Zerdûþtî û Zerdeþt

Zerdûþtî û Zerdeþt


Zerdeþt peyamberê Îranî, 600 salan berî bûyîna Îsa bîr û baweriya xwe ya herdem bi rêçenasên civakî ya wê demê belav kiriye. Regezeyên Zerdeþt gelek ehlaq bilind u kur u giranbiha ne. Li gor lêger u lêkolînên tarîxnasan pirtûka wî "Avesta" di wê heyamê de21 beþokan u hezar bendî pêk dihat. Ew ji sê sed u çil u pênç hezar u hefsed gotin bûn .Û bi wî awayî helbestî hatiye nivîsandin. li ser baweriya Zerdeþt u ramanîya wî re pir demên dîrokî bihürine...

Ew ramanîya civakeke çandinîyî pêþketî u jîyaneke nujen û bilind, her çiqas wek maneyî olî tê bi navkirin jî, ji bona dîyarkirina regezeyên wî li ser êlêmentên xweristîyê bûn. Ew çar anasirên tabîî, wek : ba, erd û roj û av yên bingehîn û südedar ji jîyanê re paldabun. Tarî û ronahî, nexweþî u xweþî - xerabî u qencî û mîzana zanyarî û nezanîyê wekî fênomenên nakokî dihat dîtin. Bawerîya Zerdeþt de fênomenek heye; ew ji pîrozkirina agir e.

Yên ku li ser rêç û þopên ramanîya Zerdeþt meþîyan, ewan ji xwe re 2 xwedê pesînandin. Ew bawerî bû bingeh û tovê jiyana gel an û mêjve heya îro li ser du xetên nakokî bandurkêr bu. Ew 4 pirtukên rûmet jî bi sedî çil hizrên Zerdeþt; ango di bin bandura ramanîyên Zend - Avesta pêk hatine. Ew çar pirtûkên nemir ku rûmet tên girtin bilî ramanîya Xwedê dijî hevin u mêjve þerê hevudu dikin. Her çiqas di naveroka wan pirtukande bihîþt û dojeh -x irabî û qencî û ayetên wek hev hebin jî li gor mîtolojîyê sembol in û ji hizrê Zerdeþt hatine girtin. Ji ber ku gor regezeyên dîalektîk ê hîç tu tiþt ji tunebûnê ava nabe. Û ji ava buyînê jî tune nabe. Xwe guhêrîne..

Çavkanîyên va 4 olên mezin ji hizr û regezeyên Zerdeþt û Budh a tê. Li gor rêvebirê ola Îsa, ola Mihemed, ola Cuuhîyan civat bi desthilatîya regezeyên ewan hatîye îdarekirin. Ji alî yê din, di zanyarî û jîyana materyalîstî de felsefa zerdeþt li gor regezeyên dîalektîkê ku sed salan berê pisporên Marksîst bi lêger û lêkolînan derdixin ronahîyê. Ramanîya Zerdeþt ji bo wan bingeha livîna bingehê ya jîyanê ye. Divê di tabîetê "xwezayî - natur" de her taxlîd di gel hinek sedemên dîalektîk ê xwe bi xwe hatîye afirandinê. Û ev avahî xwe di guhêrîne, Pisporên matêryalîst wek Karl Marx û F.Engels lêkolîn û lêgerên xwe berbipaþ heya Hegel dajon, çaxa ku mîrov hizrên hegel agahdar dibe û ji hegel bihurî, dibîne ku hebuna cîhanê û huliqandina hemu texlîdan bi çar anasirên /"av-hewa - xak û roj"/ Zerdeþt ve girêdeyî ye.ev jî dîyare ku bê wan mîrov nikare hebun u tunebunê ji.ji hev derîne... Lý gor van hýzrên nêrbar sazgehê jiyana pakbun bi bergehê Zerdeþt hatîye vedanê. Her wek tarîxa gelên kevnare de adet û usilên jîyana civakî de jî ew hizrên bîhn pakî, Li Belxê heta Hînd, Yewnan, Turkistan wek pireke ji demê pir hejmar Xwedê yan heya qebulkirina xwedê yekî bandur li ser gelek olan dike û têkilî jîyana duh, îro û sibê dibe.

Felsefa Zerdeþt ji bo herkesî û her demê derbaz dibe. Ji mêjve muxalîfên wê hene û ev zadê xwe ji hizrê Zerdeþt digirin. mixabin li ser rê jî êrîþî her tiþtî vî dikin. Ku navê wî ji holê rakin û ji xwere bikin mal. Ola Îsa, ola Mýhemed û olên din bi taybetî ji bawerîya Zerdeþt gelek fêde dîtine. Piþtre êriþ û çalakîyên xwe ji bo tunekirin û kavilkirina rêzanîya Zerdeþt dijwar kirine. Çawa ku diroknas ji mere didin fêrbuyînê ji mêjve heya qirnên nêzik jîyana mîrovan a civakî di bin desthelatîya olî de bu. Îro ji gelên dinê zêdetirîn di bin bandur û zagonên olî de ne û bi wehþ û hovîtîyê û bê dadî yê têne îdarekirinê.

Di dema Zerdeþt de bingehê jîyanê bi regezeyên hevpar, bi dadî, azad û serbilind hatibûn danîn. Demê ku ew olên din jî hatin afýrandinî ji xwere ew bingeh esas girtin û serketin. Piþtre jî bo meslehatên xwe û yê wan desthelatan der û dor ê xwe, her tiþt guhêrandin û nakokîye ke dijwar xistin bingehê jîyanê. Û jîyana civakê xistin taxê dubendîya belengaz ketîyê û dewlemend buyînê, û xirabî xistin nav jîyanê. Ev nakokî bû xwîn kete nav cîvakê, mîrovan ji hevre tehemûl nekir in, ked û mafê wan ji holê rabû, yên dewlemend bi heyîya zêr û diravan bandureke tadeyî li civatê kirin. Qanunên wan tenê ji bo parastina dewlemendî û malbatên wan bu..
Ji ber wan sedemên girîng ramanîya Zerdeþt her wek rewþa dinê - cihanê ya îroyîn wek xwesteka mîrovahîya Sosyalîzmê qedexekirin, û xwestin ji holê rakin. Ji ber ku demê xwe de regezeyên Zerdeþt daxwezîya Sosyalîzmê bu. ( ! ) Ew tabu jî ji bo pêþeroja civakan bu.. Dý gel van îdîayan dixwezim çend regezên Zerdeþt livir rêz bikim;

Afýrandýna mirovan:"mirov jý sé demaran gihaye hev.

laþ
hýþ
can e.

Laþ; laþ winda dibî û dibe ax. Hýþ;hýþ ku bî xêra vî mîrov dikarî qencî û xirabîyê ji hev bidî alî û nasbikî. Can; can ango rih namire û her dimîne. Ji bo kuþtina laþê xwe xwedest dirist nedaye û gelek gunehkarî dibîne, û dibêje ku; ew mîrovê ku xwe dýkujî, yekî ji leþkerê xêrê kêm dikî.,,her wekî din navê xwedê li gor felsefaya wî bi maneyake Dîyalektîkî ye. Xwedê ango AHURA MAZDA; aho ( ez ra cîhan ) mazda ( xwedê ) ye. Ew tê vê maneyê; wî da, çêkir, afîrand, yanî wî xwe afîrandîye. Bi mana Kurmancî mêr û jin e. ( nêr û mê ) yanî Hurmýz dawerê xêr. Ahrîman dawrê þerê ye. Du hêzên xurt di cîhanê de hene XÊR Û ÞER.

Li gor felsefaya Zerdeþ mîrov hene evî ku mîna rojê ji paþ çîyan hiltê û wek pireke ji bo pêþerojê dirêj dibe û ronak dide hawîr dorê xwe û diçe ava. Mîrov ne ewe, evî ku di navrê, mitfax û tuwaletê wek lule avê kêr tê.. Dývê mîrov ji lat û put an durkeve, xwe ji derewan biparêze, goþt nexwe, pey namusê xelkê nekeve, dizîya malê xelkê neke. Bixwîne û ji nezanîyê xwe azad bike û di karê xwe de sist nebe. Disa Zerdeþ dibêje: "ma çi ye va Dêr û Mýzgeft bil gorîstanên xwedê" lê bellê :" Mîrovên di rêz de wek çemekî qirêj in. Mirovê zana wek derya ne. Wî çemê qirêj dike hundirê xwe û pê xira nabe".... Zerdeþt dýbê : Ez ewan ku pêþerojê bi heq derdixinîn û yên çuyî xilas dikin ji wan hez dikim.Yên ku min fahm nakin ez ji bo guhê wan ne dev im.. Ji bona mafê þerefa min ew tiþtê ku hun dibêjin hîç yek jî wan tuneye, ne dojeh ne jî bihîþt, qet tu ji jý tiþtekî metirse, canê te ji berî laþê te bimirî. "yên ku xirab radikevin û þevê de þîyarin li ser rêyên wan derkevin " her wekî din ji li ser Dewlet wîsan dibêje: "ma çi ye Dewlet, ji bo çi ye ? Cinawirê herî wahþ û hov û sar û sartir dewlet e. Dewlet bi her zimanî derew dike û bi her hacetî zor û zilm li civatê dike. Di dinê de tiþtî ne hevce dewlet e. Demê ku merî van regezên hizrê ramanîya zerdeþ dinêhre dibîne ku bingehê kevnar a Komînizimê Komîniztim bi zimanê Kurdî Koma Gelan buye. ( Sosyalîzmê ) pê ve girêdayîye. Li vir de gelek ramanên kur jî hene... Yên ku xwere li baþîyê digerîn dikevin vêrê yê û li du vê bawerîyê diçin. Yên nezan û bê fam jî zagonên jîyanê xira dikin û hým jî bo mýrýna xwe, him jî jý bo mirina dinyayê dixebitin..

Adil Duran





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=445