Keftar !



Keftar !

-1 -
Di civcateke rewþenbîrî de / li xatirxwestina rewþenbîrên Binxetê, yên ko çûne konferansa edebiyeta Kurdî li Serxetê / gengeþeke kurt li ser festîvala helbesta Kurdî li Sûriyê vebû. Endamekî komîta birêvebirina festîvalê, li ser bidawîanîna festîvalê, axifî, got : "Me navên endamên komîta birêvebir û partyiyên piþtgir jî....". Lê, dengekî axaftina wî birî, got : "her yek ji me weke Keftarekî ye... çima... em... rolnaskirin... rewþenbîr... kar û xebat.. siyasetmedar... erk û armanc....".

Bi kurtî, bi gotina Keftar re, min xwe winda kir. Ez ji gengeþa civatê hatim birîn. Min peyvên bel-wela dibihîstin, lê wan gotinan, di mejiyê min de, hev ne digirtin û ne dibûn hevokên watedar. Erê, gewdê min li wir ma, lê hiþ û hoþeyên min di qurçikin din de diçêrîn. Bi kurtî, ji civatê firîbûn û li mêrg û çiyayên xweristê danîbûn. Wilo, ez ketim xilmaþiyske bêsînor de.

Ez hinga bi hiþ xwe hatim, dema min hest kir, ko pêçiyek di tengala min de çikizî û pl re dengek kete guhên min, got : "Mamoste, þekirekî biþkîne...!".

- 2 -
Ez li kû, þekirþikandin li kû !. Ez bi vê pirsê re veciniqîm. Min nema zanîbû çi li dora min qewimî ye.Lê min di xwe dernexist, ko ez ne li civatê me. Belê, ji gengeþa civatê tenha peyva "Keftar" bi min re meyî bû û di serê min de digijmijî.

Min teyrê xwe li mijê berda, min got :
Keftar cinawerekî bi hêz e û ne destevîl e, lê bi dilovanî tê girtin. Girtina wî jî cegerdarî jê re divê. Ev þêweyê nêçîrê jî, li ba Kurdan, folklorî ye. Wilo, yekî bi ceger, tevî ciherekî tije kuç û kevir, xwe diberde kuna Keftêr. Bi derbasbûna xwe re, bi dengekî zîz û dilovan dibêje : "Kefar î çak î pak e, ciher lê ke dey nake....", tanî destên xwe dighîne gewdê wî û pê re-pê re wî tîmar dike, dixwerîne û ciher dixe sukra wî. Piþtî ciher dikeve sukra Keftar de û tîþikên wî têne girêdan, êdî Keftar bê serêþ dide pey nêçîrvan û ji kuna xwe derdikeve.

-3-
Belê, mirov bi vî þêweyî Keftar ji kunê derdixe û dike nêçîr. Lê, çawa Keftar nêçîra xwe dike, dema ev nêçîr mirov be ?. Belê, dema nêçîr mirov be, Keftar cirîdeke rengxelekane li dora nêçîra xwe dike. Ango, bi rev û bazdan di çerxa xêzeke mezin de digere û dihêle nêçîra wî di sentera/nîvê/vê xêzê de bimîne. Wilo, sawa xwe dixe dilê nêçîra xwe de û hin bi hin xêza xwe lê teng dike. Dema dipelîne, ko tirs ketiye dilê nêçîra wî de, xwe nêzîkî wê dike û bi gupika teriya xwe de mîz dike. Li nêzîkbûnê wê gupika bi mîzê þil li ser çavên nêçîrê diweþîne.

Dibêjin, hinga mirov ji hiþ xwe diçe û bê serêþ dide pey Keftêr, tanî pê re dikeve kuna wî de. Wilo, Keftar nêçîra xwe derbasî kunê dike, lê wê bi saxî naxwe, wilo jî wê birîndar nake. Tenha wê dikirkirîne, tanî ji ken û tiqtiqê dil lê radiweste. Piþtî dilrawestanê, ji nû ve, dev tavêje nêçîra xwe û xwe jê têr dike.

- 4 -
Erê, min ev serborî digotin, lê ez ne li hewata civînê bûm. Wilo, dengek kete guhên min, got : "Te dawiya wê anî.... de rabin, lê dereng e...". Lê min çi digot, çima digot û dawiya çi anî, ez tê negihiþtim.


Rezoyê Osê
Rojava yê Kurdistan
Bajarê Qamiþlo

Dema nivisandina nivîsê : 05. 11. 2003
Dema weþana nivîsê : 03. 05. 2008



Rezoyê Osê

Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye !

www.pdk-xoybun.com


PDK - XOYBUN ê Biparêzin !


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )



Kurdistan Welatê Kurdaye !




Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin !






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=603