Bazirganê çekê kêmyawî yê Halepçe li Hollenda tê girtin

Wêne: Dîndar Koçer



Weneyê : Bazirganê çekê kêmyawî yê Halepçe û weneyê þehîdê Helepçe



AMSTERDAM, 07 / 12 / 2004 — Piþtî 14 salan koçberî li komara Iraqê û di demê firokên USA li ser Bexda di firîn û bomba-baran dikir, Frans van Anraat biryara vegerandinê da û ber bi bajêrê Amsterdam hat, lê Van Arnaat nedizanî kû kelepçên zindanê li benda wî bon.

Bazirganê Hollandî Frans van Anraat 62-salî li roja dûþembê 6-12-2004 li paytextê Hollenda bajêrê Amsterdam tê girtin bi tawana firotina çekê kêmyawî bo Îraqê.

Van Anraat li navbera sala 1984 -1988 bi hezaran tonên sîanyîd û xerdel di firoþe hikumeta Îraqê ev çeke ji hatîye bi kar înan li bajarê Halepçê ”baþurê Kurdistanê” li encam de 5.000 mirova gîyanê xwe ji dest daye kû zorbaya wan zarok û jin bon, û gelek kesên din zîana leþî daye ”li gor Pezanînên wezareta navxwe a Hollenda”.

Di salên 80a da piþtî þikestinên wî ên mezin di gelek corên bazirganîê da li Hollenda, brîar di de ku dest bi bazirganîa çekê kîmyaî bike, ji buy dostatîya Frans van Anraat û wezirê Îraqê ê patrolê, çend civîn û hevpeyvîn li ser kirîna û peydakirna çekê kêmyawî çe dibon, û bazirganîya çekê kêmyawî dest pe dike li navbera herdû alîyan de.

Wezareta navxwe a Hollendî di bêje: Frans van Anraat li dawîya salên 80-da ji alîyê hêzen parastina USA ve di hate taqib kirin, lê nekete destên wan, li sala 1989 li Îtalîya tê girtin lê dîsan tê berdan û direve Îraqê û dimîne ta adara sala 2003.

Van Anraat inkar dike kû pezanînên wî hebûn kû de rijêma Sedam ewî çekî bi kar bîne, her wesa xwe tawanbar nabîne li beramber karên li dijî Halapçe hatîn kirin û dibêje: ”Min Ferman neda ku vî çekî li Helepêçe bi kar bînin”.

Lê wazareta navxwe dibêje kû piþtî sala 1988 ji Van Anraat ev bazirganîye li gel Îraqê kirîye.

Harry van Bommel endame Parlementa Hollanda firaksîyona Partîya Sosîalîst dibêje : ”Em bi çavek nebaþ li ve meselê dinerîn, eve çend sale em ji hikumeta Hollenda dixwazîn kû Van Anraat bêt girtin lê eve jî, ji adara 2003 were van Anraat li Amsterdam dijî, zedebarî wê, Van Anraat bi ”Lice pase” a Hollendî ji Bexda derbasî Sûrîya dibe û tê Amsterdamê.

Em dixwazin hikumet ronkirnekê bide perlemanî û miletê Kurd.

Harry van Bommel kû yek ji dostên milletê Kurde û gelek li dû vê meselê xwe westandîyê û derbarey miletê Kurde dibêje: Milletê Kurd gelek zîyan ji çeke kêmyawê dît û ana giringe ev kese bi þêwek baþ bê dadkirin.

Wêne: Harry van Bommel

10. 12. 2004





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=501