MA QOMUTAN ! EV KER E, TU JÎ KER Î




MA QOMUTAN ! EV KER E, TU JÎ KER Î

Çîrokên Rojdîtî - 8 -

Di sala 1938 an de, wa dema ku Moxolên çavsor û dest bi xwîn, biryara tevkuþtina Dêrsimê dabûn, Memê Reþ hê asê ne bûbû. Wê demê gundiyeki belengaz e. Ji kê re alîkarî pêwist be Memê Reþ alîkariya wanan dike.

Carcaran diçe zeviyê, þelagên genim li mankera xwe bar dike, carcaran ji bo çêkirina xaniyan kevir û ristimên giran, carcaran jî diçe daristanê êzingan dikiþîne ber malan. Zikek têr zikek birçî debara xwe dike. Rojekê ku manker di gel kurriyê ( conker - dehþik ) xwe li mêrgê di çêre, leþkerên Moxolan bi mavzerê li mankerê direþînin û di cî de geber dikin. Kurrî ji ber wan filitî û baz dide ber bi mal tê û canê xwe ji destê wan xwinxweran azad dike.

Piþti wê bûyerê, Memê Reþ wê kurriyê kerê baþ xwedî dike. Hemu pêwendî û hevotina xwe dide kurriyê. Dema ku gazî dike ew tê, dibê here ew diçe. Dema ku dibê raweste ew radiweste. Bi ruh û hestên mirovî xurt û qelew dibe. Ji ber ku nêrker e, navê wi Mistê Kemal datîne.

Mistê Kemal piþtî çend salan mezin dibe û dikeve bin bar. :
Ji rojan rojekê di berbanga sibê de, Memê Reþ kerê xwe kar dike, rûn û toraq, hêk û qeliyê, petîx û hirmiyan li wi bar dike û derdikeve ser rê ya bajêr, ku ewan bifiroþe, hinek dirav qezenç bike û ji bo malê çay û þekir bikire.. Memê Reþ pênç demhejmar þûnde digihê bajarê Xarpêt ê. / Elazið /

Diçe navçeya bajêr, kerê xwe bi peykerê Mistê kor ve girê dide û erzaqên xwe piþt dike û dadikeve nav bazarê. Hemu erzaqên xwe li wê derê difiroþe û þûn ve dizîvire ku bê gel kerê xwe. Di wê niþkê de serokleþkerek li gel çend leþkeran ve di navçeya bajêr re derbaz dibin. Dema ku çavê kerê li kerê leþkeran dikeve dike zirezir û xwe virde û wirde dileqîne, peyker ji erdê radike û li pey xwe dikiþîne þ li pey kerê leþkeran dikeve.

Memê Reþ jî beranberi wê dûriþmê xirab bi qêre qêr bang dike. :
- Raweste Mistê Kemal.! Raweste.. Ma tuyê bi destê min nekevî, ezê bikutim rohniya çavên te..

Memê Reþ gelek baþ dizane ku wê demê ew gundiyên ku hatine bajêr û Kurdî axaftine.wan hemuyan ceza xwariye û ji bo hevokek axaftina Kurdî pênc qirûþ dirav ceza dane.

Ji bo wê sedemê leþker rê li Memê dibirin û serok leþker bi hêrsketî pekinî ser Memê :
- Lo mirovo, bê aqil û fahmker, ma tu nizanî axaftina Kurdî qedexeye ?

Memê Reþ stüyê xwe xwar dike û dibêje :
- Ez ê reben çi bikim qomutan (s erleþker), kerê min Tirkî nizane. Ma te nedît min çiqas bêçare kire qêreqîr da ku Mistefa Kemal rawestînim.

Serokleþker serê xwe dihejîne û bi dengeki qur :
- Tu jî, kerê te jî hûn herdu nalebarin.
- Ma çi gunehê min tê de heye ?
- Huþ pisê heram. Min bese va galegalê ku tu diki, ezê te bidim mehkemê, we têxim heps û zîndanan. Ma tu nizanî ewên ku peykerê serokkomarê me, ê bavê me biþkînin em tucarî wan efu nakin ?
- Qomutanê mezin û birêz, ez ketime bextê te. ( destê xwe dike bêrika xwe û lepek dirav pêþkêþ dike ) va ye mafê zerar û ziyanê we, vê carê min bibexþîne.. Ma qomutan ew kere, ma tu jî ker î ?.. Dê bistîne..

Serokleþker dema ku mistek dirav dibîne, bi çavên dizî li havîrdora xwe temaþe dike û diravan jî ji destê Memê Reþ digire û dibêje :
- Vê carê te efû dikim û li vir bi cehnimê here..

Bi vî awayî Memê Reþ pêsira xwe ji destê leþkeran xilas dike û diçe bi hefsarê kerê xwe digire û derdikeve ser rêya Palûyê. Li kerê siwar dibe, dide ber þivan ( rewt - darê zirav ) û ji kerê re qeyropeyro dike.
-Ma neyê bira te, dayika te çava kuþtin.. Ma hun wisan hêyfa bav u kalên xwe digirin,. Kero ! Min vê carê bist dirav da u tu azadkiri.. Xwezi baqil mesikin e.. Ew Moxolên çavsor te bigrin, di bin barên xwe de dil u bende bikin

Adil Duran

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=433