Yeksalîya Baxê Jinên Dêrika Hemko di bîranîna Pêþewa Qazi Mihemed de


Yeksalîya Baxê Jinên Dêrika Hemko di bîranîna Pêþewa Qazi Mihemed de

Doh, ( 31. 03. 2007 ) li Eyndîwerê, di sînga çiyayê Cûdî de, di hembêza bajarê Cizîra Botan de,li ser peravê Dicle(Ava mezin), bîrweriya yeksaliya ( Baxê jinên dêrika Hemko ) hat bibîranîn. Ev Baxê jinan ku di roja ( 10. 03. 2006 ) an de li Dêrika Hemko hatiye avakirin. Belê wek rêzgirtin, wek giranbihayî ji navê pêþewa Qazî Mihemed û hevalên wî re, Baxê Jinên Dêrikê xwestin ku ahenga bîranîna yeksaliya xwe di roja 31ê meha Adarê de bibîrbînin, da ku 60 saliya bidarvekirina Pîþewa Qazî Mihemed û hevalên wî di huþê her kurdekî de bimîne..

Di vê bîranînê de dor 50 nivîskar, helbestvan, rewþenbîr û evîndarên peyva kurdî a resen amade bibûn, ji bil grûpên cur bi cur li Eyndîwerê, gelek gotin, gotar û helbest ji rex beþdaran ve hatin xwendin û ji gelek herêmêm ku kurd lê dijîn li Eyndîwerê amade bibûn...

Di vê festîvala seyrangehî de, li ser peravê çemê Dicle, di sînga Çiyayê Cûdî de festîvalê bi vî rengî destpêkir: Kêlîkek bêdeng li ser canê Pêþewa Qazî û hevalên wî û tev þehîdên xaka kurd û kurdistanê, di peyre nivîskar û helbestvana kurd Narîn Omer bixêr hatina mêvanan kir û çend gotin derbarî 60 saliya pêþewa û Baxê Jinên Dêrika Hemko gotin, hem jî çend helbestên xwe xwendin..

Bi dûv de helbestvana Kurd Evîn Þikakî gotinek helbestî got, di pey wê re endamekî din ji Baxê jinan bi navê Nesrîn Ehmed gotinek got û bixêrhatina êvan kir û ji nû rê da helbestvana kurd Diya Ciwan a ku ji Þamê, bi taybetî, hatibû bi bo ahengê, wê ji çend helbestên xwe yên bedew xwendin.. Di pey Diya Ciwan re nivîskar û rexnevanê kurd Rezo Osê, bi gotarekî xwe li dor þêraniya zimanê kurdî aheng xemiland.. û wiha Bavê Solîn helbestek xwend û di pey re helbestvan Îbo Can û helbestvan Bahoz her yekî ji wan jî helbestek xwe xwendin ...

Di bêhinvedanê de, û piþti xwarinê, li gelek cihan, li ber dengê dahol û zirnê govend û dîlan hatin gerandin.. Danê piþtî nîvro careke din festîvalê di nav wê bihara xemilî de destpêkir û mamoste Derwêþê Xalib bi gotarekî xwe li dor navê çemê Dicle tev beþdar bê deng kirin..Di pey re min jî 60 saliya bidarvekirina pêþewa Qazî Mihemed û hevalên wî anîn ziman û çend helbestên xwe yên di derheqî Bedirxaniyan, Cizîra Botan, Seqlanê Meman û biharê de xwendin.. Di pey min re helbestvan Simko, yê ku bi taybetî ji Helebê hatibû Dêrikê ji bo vê ahengê, wî jî, çend helbestên xwe xwendin.. Û wiha van helbestvanan jî helbestên xwe xwendin: Argeþ Mîranî helbestek, Mîr Al yê ku di gel kebaniya xwe a Finlendî ji Ewropa hatibûn du helbest xwendin û kebaniya wî TARO jî, gotinek bi zimanê îngilîzî, di pesnê jina kurd de got, hem jî Nesrîn Elî, Rojîn Seîd, Dastan Ridwan û Gulîstan Ehmed helbestên xwe xwendin..Û wiha berî ku rok têkeve zerikê de me xatir ji Çiyayê Cûdî, bajarê Cizîra Botan, malayê Cizîrî û çemê Dicle xwest û her yek ji me vegeriya mala xwe ..

Hêjaye gotinê ku ev jinên ha: Narîn Omer, Evîn Þikakî, Nesrîn Ehmed, Narîmn Nûrî û Nûha Omer, ji berî salekê ve BAXÊ JINÊN DÊRIKA HEMKO damezirandine û bervedêriyê di ber jina kurd de dikin.Em jî wan pîroz dikin û pêþketinê ji wan re dixwazin û bi hêviya berdewamiyê.

Konê Reþ
Rojavayê Kurdistan
Bajarê, Qamiþlo 01. 04. 2007



Konê Reþ

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=383