Rastî tehl e.




Rastî tehl e.

Çîrokên Rojdîtî - 7 -

Demek berê min carcaran karê wergerandinê / tercümani / dikir.
Di gel penabereki çûbûm navenda polîs. Berî nîvro saet 8’ande li wir amade bûn.Bihevre ketin odeyekê, li wir pisporpolisek, zilamek ji mafê mirovan û zilamek jî ji xaça sor bendewarê me bûn. Pispor dest bi pirsên rêvitiyê kir. Wek ‘ji ber çi sedemê hatî welatê me, bi kijan rê û bi çi sedemên siyasi û hwd.’

Penaber got :
- Li welêt leþkerên Tirkan êrîþî gundê me kirin, bi taybetî jî malame dan ber agir û þewitandinê.

Pispor :
- Êêê ! Dû re ?
- Bavê min di nav þewata agir de ma û mir. Birayên min û xûþka min di nav agir de kizirîn..
- Wan tiþtên ku tu dibê ez zanim. Ji ber ku hin penaberên din jî mina te ew çîrok li vir anîn zimên.. êêê ! Dû re ?
- Li ber deriyê malê kûcikekî me yê kangalê hebû, leþkeran lê reþandin ew jî geber kirin..

Pispor ji ber vê bûyerê gelek xemgîn bû û bi qêre qêr’ ma hovîtîyek wisa dibe.. na.. na xêr tu wîcdan vî tiþtî qebûl nake..
( Piþti çend mehan wî penaberî pasaporta siyasî sitand û li Swîsreyê cîwar bû..)

* * * *
Penaberek jî nêzîkî 8 salan li Swîsreyê mabû, lê mafê penaberiyê ango pasaporta siyasî hilnegirtibû. Ji min tika kir ku ez ji bo ziman li dadgehê alîkariya wî bikim.

Hin ku em li rex hevûdu bi rêve diçûn gote min :
- Mamoste ! Ez ketime bextê te. Ger vê carê jî di dadgehê de karê min bi ser nekeve, wê min þûnde biþînin welêt û mala min xira bikin..

Min got çi bikevi ser milê min ezê alîkariya te bikim.
- Mamoste heyran carekê guh li min bide. Dema ku dadgehê dest bi karê min kir, ezê destê xwe têxim navrana xwe.. Min þîranî ( çîkolata ) li qûna xwe û tilorên xwe re kiriye û li ser laþê min hiþk bûye. Ezê destê xwe têxim qûna xwe û çi li destê min ve zeliqî têxim devê xwe.. Ya din jî min çend roje lingên xwe neþûþtine, ezê solên xwe di bin masê de pêxim.... Wê bîhn û pixek bikeve hûndûri dadgehê.. Wê demê wê dadger ji min aciz bin û biryarekê bistinin ku ez dîn bûme.. Divê tu jî awirên xwe tehl bikî çawa ku bîhnek ji min tê û ji min dûr bikevî. Her wekî din tiþtek ji te naxwazim.

Di dadgehê û di destpêka daniþînê de, piþtî çend pirs û bersivandinan wî penaberî ew tiþtên ku ji min re gotibûn yek bi yek bi cîh anîn.. Min jî pozê xwe girt û ji wî dûrketim.

Dadger þaþ û mat ma, dev û pozê xwe girt û got :
-Vî penaberî bigrin û bibin PÛK ê. ( Ew cihê kû mirovên dîn tê de dimînin. )
Penaberê me þeþ mehan li PÛK ê raza û raporek sitand û azad bû. Di nav wan mehan de jî mafê xwe yê siyasî sitandibû..

* * * *

Ew penaberên ku tên welatê Swîsreyê û bi salan cîhwar dibin û nikarin mafê siyasi bidestxînin, dest bi dek û dolaban dikin. Ji sedî nod gelek penaber xwediyê raporek dînitiyê ne.

Rojekê bêhemdî rastberî penaberekî bûm. Bi tevxew rê ve diçû. Min silav da û wi silava min ranegirt. Çûm rex wî û min carek din silav da..

Bi devmirî gote min :
- Min efû bike, rewþa min nebaþ e. Va rojan diçim ba psîkolog.. Min ji wî re gotibû bi þev nikarim razêm û serpêhatiyên min tên ber çavên min, tirs û xof dikevi dilê min. Wî jî du cûre derman da min. Yek ji bo xewê ye, ya din ji bo sîstema rehî ye. Min doh êvarê min herdu cûre derman daqurtandin.. Niha nîvxewî digerim, heþê min li serê min nîne. Laþê min mîna darekî hiþk û kol e.

Dema ku min ew bi vî halî dît kezeba min bi wî þewitî û gunehê min pê hat.Min jê re got :
- Kêkê min divê tu dev ji wan dermanan berdî..

Serê xwe biçek rast kir û çavên xwe jî bel kir û got :
- Mamoste tu rast dibêjî. Ez mirovekî sax bûm. Min jî ji xwe re kar pêda nekir. Tu dizanî ew mirovên ku kar nakin alikariyê ji wan qut dikin û þûnve rêdikin. Deh sale li virim.Mafê min ê pasaportê jî nedane min.. Min ji çend hevalên xwe pirs kir. Rewþa wan û ya min wekhev e. Ew jî çûbûn psîkolog. Dawiyê mafê pasaportê sitandin. û teqawîd bûn. Kêmasiyek min heye ziman nizanim. Niha tu dikarî li gel min bê cem psîkolog û alîkariya min bikî ?
- Belê ! Keremke em herin.

Em bi herdu bi hevre meþiyan û çûn ba psîkolog.Wi bi rê de dildiziya xwe ji min re gotibû.

Min ew bêjtinên wî yek bi yek ji psîkolog re got :
- Ev mirov zimanê we baþ nizane, ji ber vê sedemê ez li gel wî hatime vira. Ew dermanê ku te ji bo wî hevce dîtiye, ji bo vî nebaþ e. Ji nexweþiya wî re derman kar nake. Divê tedawiyek bê derman ji wî re bê dîtin, ez ji te tika dikim alikariya wî bike.

Psîkolog piçek raman kir û got. :
- Baþe bila ji îro pê de derman nestîne. Lê êvarî xwarinên qelew newxe, cixare nekþîne û çay û qehvê jî venewxe. Divê dema razanê pirtûkek ku di heþ û mêjûyê mirov de pirsgirêkan çênake bixwîne û piþtre ku serê xwe danî bila herdu çavên xwe bigire û tutiþtî neyne bîra xwe û heya sed mîyan bihejmêre...

Min hemi gotinên psîkolog ji ber kir,xatirê xwe xwest û ji hev û du cûda bûn.Gelek roj buhurîn.Dîsa bêhemdî ez û ew penaber rastîhev hatin. :
- Tu çawayî, ew gotinên psîkolog ji bo te bikêr tên an na ?
- ( Bi ken ) ma wê çawa be.. Ez ketime belayê..
- Xêr e, çi bela?
- Ew tiþtên ku psîkolog gotin min, min yek bi yek anî cîh.. Min dev ji cixarê, çay û qehwê berda. Jiyana min gelek sererast bû. Lê dema ku serê xwe datînim, çavên xwe digirim û mîhan dihejmêrim.. Heya nodî.. ji niþka ve beranek li ber çavên min peyda dibe û hildikiþe ser mîhê û dikute mîhê.. Ango dikeve minasebeta cinsî.. Hew xev dikeve çavên min. Ez jî bermaliya xwe ji xewê þiyar dikim û wek wî beranî hildikiþim ser wê. Ew bixwaze nexwaze çare tune û dema ku ez karê xwe bi wê diqedînim, poþman dibim. Her þev, her carê bêhemdî ew dirûþme dubare dibe.. Ma ezê ji ber vî halê xwe ji psîkolog re çi bêjim, ma ne þerm e? Ez bawerim ku bermaliya min jî ji min aciz bûye û wê þevekê bike qîreqîr û ji mal here...

Adil Duran

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=434