Min di çapa we ve !



Min di çapa we ve !

Birano !
Ma ez dîse çîroka keþayê “ Bêt Mirî “ ji we re bêjim !. Na, ne pêwîst e. Ji ber tiþt, ko hate dubarekirin tam tê de namîne.

Ma ez dîse serpêhatiya gazozvexwarinê û pozþewitînê ji we re bi dar ve bikim ? !. Na, belkî hîna hûn ji piþkîna xwe þiyar ne bû bin.

Ma ez ji nû ve 2 Kî berpirsiyar e ! “ binivîsim ? !. Na, ew jî ne gerek e.Ji ber xala “ 2 “ ji vê gotarê eþkere dibêje, ko bêguhdaniya serkêþên çapemeniya Kurdî hiþtine “çapemeniyeke bêkêr û neþûngirtî, di gelek movikên xwe de, tê belavkirin, nîþana wê dibe bêguhdanî û bi durveyeke bêpirsiyane tê pêçan “.

Birano !
Ez ne desthilat im, ko kul, derd û pêêþanên vê bêguhdanê ji we re pesin bidim û ronî bikim. Ev jî ne barê min e.

Ez ne desthilat im, ko bêkêriya berpirsiyarên çapemeniya Kurdî bi kiras bikim û þaþiyên wan bi tarîmijê bipêçim. Ev jî ji min re dernakeve

Ez ne desthilat im, ko koran bi çav bikim, lawazan bi hêz bikim û bêkêran bikêr bikim. Diyar e bêkêrî ketiye xwîna berpirsiyarên çapemeniyê de.Ango, bêkêrî “ ketiye mêjiyê hestî de “.

Birano !
Qey bêqudoþiya min e, ko ez nikarim çavnihêriya çapkirina nivîsandinên xwe bikim !.
Qey bêqudoþiya min e, ko ez ji binetarên çapemeniyê dûr im !. Wilo jî ji xwe.
Qey bêqudoþiya min e, ko dostên min berhemên min diqurmiçînin û wan seqet didin dest xwêner !.

Birano !
Evi bextreþî ye, ko serkar û berpirsiyarê çapemeniya Kurdî , eger ji çavan ne kor be, bi dil û hiþê xwe kor e !.

Ev çi bextreþî ye, ko çapemeniya Kurdî qerf û tinazên xwe bi nivîserên xwe dike, gava berhemên wan bêguhdan diavêje megena tîpnijinandinê !.

Ev çi bextreþê ye, ko mirovê berpirsiyar nivîser weku navmalî dibêne. Her mafî ji xwe re diparêze, lê wî bêmaf dihêle !.

Birano !
Çima hûn, weku berpirsiyar, arvanê me kupî avê dikin ! ?.
Çima hûn nivîsînên me bêkêr û hevnegirtî ( piþtî qurmiçandinê ) dighînin xwêner ? !.
Çima hûn nivîser, li ber xwe, xwelîser û perþikestî dibînin ! ?.

Birano !
Ma rast e, ko nivîser, ji ber bêkêriya we, xwelîseriya xwe di di berhemên xwe de bipelîne ? !.
Ma rast e, ko nivîser, ji ber bêguhdaniya we, çavên xwe li berhemên xwe bizerwilîne û serê xwe ji fediya bitewîne ! ?.
Ma rast e, ko nivîser, ji ber xweneêþana we, bi bêhêviyan bê pêþan û dilþikestî bimîne ! ?.

Birano !
Kî nizanibe, bila nizanibe, lê nivîser zane “ yê çav li derî ye, xwelî li serî ye “.
Kê ne bihîstibe, bijçla ne bihîstibe, lê nivîser bihîstiye “nanê xwe bide nanpêjan, bila nanekî te zêde be”.
Kê ne pelandibe, bila ne pelîne, lê nivîser xwe lîseriya xwe li ber serkêþên çapemenmiyê dipelîne û hevîrê xwe di tenûrên wan de tiraf û xwelî dibîne.

Birano !
Lê,...
Bila dilê we bi we neþewite. Hûn ne yên bi tenê ne û ne yên pêþî ne, ko nivîserên xwe dixapînin.
Lê....
Bila dilê we bi we neþewite. Hûn ne yên bvi tenê ne û ne yên pêþî ne, ko nivîserên xwe dûrî weþanên kovar û rojnaman didehfînin.
Bila dilê we bi we neþewite, gava hûn bibihîzin, ko nivîserên ji xwe fihêt, dûr ji nivîsandina kovar û rojnaman direvin, da bi kêmanî, xwe rûreþ nekin.

Birano !
Bila mirov derîkî bi mifta darî be, li ber kavilekî bi xwedî be, ne dergehekî bi mifta zîvî be, li ber xanîkî bê xwedî be.
Bila mirov sebeteke li kevbnepaçan girtî be, li ber destên pîreke ji xwe bi hêvî be, ne sebeteke ji dur û lalan dagirtî be, li ber destên bûkeke bê hiþ û bê mêjî be.
Bila mirov miþarek kulîlkên bi xwedî be, ne gulzareke gelviçî be.

Birano !
Berî ez çîroka “ Min di çapa we ve “ ji we re bêjim, ezê çend têbîniyên xwe li ser gotara “ Kî berpirsiyar e ! “ berçav bikim :
1. Di çapa we de hatiye : “....Bi hebûna wan û di riya nivîser re siqa dibe,...”.
Dugir 10.R.42 / 9. Lê, rastiya destnivîsê wilo ye : “ ... Bi hebûna wan û di riya wan re nivîser siqa dibe”.

2. Di çapa we de hatiye : “... Loma li pey nav û nîþanên zir û xapandî digerin, yan jî ( eger gotin giran be jî ) wilo ji wan tê xwestinb.
Lê hin dostan ez neçar kirim, ku þûna nivîsînê sipî bimîne.
Ez ne ji behweriyên xwe direvim, lê diyar e dem wilo dixwaze !.
Ji vê yekê jî mirov dipelîne, ko....

Dugir 10.R.42 / 20. Lê rastiya destnivîsê wilo ye :
rêza /, yan jî eger....., bi korrekterê hatibû sipîkirin. ji ber ko ev rêz di destnivîsê de hatibû sipîkirin, min têbîniyek li ser pelikeke biçûk nivîsî û bi destnivîsê ve þîrêz kir.
Di têbîniyê de, min ev herdu rêz nivîsî bûn :
Lê hin dostan...
Ez ne ji behweriyên....
Dêmek, gerek bû ev xal wilo hatiba nivîsandin :
“... Loma li pey nav û.... digerin. Ji vê yekê jî mirov...”,

3. Di çapa we de hatiye : “ .., di gelek waran de, sergêj û çavmiçan þerê kayînî û bi rengê....”_Dugir10.R.43. Lê rastiya destnivîsê wilo ye : “ .., di gelek waran de, sergêj û çavmiçan li xwe vedihewîne, dûrî pispor û zanyaran diçe, loma dibe garsîna þerên kayînî û bi rengê....”.

Birano !
Çîrok jî, bi kurtî, halo ye :
Qewlê gavanê gundekî ew bû, ko serê dewarê çapikek genim bistîne. Gavan ne bêkêr bû, lê Mozik li ber tîrêjên roka havînî har bû û êrîþ berda garana li mozelanê mexelî. Golikekî sil teriya xwe pêça, li ser piþta xwe rep kire kopal û berê xwe,bi rev, da gund. Gavên kir; ne kir ko golikê li mozelanê vegerîne, bi dest ve nehat. Dev lê berda û got. ” Min di çapa te ve” . Ango, ew çapa genim, ko ji gavantiya te bighe min, min nave. Wilo, Gavên “ Min di çapa te ve “ , piþtî reva her dewarê, digot. Piþtî westan û xwihdanê, Gavên li mozelanê nerî, dît va çêlekeke bêkêr mexelî ma ye, kayîna xwe dike û car caranm, bi melkesê serê teriya xwe, mozikê ji ghewdê xwe difirîne. Gavên, bi xulebûn, darek di tengala wê re kiþand, ew rakire ser piyan, berê wê da gund û got : “ Min di çapa te ve jî “.Piþt re Gavên jî tûrikê xwe da milê xwe û berê xwe da gund. Êdî gavantî nema kir.

Birano !
Gelek serkêþên çapemeniya Kurdî dar di noqa “ Xameyên “ nivîseran re kiþandine, da ji nivîsînê dûr herin û bimiçiqin.

Gelek gotarên weke “ Kî berpirsiyar e ! “ hatine nivîsandin û belavkirin, lê ji bêkêriya çapê ne hatine xwendin.

Gelek nivîser ji kirasê xwe derketine û li malên xwe, bi dilsarî rûniþtine.

Birano !
Ji ber ko em ji folklorê xwe çûçtî ne, ez ê bi peyveke þaristanî, ji we re, “ Bay “ bêjim.
Bay.... birano !
Bay.... dostno !
Bay.... heval û hogirno !




Rezoyê Osê
Rojava yê Kurdistan
Bajarê Qamiþlo

Dema nivisandina nivîsê : 20. 07. 1999
Dema weþana nivîsê : 06. 05. 2008



Rezoyê Osê

Serif.muestak@gmx.de


Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye !

www.pdk-xoybun.com


PDK - XOYBUN ê Biparêzin !


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )



Kurdistan Welatê Kurdaye !




Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin !






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=606