VEGUHÊRÝNA MÊZÊNA DÝNÊ Û CÎYÊ KURDAN… .

VEGUHÊRÝNA MÊZÊNA DÝNÊ Û CÎYÊ KURDAN… .


Her tiþt di dema xwe de bi qîmete. Di demeke de ba yên 68 ê wek azadî, rizgarî û þoreþê li hemu welatên dinê qelîbîya, kedkar û gelên bindest xist di bin bandur û ramanîya xwe. Gelek bi qedr û qîmet bi bu.. Lê piþtre demê ku sazîya ewan welatên rizgarkirî ji sedem pirsgirêkên hundurî daku keda mîrovên kedkar bi zêdeyî ketîbu li destê leþkeran û bürokratan ji sedem vê parvakirina neheq ev duwarên ku xistî bun li navberê welatêndevlemend û yên xwe li ser ewande hêrifî û sazîya evan yê ku bi gelek zahmetî û bedelên giran hatibu standin bedilheva çu ...

Piþtre þerekî sar di warê bazirganîya aborî de dest pê kir. Bi xwe welatên serdest û mezin ew dawî amade kiribun Hazirîya ewan jî di bin çengê ewande amade bu. Plan û projeyên evan jî di hember vê têkveçuyîne ji mêjve hatibu çêkirin. Û bi rê ya bazirganî hemû welat xistin nav tengasîyê û Bi konsepta yek Dinê û yek bi yek li welatên þundemayî de hebuyên ( heyîyên ) wekhev perçekirin, Piþt dan olperestan, Kêmnetewan ( kêmmilettan ) û refleksên gelan li dijî hevudu di bin kontrolê derxistin daku þer çê bibe û çêkirin jî. Afganîstan serubino kirin, Yuguslavya yê de di nav Kêmnetewan ( kêmmilettan ) û olperestande þerek li darxistin sed sal jî bi buhure ew carek din piþta xwe li erdê nikarin rast bikin. Bi pirtukê Rumet Çun li gel Gelê Reþikan.. Mirovekî Reþik di vê encamê visan tînî ziman. /demê ku merivên Spî hatin li ba me, di destê ewande Ýncil hebu, Di destê mede jî Zêr û elmas hebu. Niha Ýncîl di destê me de ma ye. Zêr û elmas ji di destê ewan de ye…/

Di va salên dawîyê de li Rojhilata navîn jî Mêzîn a Dewletên Zordest, Tîran û Kevneperest hate guhurandin. Bi taybetî li Iraqê Hikmê Partîyên Baas ji holê hate rakirin û xistin di nava zibilê dîrokê. Demê ku mirov li duriþmê Iraqî ya civakî tîni berbiçav gelek dîyere her wek Pirrengîya Civata Romîyan e. Ev Kêmnetewan ( kêmmilettan ) û bavermendên olî li Tirkî yê ji hene û bi destê Bazirganên mezin a Dinê kur bi kur têne maþandinê.

Lewra Fenemenek ( buyerê tabii ) heye û gelek balkêþe. Piþtê ku Pirsgirka Rojhilat çareser be, êdî dor dora Romîyan e, Sazîya evan Ya Kemalîzmê Zorbir ewî biþikê, xwezî bila Tirk buna xwe bidirînin bê çare ew jî para xwe bistînin…

Ew nêrîn û pêþnîyazên min ne ev in ewên ku va çalakîyên Hêzên mezin ( süpergüçler ) rast dibînim. Na xêr Tu caran ev Hêzên han Azadî - demokrasî û felatîyê bi xwere nabin welatan û ne ji armanca ewan e. Armanca ewan bi parçekirin, kuþtin, tirs û xof û bi þerekî qirêj destxistina dinê ye. Ji ber evan encamên vekirî her der xistina qada þer û xwîn û tevkuþtinê..

Lê di hundurê destpêka vê pêvejoyê de Kurden baþur ji bo meslahatên Kurdistanê Ýtifaqekî girîn bi Hêzên mezin re çê kirin . Û her tiþt di demê xwede û di nav zurifên rast de pêk hat. Ev Ýtîfaqê dîrokî ji bo meslehatê Kurdan her wek yek gavekî giring e, ji bo Meslehatên Hêzên mezin jî fêde ye, va meslahatên wekhevî evê bibe Pir a derbazbuyînê ji bo Sazumaneke wek Federasyon û gaveke hê pêþtatir ji bo. Netewê kurd;

Îro ji bo Kurdan tiþtî herî pêvîst Yekîtîya li nav ya hundurî ye. Divê bingeha desthilatîyek bê avakirin wek Konsey ya netewî, bi pispor û zana yên hêja xebatekî bi þiklê Dewlet wek di wan warî da, di warî aborî, îdarî, çandî, tendurîstî û civakî pek bê û sazumanên civakî jî li piþt bin.. Bi taybetî di þertên serketina Kurdên baþur bi vê rê yê de mumkîn e.

Kurdên Rohilat li gor bîr û bawerîya min ne durî vê mijarê ne. Xebat û rêbazîyên ewan dide xuyakirin di heya salekî ew jî tixubên zordarîyê biþîkînin û qedera ewan jî bê guharandin û li vê armancê xwedî derkevin…

Pirsgirêk a mezin Li di duriþmê Kurdistana Bakur da hatîye vêþartinê. Kurdên Bakur di navxwede perçe, perçene her sazuman li ser mirina sazumaneke din xwe ve di jîne, Hesudî, xêrnexwezî û bêy hazirbuna pêvajoyê nu tev li nava çîrok û fen û fêndên gemarîya nebaþbuyîna ramanîyeke hevudu xwerinê de bi qaluqir ji astengîyan ji hevudu re çê dikin. Ne dikarin bi hevre xebatekî durist bikin ne jî ji gemarîya Kemalîzmê azad dibin. Bi giringîya astengê mezin li vir daye, li wê nakokîyê nikarin derbaz bibin.

25 sale Rêxistinên Kurdî Hêlînên xwe li welatên bîyanî danîne û nikarin jî ji mihacirîyê azad bin. Û di her dem destê ewan û bandura kirêtên ewan li ser Welêt e û li ser gel e. Firsend nadin ku Gelê bakur bi azadî û bi reyê xwe ji bo meslehatên pêþerojê qedera xwe tayîn bike. Ji ber ku Hêvî li derva maye. Motor ji dervaye.. Ev duriþmê nexweþ nikare fenomenên hundurîn xwedî bike. Tiþtên ku li welêt jî çê dibin hêvîyekî xurt nade gel.. Çava ku di rojên giran de Serokê partîyeke Kurd bê pîvan ‚ ’Alaya Tirkan.Alaya me kurdan' e...’ gotu bu.. Ma ev jî sîyasete ? !... Hêvîdane an teslîm bun e ?

Rêxistin ango mîrovên pispor û zana divê gel xwedî hêvî bikin, coþ bikin û di warî çalakîyên netewî kedî bikin daku di çalakêyén civakîde nekevin devsa neheqî yê…
Balam, nakokîyên Kurdistana bakur gelek in. Divê di serîde rêxistinên me jî xwe li mihacirîyê azad bikin û berî xwe bidin welêt û li welêt jî yekîtî, tevxebat û Konseptekî li gor vê pêvajoya nu pêvîst tê dîtin.. Lê, heya ku va xebatên han serrast nebin, çi mixabýi ku bi vî halî bi vî derdî duriþmê Bakurê Kurdistanî ji bo perçeyên din bibe astengek. !..

23. 04. 2005

Adil Duran





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=446