Badînan yan Behdînan devereka Kurdistana baþûr e.



Badînan yan Behdînan devereka Kurdistana baþûr e.

Cografî :
Badînan di kevite nav paralelên 41° û 42° - 44° û 45°, Merîdyenên 36° û 37° - 37° û 38° Ji alîyê bakûr ve Botan û Hekarî di kevîne ser sinûrê vê deverê. Baþûrê rojhelatê vê deverê bi devera Soran ve tête girêdanê. Baþûrê rojava yê vê deverê di kevîte ser sinûrê parêzgeha Musilê. Li alîyê rojava di kevite ser sinûre deverên Heseke û Qamiþlo yên Kurdistana rojava. Rûberê vê deverê di navbera 20.000 ta 30.000 ducarkî da ye. Ev devere ya dewlemnde ji layê Cografî ve. Herwesa ev devere ji çîya, banî, deþt, gelî û rûbaran ( çem ) pêk têt. Li vê deverê bi 10an çîyayên navdar hene wekî çîyayên Metîn, Gare, Spîrêz, Þaranîyê, Pîris, Meqlob, Elkoþ, çîyayê Þirîn, Çiyayê Þengalê, Çîyayê Akrê û heta domahîyê.

Deþtên û Çemên, navdar jî, evene :
Deþta Silêvaneya, deþta Sindîya, deþta Dubanê, deþta Feydîyê û çendîn deþtên dî. Herweku tête zanîn Kurdistan bi giþtî ya dewlemende di warê çavkanîyên avê da. Herwesa çendîn rîbarên navdar jî li vê deverê hene weku rûbarên; Dîcle, Hîzil, Ro-Þîn, Zê yê mezin, Xabîr, Nihnik, Xazir, Sîrwanê-mezin û gelek rûbarên dî. Bi giþtî li devera Badînan hemî corên dar û barî lê þîn di bîn. Lê yên bernîyas weku : sêv, tirî, hejîr, hinar, xox û heta domahîyê. Zêdebari hemî corên keskatî yê.

Devok :
Xelkê vê deverê jî weku badînî ( behdînî ) têne navkirin. Herwesa têne naskirin bi Kirmancên Kurdistana baþûr. Navê devoka ( þêwezar ) wan jî her Badînîye. Devoka Badînî nêzîkî devoka Botanî û Hekarî yê ye. Ji berko ev hersê devere nêzîkî êkin.

Lêbelê mixabin ji ber egerên sîyasî û parçebûna kurdistanê mirov hest pê diket ko ev devere jêk dîrin û di warê kargêrî ( îdarî ) da ji êk cudane. Lê herçende jêk cudane jî belê bazirganîyeka bi hêz di nav bera wan da heye.

Kargêrî û parêzgeha Badînan :
Daniþtîyên vê deverê di navbera 1000.000 ta 1.500.000. Li parêzgeha Duhokê bi tinê nêzîkî 920.000 kesan di jîn. Ji wana 241000 li malbendê ( merkezê ) parêzgehê di jîn, yan mirov di þêt bêjît 26,19% ji daniþtîyên parêzgehê li bajêrê Duhokê bi xo di jîn.

Duhok di kevîte navenda devera Badînan. Duhok nêzîkî 75 kîlometran ji Kurdistana bakûr dûre.

Parêzgeha Duhokê ji 6 qezayan pêk têt :
Duhok, Zaxo, Akrê, Sêmêl, Amediyê, û Þêxan. Bajêrê Zaxo di kevite ser sinûrê Kurdistana bakûr bi dûratîya nêzîkî 8 km. Zaxo dergehekê zoor giringe di warê aborî da ji bo devera Badînan bi taybetî û Kurdistana baþûr bi giþtî. Daniþtîyên bajêrê Zaxo pêtirin ji 80.000 mirovan. Bajêrê Akrê di kevîte rojhelatê devera Badînan. Akrê tête hejmartin êk ji bajêrkên mezin yên devera Dadînan. Daniþtîyên devera Akrê nêzîkî 200.000 mirova ne.

Bajêrkê Sêmêlê di kevîte rojavayê bajêrê Duhokê bi dûratîya 8 km. Herwesa rêjeyeka berçav li vî bajêrkî akincîne. Bajêrkê Amêdiyê di serdemê Mîrniþîna Badînan da peytextê vê Mîrniþîna navhatî bû û malbendê edeb û zanîna vê deverê bû. Ta îro jî þînwarên vê dibistanê maynê mîna fêrgeha Qobadî û çendîn fêrgehên dî li vê deverê.

Zêdebarî vê çendê hejmara daniþtîyên bajêrkê Amêdiyê nêzîkî 6000 mirova ne.

Þêxan bajêrkekê taze rizgar kirîye. Ev bajêrke di kevîte navbera Etrûþê û Akrê da. Akincîyên evî bajêrkê navhatî pêkhatîye ji Bislmanan, Êzidîyan û Kiristîyanan.

Herwesa devera Þengal di hête hejmartin êk ji deverên giring yên Badînan. Lê ev devere ne hatibû rizgar kirin ta piþtî cenga rizgarîya Iraqê li sala 2003. Li dîf çend jêderan tê zanîn ko hejmara daniþtîyên bajêrkê Þengal nêzîkî 40.000 kesane. Herwesa jimareka zoor ji bajêrk, komelgeh û gundan ser bi sinûrê devera Badînan ve ne.

Ayîn :
Weku mêjo dîyar diket di sedsala 7an de piþtî zaînê ev devere ketîye ber hêriþên Îslamê. Piþtî çendîn þerên xwînawî di encamda praniya daniþtîyên vê deverê weku bisilman hatine qebulkirin. Ji bilî bisilmanan li devera Badînan gelek ayînên din yên cida hene weku; Zerdeþtî, Êzidî, Kirîstîyan û Ermenî. Herwesa tê zanîn Cihî ji berê li vê deverê di jîyan. Lê rêjaya Bisilmanan rêjeya herî mezine li devera Badînan. Rêjeya Bisilmanan nêzîkî 70% ta 75%. Çonkî li bajêrên mezin weku Duhok, Zaxo, Akrê piranîya herî mezin ya akincîyan ji ayînê Bisilmanan pêk têt. Ayînê Êzidîyan têt hejmartin ku ayînê 2 yê ye li vê deverê, ji ber ko rêjeyeka berbiçav li vê deverê di jîn bi taybetî li devera Þengal. Hejmara wan li devera Badînan di navbera 500.000 ta 600.000 kesan da ye. Piranîya Êzidîyan daniþtîyên devera Þengal û Þêxan in.

Herwesa ayînê Kirîstîyana ji kevin da akincîyên vê deverê ne. Mirov di þêt bêjit li ser demê Imbratorîya Aþûriya ta nûke li vê deverê di jîn. Ev ayîne yê berbelave li çendîn deverên ciyaciya yên Badînan. Piranîya akincîyên Kirîstîyanan li bajêrên Duhok û Zaxo di jîn. Ermenî olekê dî yê taybete ji ayînê Kirîstîyana. Wekî tête zanîn piranîya wan li bajêrê Zaxo di jîn.

Mêjo :
Herwesa Badînan ya navdare bi mîrniþîna Badînan ya ko di navbera çerxên 13 û 14 de li ser destên Behaeddîn Þemdînî hatiye avakirin. Weku tête zanîn ku ev mîrniþîne bi hêztirîn mîrniþîn bu li deverên Kurda di wî serdemî da. Mîrniþîna Badînan deshelatdarî ( Hikomranî ) di navbera salên 1262 ta 1842 dikir. Herwesa leþkerekê ( nêzîkî 40.000 ) bi rêk û pêk hebu. Paytextê vê mîrniþînê Amêdiyê bo. Bajêrê Amêdîyê di kevite navbera çîyayên Metîn û Gare da.

Dîrok dîdevana çerxê 20 ye û karesatên devera Badînan. Badînan li salên 80 yan ketibû ber þepolên kêmyabaran û enfalan. Bi 1000an mirovên bê goneh bibun qorbaniyên van karesatên enfalan yên hovane. Bi 100an mirov bune qorbanîyên kîmyabaranan û bi 1000an gund hatine wêrankirin

Dema weþana nivîsê : 24. 12. 2007

Hekîm Hirorî


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg

http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=562