Pezkovî !



Pezkovî !

Diyarî ji giyanê gorbuhuþtên cejna Qurbanê re.
Yên ku bi destên terorîstan, bi xweteqandina ,
Li Hewlêrê, hatin kuþtin.


-1-
Dema
Kulehên Necdî
Rûpelên dîrokê kirkivandin,
Em
Bûne abonementên lîsta mirinê…!
Hinga
Me
Navê Xalxalokê kire : Kêzika Hecê
Û
Navê kerkê pîrê kire:
Kerkê Fatimayê…!
Kire :
Kerkê Nebî…!

-2-
Em,
Bi demê re,
Li Kerkê Nebî siwar bûn…
Me piþtên xwe vekirin,
Li ser serên xwe,
Kirin kofî
Û
Me,
Li ber dergehên kelehan,
Ala þer hilda…
Hinga
Heftê û du bablîsok li me rabûn…
Û…
Em ketin kûrika mirinê.

-3-
Çiya… Deþt… û zevî
Li ber barê me
Ranebûn…
Me
Xwe,
Di kuna Keftêr de,
Veþart…!
Dema roj li me hilat,
Em
Bûne dêwên heftserî…
Hinga
Me dev li xwe kir
Û
Xwe,
Di xwîna xwe de,
Gevast…!

-4-
Di
Buharê de
Em
Li dengê Pezkoviyan
Þiyar bûn…
Me
Zanî gonxwarin hatiye qedarê
Hinga
Me
Bi sersimên xwe ax kola
Û
Hebûna xwe berçav kir…

-5-
Nêçîrvanan,
Li pêjna simên me,
Li marîna hevbanîna me,
Xwe berdane deþta Hewlêrê…
Û
Kuþtina Pezkoviyên avis
Kirin armanc…!
Hinga
Em
Li ser xaka pîroz, xaka gonxwarinê,
Dane ber tîrên
Kevanên Necdî
Û
Bi þilfên þûrên zingargirtî,
Þûrên kevnezemanî,
Dane gurandin…!
Xwîna me bû gol…
Û
Em
Di roja Qurbanê de
Bûne qurban…!

-6-
Em
Bi þivanê Pezkoviyan
Behwer in,ko

Bilûra hinekirî
Ji kirasê wê derînin
Û
Karexezalan,
Li dengê wê, akin þevînê…
Hinga

Deþtên me jîndar bibin
Û
Demsal wê,
Di çerxa xwe de,
Bigerin….


Rezoyê Osê
Rojava yê Kurdistan
Bajarê Qamiþlo

Dema nivisandina nivîsê : ..............
Dema weþana nivîsê : 06. 05. 2008


Rezoyê Osê

Serif.muestak@gmx.de


Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye !

www.pdk-xoybun.com


PDK - XOYBUN ê Biparêzin !


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )


Kurdistan Welatê Kurdaye ! ( Kurdistan Map )



Kurdistan Welatê Kurdaye !




Fermo, li vir mizeke !

Piroje ya Kurdistan a Mezin !






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=608