gelê Kurd û di hemî waran berdewam dibe û yê baþtir biserdikeve. Her wesa, pêkanîna encamên xwestî û bibalans di riya rêzgirtin û nirxandina çavkaniyên hizra neteweyî û çandî ( serok û kesayetiyên civakî û siyasî û olî û feylsof ) pêktêt, tevî liberçavgirtina pêgeha neteweyiya taybet ya rêbaza Barzaniyê nemir di bizava – Kurdayetî û bidestxistina serkeftinên îroyîn di vî beþî de di gel pijirandina rastiyên nuh û liberçavgirtina daxwazên nifþê nû û piþtgirtina dahênanên wan û sûdwergirtin ji kelepora çandî ya mirovahî û karpêkên ramana cîhanî li gor rastiya ku Kurd hêjî di qonaxa rizgarbûna neteweyî de ne bi hemî eger û pêtivî û xwestekên wê yên hizrî û civakî û siyasî û çandî û haydariya ji þepolên rewþenbîrî Kurdî yên serkêþ û tundrew û bêbawer.., Weke nimûne : li rojavayê kurdistanê divê pend û ibret ji rûdan û ezmûnan were girtin, weke raperîna Qamiþlo û xwîna nuh tevlî tevgera kurdî bibe û milletê kurd jinûve were rêxistinkirin.

7 - Ewlehiya bi gotara neteweyî û erkên wê di hemû qonaxan de, bi zanîna ku stûbariya ronakbîrê Kurd ji holê rakirina gotara ( sitembarî û girî û poþmanî û libendemana qederê ) berbi gotara þanamekirina gel û niþtîman û hêvîçandin û hêz û kar û zanîn û avakirin û rexneya mêrane.

8 - Tekezkirina aspekta mirovî di gotara siyasiya Kurdî de û dîtin û pijirandina netewe û çandên din di her çar parçeyên Kurdistanê de weke ( Kildan û Aþûr û Tirkman û Ermen û Çerkes û Çeçan û Cihû... htd ) û çesipandina perensipa dostanî û hevjiyana aþtiyane di navbera Kurd û Ereb û Tirk û Firsan de li gor bingeha yekîtiya arezûyî û hevbeþiya dadmend.

9 - Piþtgirtin û bihêzkirina çareseriya federe ji doza Kurd di Iraqa azada nuha pirreng de û xwendina aliyên wê yên teorî û pratîk yên herdû aliyên hizrî û rewþenbîrî giþtî, bi taybetî yên girêdayî taybetmendiya Kurdistanî di destpêka sedsala nû de û bijartina vê ezmûna dîrokiya giring weke nimûneyekê ji çareserkirina pirsgirêka neteweyiya Kurdî di navçeyê de û pêkanîna guherîna demokartîka xwestî di seranserê welatên rojhilata navîna mezin de.

10 - Jimartina karpêkên ku li Kurdistana iraqê pêkhatine weke serketinekê ji tevgera rizgarîxwaza Kurdistanî re û nasandina wê weke sedemê serhildana çanda neteweyî Kurdî. Di vî warî de, beþdarên vê heleqeya me ya lêkolînî silavên xwe arasteyî serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û serkirdayetiya siyasî û hikûmeta vî beþê giranbuha û tevahiya tiwêjeyên cemawerên Kurdistanê dikin û wan pîroz dikin derbarê rola wan ya berz di iraqa demokrata nuh de û di hemû postên siyasî û hikûmî û îdarî de.

11 - Berznirxandina hikûmeta herêma Kurdistanê derbarê karê wê yê birûmet di pêþwazîkirina xwendekarên parçeyên din û misogerkirina minheyên xwendinê ji wan re bi hêviya ku ev kar di paþerojê de berdewam bibe û hilbijartina xwendekaran li ser bingeha þiyana zanistî û rewþa civakî were kirinê. Di vî warî de, em pêþniyara avakirina zanîngeheke neteweyî bi navê “Zanîngeha Barzanî” ji bo wergirtina xwendekaran ji derveyî herêm bi rengekî ku taybetmend be bi wane û zaniyariyên mirovî û zimanê yekgirtî û jihev nêzîkkirina zaravayan, dikin.

12 - Pîrozkirina perensipa hevkariyê di navbera dezgehên rewþenbîrî de, ku destpêka wê hevkariya di navbera Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî û Zanîngeha Selahedînê di girêdana vê heleqeyê de bû û bangkirina bi giþtîkirina vê destpêkê di gel tembîkirina beþdaran bi girêdana heleqeyên lêkolînî dîtir taybet bi neteweyên Kurdistanî di demeke munasib de tevî pêþvebirin û pêþxistina karkirin û amadebûn û beþdarîkirin bi rengê ku ronakbîrên Kurdistanî yên li derve û hundir têde beþadr bibin. Her wesa, hilbijartina “komîteya bidûvçûna pêþniyaran û serperiþtîkirina erkên paþerojê yên ku biryara bicihanîna wan dihête girtin derbarê kar û çalakiyên paþerojê”.

13 - Biryar wergirtina bi pêþkêþkirina mîdalî û nîþanên rêzgirtinê di hevdîtin û heleqeyên paþerojê de, bo çalakgîrên dahêner di warê çanda neteweyî de, bi navê ( Xelata Ehmedê Xanî ).

14 - Berdewamkirina derxistina rojnameya – Kurdistan bi desteyeka nivîskara ya neteweyî weke dirêjahiya karê ku Midhet Bedirxan destpêkir û ewjî bibe weke ziman halê tevgera neteweyî û “damizerandina malpereke eliktironî û karkirin bo damizrandina kenleke asîmaniya neteweyî ya Kurdistanî di demeke nêzîk de”.

15 - Aktîvekirina pêwendiyan di navbera tevahiya rewþenbîrên Kurd de û çapkirin û belavkirina berhemên wan û danîna sindoqeke neteweyî bo pêkêþkirina alîkariyê ji rewþenbîrên bêhêz û temen mezin û nexweþan re, li her þûn û warekî.

16 - Avakirina civateke zanistiya Kurdistanî bi beþdariya ronakbîrên her çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên diasporayê.

Hewlêr di 13. 02. 2007 de : Beþdarên heleqeya lêkolînî derbarê kêþeyên tevgera neteweyî Kurdî.


Wêne yên Rewþenbîrên Kurd ! . . .









Hewlêr, 19. 02. 2007
Nivîsîna : Besam Mistefa
Kurdê Rojavayê Kurdistan ê.


Besam Mistefa

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=381