DISA HAWARA MEYE


DISA HAWARA MEYE


Disa mal xirav bu zarîn û zîvan bu.
Mize Çewlig xanedan û bi mîvan bu.
Mirin hat bi jin kal zaru û civan bu.
Koledar bi zulum bu xuda ne bese.


Tim dêv rabun hember me bi heft serî bu.
Qaþo xudî dîn û îman beþerî bu.
Ferman þand kuþtin li çîya û berî bu.
Koledar bi zulum bu xuda ne bese.


Li Qoçgîr, Dêrsim, Zîlan hawara me bu.
Boy helê me zarîna dewarê me bu.
Tev çun banîya ew penaberê me bu.
Koledar bi zulum bu xuda ne bese.


Li Gimgim gimîna tifing û topan bu.
Sê caran jî erdhej hat wekê tofan bu.
Þex Seyîd kuþtin zarîna dayikan bu.
Koledar bi zulum bu xuda ne bese.


Ber mirinê jî wekê Rustemê Zal bu.
Nîþana rizgarîyê da lawê gel bu.
Xanî hilþîya li ser me ev çi hel bu.
Koledar bi zulum bu xuda ne bese.


Li Bîngolê nalîna birandaran bu.
Erd hej ne bes bu, ser gel gule baran bu.
Bi panzêra Kurdan kuþtin, wek hovan bu.
Koledar bi zulum bu xuda ne bese.






Ali Cahit Kiraç

alicahitkirac@yahoo.de

02.05.2003










..........................................................................



» Elî Aras bi kul û kederên xwe ve





..........................................................................



» Elî Arasî pênc neviyên xwe di erdhejê de winda kirin






..........................................................................



» Erdhej ne bes bû eskeran jî teqîn li kurdan kirin

» Eskerê Tirka li Bîngolê Kurda dan ber gule baranê






..........................................................................


Devleta Tirk ditirsiku Kurdistana Bakur rojek azad be. Ji ber vî yekê êriþa dive ser Kurda.
Dive li pêþerojê li her derê Kurdistanê eriþên wisa were kirin.



..........................................................................


» Vî camêrî çadir xwest pehîn û lêdana eskeran bû para wî













Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=45