Kerkûk, Dilê Kurdistanê ye !



Kerkûk, Dilê Kurdistanê ye !

Roj û meh bi lez berbi dawiya sala 2007’an ve diçin, sala ezmûna Kurdiya zehmet û dijwar hinde ko referanduma destnîþankirina çarenûsa Kerkûkê, li gor benda 140 î ji makezagona Iraqê, dê li dar bikeve. Kerkûk, ev bajarê pirreng û dîmenê piçûk yê Iraqê, di rê de ye ko li hembêza xwe ya rastî vegere, ji ber ku ew berê û niha jî Kurdistanî bû, dil û qiblegeha Kurdistanê bi agirê xwe yê geþ ku qet nayête vemirandin, bû. Lê belê, rê bi þax û dax e, bive û asteng pir in, û dijmin ji asoyê çavdêriya liberbabûna ala Kurdî ya rengîn di asîmanê Kurdistanê de dikin, û bi dûrbînên kîna xwe, sînorên welatê Kurdan yê birîndar, dipîvin !

Di destpêkê de, divê kar þev û roj were kirin ji bo bidestxistina armanca xwestî û bicihanîna dadmendiya ku di serdema tarî û dîktatorên jinavçûyî de, hatibû perçiqandin. Pêþî, kampaniyeke berfireh û birêxistî ji aliyê millet û serkirdayetiyên siyasî bi taybetî herdû partiyên sereke di herêmê de, were destpêkirin. Her weha, ev kampaniye di rastiyê de were xuyakirin. Di vî warî de, her kar û tevger û xwepêþandanek dikeve çarçoveya armanca lêgal, angu vegerandina Kerkûkê berbi hembêza wê ya Kurdistanî ve, û veguhastina herêmê bo workþopeke bê rawestan di riya girêdana konferans û semîner û heleqeyên lêkolînî nemaze yên di derbarê dîroka Kerkûkê û berzkirina nasnameya wê ya Kurdistanî û balkiþandina berbi gel û etnîkên wê yên pir ve, ta radeya ko ev mijar bibe ya sereke di seranserê herêma Kurdistanê de, tanî lidarxistina referandumê di dawiya vê salê de.

Berbi dilê Kurdistanê ve, divê kampaniyeke ragihandinê ya berfireh û giþtî were meþandin. Tevahiya navgînên ragihandinê, bê rawestan divê tevlî wê bibin. Kenalên asîmanî û radyo û rojname û kovar û malperên ilktronîk yên Kurdî divê beþdariyê di kampaniyaya gotî de, bikin. Pêwîst e ew beþê mezin ji dem û bername û rûpelên xwe ji mijara Kerkûkê ya here giring û çarenûsî re terxan bikin. Cemawerên Kurdistanê nexasime li Kerkûkê amade bikin û bala wan bikþînin ser giringiya mijarê ya dîrokî û katî û paþerojê.

Kerkûk, tevî hemû konevaniyên erebkirin û guherandina demografîk, bajarekî Kurdistanî ye û pirsa wê pirsa tevahiya milletê kurd e. Ew ne pirsa partiyek anjî rêxistineke taybet e.... Kerkûk pirsa 40 milyon Kurdî, li her çar parçeyên Kurdistanê ye.Kurd, li parçeyên dinê Kurdistanê divê ko li gor imkanên xwe beþdarî vê ezmûna Kurdî bibin, bi herman þêweya ku dewletên dagîrkerên Kurdistanê li parçeyên din, maytêkirinê di pirsgirêkê de dikin, nemaze Tirki yê serpêhatiya wê di Qibrisê de li bal e ! Ya ku ro bi nîvro dijminahiya xwe ji Kurdan re diyar dike, gefan li Kurdan bê havil dixwe.... Weke nimûne rojnameya ( Qel e ) ya Tirkmenî berî çend rojan serjimareka provokatîv belavkir ko xwedê giravî ji % 86 ji erebên Mûsil û Kerkûkê piþtgiriya maytêkirina Tikriyê di karûbarên Kerkûkê de dikin !

Li milê din, daxuyaniya lîderekê kurdên bakur / Tirkiyê di cihê xwe de hat, dema ku wî got : Êrîþkirina Kerkûkê, êrîþkirina Amedê ye ! Bi gotineke din, divê hemû navgînên ragihandinê bikevin xizmeta doza dilê Kurdistanê... Kerkûkê !

Di heman çarçoveyê de, babeta Kerkûkê bibe ya here giring û pêþîn li nik nivîskar û rewþenbîrên Kurd tanî pêkanîna referandumê di dawiya salê de. Di vî warî de, her karek, gotarek û tîpek dikeve xizmeta armanca xwestî de, û dibe beþdarê bicihanîna mafê gelê kurd yê rewa û adilane.

Kurd li hemberî ezmûneke mezin û dijwar in ji ber gelek asteng û behane û hincetên bê kok û ji rastiyê here dûr derbarê "destdanîna"gelê kurd ser bajêr ! Pirsa Kerkûkê zelal e û li gor madeya 140 î ji makezagona Iraqê tê çareserkirin. Diyar e ko makezagona Iraqê ji aliyê tevahiya gelê Iraqê ve hatiye pijirandin û li serê hatiye lihevkirin. Berevajî tiþtên ko hindek þovonîst û zikreþên ereb û tirkmen...htd dibêjin ku destûr ji aliyê Kurdan ve hatiye nivîsandin !.

Dema niha, dema þiyarbûna Kurdiya mezin e. Dema têkçûna dîktatorên bednav û kîndar yên ku li ser dilan û singan bi salan veniþtî man e. Kurd berbi rastiyê ve diçin. Ala Kurdî ya sê rengî û þêrîn asoyên welêt dixemilîne û li bilindahiya asîman li ba dibe.

Lê belê....!
Kurdistan bê dilê xwe radize ! Agirê herdemî yê Babagurgur vîna kurdên azad û serfiraz tev dide : Kerkûk dilê Kurdistanê ye...., dilê Kurdistanê Kerkûk e ! !

Hewlêr, 14. 07. 2007
Besam Mistefa
Kurdê Rojavayê Kurdistan ê.


Besam Mistefa

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=540