Nîlson Mandêla kî ye ?



Nîlson Mandêla kî ye ?


“Ev xewne ko ez bijîm da wê armancê biçespînim. lê heger pêkanîna wê mirina min jî bixwazê, ez jê re amade me.”, Mandêla ev gotin got, çaxê di sala 1964an de, ferman ji alî rêjîma nejadperst ve, di derbarê wî de derkt. Ew rêjîma ko desthelatî ser welatê efrîka baþûr bû. Biryara rêjîmê ew bû ko Mandêla jiyana xwe giþkî di zindanê de bibûrîne. Mandêla bi vê mêraniyê û bi berxwedana saxlem di hundir zindanê de û derveyî wê dijî nejadperstan xebata xwe dûmand. Serî ji wan re neçimand heya dongiya setemkariya wan anî.

Nêlson Mandêla têkoþer û rêzdarê herî bi nav û genge di seranserî cîhana nûjen de. wisa jî, dê bimênê nimûne û pêþeng, ji hemî azadîxwazan re. weke wî carekê anî zimên :
“ez dixwazim mirov min bibîr bînin, wek kesekî ji komek jin û mêr, ên ko di navbera sih salî de, xebat û têkoþîn dijî nejadperst û setemkariyê kirin.”

Navê wî Nêlson Rolîhalhala Mandêla ye. zayîna wî di kozikek ji heriyê çêkirî, li welatê efrîka baþûr, di roja 18ê tîrmihê sala 1918an de ye. ji sala 1938an ve, wî dest bi xwendina bilind kiriye. xwendina xwe di beþê zagon û hiqûq de, li kolêca ( Fort Har ) û li zanîngeha ( woyîtwoterstand ) de, li cûhansberg bi dûmahî kiri ye. di sala 1944an de, Mandêla bû endamê Kongireyê Niþtimanî efrîkî. Ew Tevgera ko, di sala 1912ê de hatibû damezirandin. piþtî derçûna wî ji zanîngehê, demên xwe pir wenda nekirin. di sala 1952an de, wî tevî hevalê xwe ê navê wî ( Olîver Tabmo ) bû, dest bi karê parêzeriyê ( Efokatiyê ) kir in. ev bû destpêka xebat û çalakiyên wî dijî rêjîma ( Apartayîd ) a nejadperst. Çaxê ew Kete nav refên tevgera Kongireyê Niþtimanî Efrîkî de, hinga ew tevgerek ji aliyê rêjîma nejadperst ve, qedxekirî bû. lê bi awayekî veþartî û nehînî çalakiyên xwe dûmandin.

Cara pêþîn ko ew hate binçav kirin (girtin), di sala 1956an de bû. wî çaxî navê xinizkariyê ( îxanetiyê ) pê ve kirin. da wî demek dirêj di hundirê zindanê de bihêlin. hîna ew di zindanê de bû, jina xwe ya duwemîn zewicand. navê wê ( Wînî Nomzano ) bû. ev jin bû hevala wî ya xebat û berxwedanê. piþtgiriya wî di hemû salên girtinê de kir. ev jin jî, bi xebat û fedakariya xwe, bû endamek ji serkirdayetiya Kongireyê Niþtimanî Efrîkî.

Di sala 1961an de, Mandêla ji zindanê berdan û ew azad kirin. hêviya rêjîmê ew bû ko ( KN ) þer rawestînê û çalakiyan dijî wan nema bike. Lê çaxê hêzên ewlekariyê û parastinê nas kirin, ko Mandêla bi xwe fermendariya beþê çekdar dike di ( KN )* de. Û di bin destê wî de, bi pêlanên wî, ew êrîþên partîzanî çê dibin. hinga carek din, ew girtin. di 12 hezîranê de sala 1964an, di derbarê wî û heft hevalên wî de, fermanrew fermanek dijwar sitand. Biryar ew bû ko Mandêla û hevalên wî, heya sax bin, jiyana xwe tevî di zindanê de biqedînin. ev ferman di zindana girava (Robin ) de, li wan hat birîn. Mandêla 18 sal ji jiyana xwe di hûrkirina koçan (kevir) de, bûrandin. di sala 1982an de, ew ji zindana girava ( Robin ) birin zindana ( Bolzmor ) li þeharê ( Kîptawin ) ê peravî.

Li wir û li piþt dergehên hesinî, Mandêla berxwedana xwe di zindanê de dûmand û ti caran destên xwe di ber xwe re bernedan. hiþt hemû hewildanên rêjîmê bi avê de herin û pûç bibin. nikarî bûn wî bi hinek berjewendiyên kesayetî, jê re, bixapînin. her û her ma pilingê efrîkî û serî neçimand. doza gel, armancên giranbuha nefirotin bi wan tiþtên biçûk ê raveyî wî dikirin.

Ma gelo xebatkarekî wek Mandêla kaxezên sipî ji dijminan re muhr dikî ?

Bersiva vê pirsê dîrokê da. ew dîroka ko dergehên xwe ên firh ji Mandêla re vekirin.

Salên ko wî di zindanê de bûrandin, semaxek mezintir dabûnê. loma wî daxwaza dijminan ji wan re pêk neanî. Gelek caran digotinê :

heger tu bibêjê çalakiyên ( KN ), ên dijî rêjîmê þaþin û tu xwe ji wan biþoyê, emê te azad bikin. lê xebatkarên wek Mandêla vî tiþtî napejirênin. Carna jî, dijminê wî ji xwe re digotin: heger ew di zindanê de bimîne, emê bihtir jê vehesin. Lê berevajî wê, ew bû jan û kete ser dilê wan de. Ji ber ko azadîxwazan nîgara zayîna wî li sernserî cîhanê bibîr tanîn. mûm û find vêdixistin û nimêj dikirin ji bo azadiya wî. ji bo miletê reþ ji wê daxwazê bidûr bixînin, rêjîma Apartayîd lîstikên bi gemar di nav bera wan de, pêk tanîn û xwe bixwe bera pêsîra hevûdu didan. lê dijminê Mandêla û KN jî, têdigihijtin ko divê ji ser vê kelmê re, xwe çeng bikin. loma ji sala 1982an heya sala 1990an, ji aliyê hêzên siyasî û komeleyên mafê mirovan hat daxwaz kirin ko, wî ji zindanê bînin der. loma çaxê ( Bota ) serokê rêjîma Apartayîd, di sala 1985ê de, jê xwest dev ji ramanên xwe berdê. bi bihayê ko, wî surgûnî welatekî din bikin, cihê ew ji xwe re hilbijêrê. lê Mandêla dîse ne pejirand û dît ko mabûna wî di zindanê de, dibê navtêdan ji gelê wî re dijî nejadperestan.

Mandêla di daxuyaniyekê de nivîsî û keça wî ( Zînzî Mandêla ) ew ragihand ji çapemeniyê û rojnemevanan re :
“Mafir ez û tu û hemû gelê me ne azad e, ez ti biryaran nadim û ti peymanan bi rêjîmê re imze nakim.”

West kete damarên rêjîmê de. lê Mandêla bihtir bi hêz dibû û rûmetê wî bihtir çê dibû. heya wê radeyê, êdî rojnameyan bixwe ( zengil ) naqosa bivê lêdan. wek rojnameya navdar ( the Star ) ko ragihand :
“Heger Mandêla ji zindanê neyê der, wê gelek xwîn werê rijandin û þoreþ wê her tiþtî li ber xwe bibe.”

Çaxê serokê tevgera (Inkata), ê bi navê (Manciz Sotho Botîlîzî) nûnerê êlên ( Zolo ) û ê berê neyarê ( KN ) bû, ber bi guhê rêjîmê ve anî û got :
“heger rêjîm çi ji me re bikê, ew dostanî û hevaltiya me ji xwe re tekez nake. êdî baweriya me pê çê nabe, mafir helwesta wê ji Mandêla eve û bi çavekî neyartiyê lê dinêre.”

Bandora vê helwestê zor mezin bû. di 11ê sibatê de, sala 1990ê rêjîmê naçar, Mandêla piþtî 27 salan ji zindankirinê ji zindanê berda.

Di sala 1994an de, Mandêla û Frîdrîk Dê klêrk serokê sipî ê efrîka baþûrî berê, Xelata Nobil ya Aþîtiyê wergirtin.

Di sala 1994ê de, Mandêla bû serokê yekemîn ji efrîka baþûr re. serokê ko bi awakî demoqrasî ji aliyên hemû gel, rêxistin, tevger, êl û olên di welêt de tê hilbijartin.
Di sala 1999ê de, ji bi ber temenê wî mezin bû, wî biryar sitand ko dev ji serokatiyê biqere û rê ji hevalên din re veke. ew ma xwedî helwestên bi rûmet û sembola azadiyê. Piþtî serokatiyê, ew kar û xebata xwe ji bo aþîtiyê hîn didûmîne.

Mandêla keleha azadî û demoqrasiyê di efrîka baþûr de li ser kavil û wêrangehên setemkriyê û nejadperestiyê ava kir. salên xortaniya xwe ên herî çak û giranbuha di ber vê armancê de þewitandin. Dawiya 300 salî ji zulm û zorê anî, ko hûrgelê sipî bi rêjîma xwe ya nejadperst desthelatî ser miletê reþ kirib. Nemaze di wî welatî de, ew ê resenin û bi hejmara xwe bihtir bû. Ê ko sipiyan bi darê zorê ew di bin destê xwe de hiþtibû. bi tenê di salên heþtê yî de, ji sedsaliya 20ê, nizîka 10000 mirovên reþ di zindanan de hatin kuþtin û veþirtî man.

Tevî ji sala1990 heya sala 1994an, pirsgirêka miltê reþ bi taybetî û ya efrîka bþûr bi tevayî hat çareser kirin. ew bi gengeþê û geftûgoyê bû, heya peymana Aþîtiyê hat damezirandin û hemû rêxistinên siyasî pejirandin. Lê ew komkujiyên ko bi serê reþan hati bûn û kesên di ber de sûcdar û berpirsiyar, wê komeleyên mafên mirovan her û her li pey wan bin û wan pikþînin pêþiya dadegehan.


Elmaniya
_____________________________
*: KN : Kongireyê Niþtimanî Efrîkî

Amade kirin : Welîd Murad




Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=518