Bi xêr hatin ser PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
         
                Kurdish   |   Turkish   |   Engilsh  |   German

Menu
  • Rûpela Serî
  • Nivîskarên Xoybunê
  • Nivîskarên Mêvan
  • Dîrok û Kurd
  • Nexiþê Kurdistanê
  • Belavok Lêgerîn
  • Cand û Huner
  • Helbestên Gel
  • Forum
  • Ankêt
  • Nuce
  • Album
  • Slayd Show
  • Muzîka Kurdî - 1
  • Muzîka Kurdî - 2
  • Kovara Xebat Vejîn
  • Kovara Xoybun
  • Pelgeyên bi Kurdî
  • Perwerdeya Siyasî
  • Malperên Kurdan
  • Li ser me
  • Arsiva Nûceyan
  • Nivîs & Nûçe Biþîne
  • Game-Cilîp- Listik
  • Game - 36KurdishTV

  • Nivîskar

    Ali Cahit Kirac

    Belavok
  • Belavokên Me
  • PDK- ARSIV
  • Belavokên We
  • Arþiva Xoybunê
  • Arþiva Niviskaran
  • Niviskarên Derkirî

  • Helbest
  • Ehmedê Xanî
  • E. Xanî - Memozîn
  • Mela Ahmedê Cizîrî
  • Dîwana Melayê Cizîrî
  • Feqîyê Teyra
  • Celadet Elî Bedirxan
  • Cîgerxwîn
  • Ciwanê Abdal
  • Osman Sebrî
  • Alî Cahît Kiraç
  • Feqîr Ehmed
  • Ahîn Zozanî
  • Abdullah Karabag
  • Alî Kolo
  • Armanc Nerwey
  • Aydin Coþun
  • Aydin Orak
  • Agir Abad
  • Bihrî Bênij
  • Dildar Îsmail
  • Ezîz Xemcivîn
  • Fethî Gezneyî
  • Felemez Akad
  • Hemreþ Reþo
  • Hîwa Qasim
  • Hindirîn Gullî
  • Hekîm Xêlexî
  • Hejarê Kurd
  • Hekîm Xêlexî
  • Husên M. Hebeþ
  • Amade Dive !!!!
  • Leyla Þemmo
  • Kiyaksar Temir
  • Konê Reþ
  • Kovan Sindî
  • Kalê Kurdîsî
  • Mehmed Çobanoxlu
  • Mehdî Mutlu
  • M.Kewê Dilxêrî
  • Mihemed Salih Alî
  • Tê Amadekirin !!!!
  • Navser Botanî
  • Nîhad Temir
  • Royarê Tirbesipîyê
  • Seydayê Dilmeqes
  • Sebrî Botanî
  • Sediq Sindavî
  • Seyid Feysel Mojtevî
  • Þivan Perwer
  • Þengal Osman
  • Seyda yê Arî
  • Îsmet Dax
  • Î. Xelîl Þêxmusoglu
  • FeyzulleKhaznawi
  • Xizan Þîlan
  • Y. Sebri Qamiþlokî
  • Helbestên We
  • Helbest û Stranê We
  • Helbest û Stranê Gel
  • Helbestê Bêperde-1
  • Helbestê Bêperde-2
  • Helbestê Bêperde-3
  • Helbestê Bêperde-4

  • Dîroka Kurdistanê
  • Dîroka Kurd
  • Kronolijî
  • Imp. Med
  • 200 Salê dawî
  • Mervaniyan
  • Cum. Mahabad
  • Serhildanên Kurdan
  • Serokên Kurdan
  • Kerkuk Kurdistane
  • Nasîna Kurdistanê

  • Cand, Huner
  • Pêkenî 1
  • Pêkenî 2
  • Cîrok
  • Bûyerên Dîrokî
  • Gotinên bapîra
  • Tistonek
  • Dîlok
  • Durik
  • Henek
  • Kilîp û Vîdeoyê Kurdî
  • Pirs, Bersîv û Pêken
  • Çand huner û tiþt
  • Xwarinên Kurda
  • Sitran, Def û Zurne
  • Lîztik, Spielen, Game
  • Listikên Zarokan
  • Kincên Kurda
  • Edebîyata Kurdî
  • Zimanê Me
  • Perwerda Ziman
  • Perwerda Civana
  • Perwerda Zarok
  • Zarok
  • Qutîya Muzîkê-3

  • Nivîsên Siyasî
  • Kurdistana Serbixwa
  • Rêzname & Program
  • Projeyan

  • Rojane
  • Serxwesi
  • Biranin
  • Pirozbahi
  • Daxuyani
  • Sirove
  • Lekolin
  • Roj buyîn pîroz be
  • Roportaj
  • Agahdarî
  • Bang - Pêþwazî
  • Daxwaz
  • Xebatên me
  • Wesiyetname
  • Þermezar
  • Þahî û Þabun
  • Þirîgatî - Yekitî
  • Name ( Mektup )
  • Dîtin û Ramanê we
  • Civîn û Semîner
  • Ji Raya Giþtî Re
  • Xonçe, Xwençe

  • Jina Kurd
  • Tekoþina Siyasi
  • Tehdeyîyen Siyasi
  • Tehdeyîyen Civaki
  • Daxwazen We
  • Perwerde
  • Tenduristi

  • OL
  • Ola Êzîdî - Agahdarî
  • Ola Êzîdî - Nasîn
  • Ola Êzîdî - Wêne
  • Ola Zerdeþtî
  • Ola Cihû - Nivîs
  • Ola Cihû - Wêne
  • Îsa Mesîh - Jesus
  • Bibel & Jesus - Film
  • Ola Îslamî - Nivîs
  • Ola Îslam-Mewlud

  • Survey
    Hun dixwazin di vê malperêde zêdetir ci bibînin?

    Sîyaset
    Nûçe, Radyo, TV
    Dîroka Kudistan
    Cand & Huner
    Muzîka Kurdî
    Wêne ( Foto )
    Nivîskarên Kurd
    Zimanê Kurdî
    Pirtûk û Kovar
    Helbestên Kurdî
    Dibistana Kurdî
    Ansîklopedî



    Encama Pirsînê
    Pirsînên me

    Dengdan: 43299
    Nirxandin: 0

    PDK - Slide Show
  • Barzani Slide Show
  • PDK Slide Show 1
  • PDK Slide Show 2
  • PDK Slide Show 3
  • PDK Slide Show 4
  • PDK Slide Show 5
  • PDK Slide Show 6
  • PDK Slide Show 7
  • PDK Slide Show 8
  • PDK Slide Show 9
  • PDK Slide Show 10
  • PDK Slide Show 11

  • Di dirokede iro
    Rojek wek îro...

    Slide Show – Xoybun

    Muzîka Kurdî – 1

  • Muzîka Kurdî - 1

  • Muzîka Kurdî – 2
  • Muzîka Kurdî - 2

  • Photo Gallery–Xoybun

    Foto & Animasyon
  • Nîþana Azadîyê
  • Tekoþîngerên Kurda
  • Wene ( Foto ) - 1
  • Wene ( Foto ) - 2
  • Flaman û Logo
  • Anîmasyon
  • Lîztik-Spielen-Game

  • Projeyên Kurd
  • Projeyên Kurd

  • Lêgerin / Link
  • Malperên Lêgerinê

  • TV'yên Kurdistan ê.
  • Kurdistan TV - Zindî-1
  • Kurdistan TV - Zindî-2
  • Zagros TV - Zindî
  • Kurdistan TV
  • Kurdsat - Zindî - 1
  • Kurdsat - Live
  • Roj - TV - Zindî - 1
  • Roj - TV - Zindî - html
  • Roj - TV - Zindî - swf
  • MMC - TV
  • XOYBUN - TV
  • Þîn Þahî - TV
  • Êzidî - TV / Zindî
  • Malpera Êzidî-TV/Zindî
  • Rojava - TV
  • KNN - TV
  • Rojhelat- TV
  • Zagros - TV
  • Komala - TV
  • Kurd-1 TV - Zindî
  • Tishk - TV
  • Vîn - TV
  • Newroz - TV
  • Zaza TV-Flash-Player
  • Zaza-TV-Media-Player
  • Zaza TV

  • Paltalk Download
  • Paltalk Download

  • Reklam
  • Hunermendên Kurd
  • Karmendên Kurd
  • Kirîna Tiþtan
  • Firotina Tiþtan

  • Radio Xoybun
    Radio Xoybun - Dengê Vejîn ê, Amade Dibe !

    Ansîklopedîya Xoybun
    Ansîklopedîya Xoybun ê A û B, Amade Dibe !

    Partî û Rêxistin


    Medya Kurd, Ereb, Tirk
    Bijî Kurd û Kurdistan
    Malperên Kurdî, Yê
  • Polîtîk-Civak-Huner.

  • _________________

    Bijî Kurd û Kurdistan
  • Medya Erebî

  • _________________

    Bijî Kurd û Kurdistan
  • Medya Tirkî


  • Qutîya Muzîkê-1
  • Qutî ya Muzîkê - 1

  • Zêrzewat ( Sewze )
    Zêrzewat ( Sewze )

    Sazîyên Dijberê Tirka
    Rêxistinên Dijberê Tirka

    Radyo Zindî ( Lîve )
    7 - Radyo yên Zindî

    Qutîya Mizîka Kurdî - 3
    Qutîya Mizîka Kurdî - 4

    Kurdî û Îngîlîzî
  • Perwerde ya Zimanê Kurdî û Îngîlîzî

  • Musa | Cihû | Jewry

     
    DEWLETEK Û ZÝMANEK

    (2234 gotin)
    (3880 car hat xwendin)   Dikare binivîse ser kaxêzê spî







    DEWLETEK Û ZÝMANEK

    Kelkela germa havînê ye. Xwêdan ji bedena mirov tête xwarê, kes nikare xwe li ber tîrêjên roka vê havîna Qamiþlo bigire. Çûk û çivîk li asman têne birajtin...Ji bil ku hin tiþt û miþt di hinavê mirov de di kel e, di fûr e û wek pêlên deryayê di ser hev re di qulip e.. Û bi demê re di perpit e. Dawîya dawî, tev ji mirov re di bin bîranên wek xewn û xeyalan. Wek, palgehekê ji pêþerojan re.. Dibe ku mirov hin caran pala xwe bide wan sûde yê ji wan bigir e û sebra xwe bi wan bîne.

    Di vê germê de bûyerek, bîranînek, wefadariyek tu çi navî lê dikî bike, bi xurtî li dergehê huþ, mejî û dilê min dide, ew jî eve; Bîranîna 55 saliya koçkirina rehmetî mîr Celadet Bedirxan e.

    Mîr Celadet Bedirxan, Evê ku ji berî 74 salan ve hawar û gazî Kurdan kiriye û gotiye : ( Yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêþîn jî yekîtiya herfan e. Ango ( Yanî ) ji bona nivîsandina zimanê miletekî, divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin. ) Hawar, hejmar 10, sala 1932 an

    Belê, wek ku diyare, ji sala 1991ê ve, em vê bîranînê li Qamiþlo bi bîr tînin. Lê îsal 2006, du gotaran, hevpeyvînekê û çûna min a Kurdistanê pêtir ez hejandin û livandim; Ji ber ku tev li dor zîlanekê digerin, ew jî zîlana zimanê Kurdî ye. Gotara pêþîn a romannivîsê Kurd Laleþ Qaso bû, bi navê ( Gelo ev Hikumeta Kurdistanê ye yan a Soristanê ye ? ), di rizgarî.com de, roja 28 June 2006 belav bûye.

    Romannivîs Qaso di gotara xwe bi kezeb þewatî dibêje, dibilîne û di pirse : ( Gelo bi rastî soran û hikûmeta wan nizanin ku di vê dewra kominîkasyona pir hêlî de, heger xwendegehên bi kurmancî venebin, tirk û ereb û farisên ku zimanê kurmancî pûç kirine wê hîn bêhtir pûç bikin û bi kurmancî re jî wî çaxî miletê kurmanc bi carekê ve pûç bibe û av û av here ?

    Gelo soran pê dizanin ku gava kurmanc asîmle bûn ew ê nebin soran, bibin tirk, ereb û faris, hi ? Bila soran û hikûmeta wan ji xwe re li asîmlasyona xelkê Mereþê, Meletyê, Dêrsimê, Rihayê û herwekî din binerin û bihejmêrin bê ka çend kes ji wan bûne soran yan gelo tirk ? Kurdekî Serxet û Binxetê xwezîka bûba soran û neba tirk û ereb; lê rastî ne wilo ye .... ).

    Gotara din a rojnamevan û xwediyê malpera Avestakurd.net e kak Dilbixwîn Dara ye, bi navê ( Zimanê Medyayê ), di Peyama Kurd, hejmara 92 de, roja 29 June 2006 hatiye weþandin, Birêz Dara di gotara xwe de dibêje; ku Soranî û Kurrmancî herdû bûne standart... û pêwîst dibîne ku Kurd bi Kurmanciya ku piraniya Kurdan pê di axêfin bibe standart ...Ne ku her yek li gor devoka herêma xwe an navçeya xwe TV yan veke û rojnameyan bi weþîne ... Hevpeyvîn jî, kak Yeko Ardel bi Dr. Yekta Uzunoglu re li darxistiye û di malpera Celadet.com de, roja 30 June 2006 belav bûye..

    Dr. Yekta di bersivên xwe de wiha dibêje : ( Baþûrê Kurdistanê hêdî hêdî dibe koloniya tirkan. Alek dane me, serokê me kurd e, helbet baxtewari ye. Ez ditirsim serpêhatiya welatên efrîkî yên salê 50 û 60 î were serê Baþûr jî...) Hem jî tiþtin nû þanî me dide di warê aboriyê de .... Bi rastî van hîmenên ÞÎN Û ÞAD ( Þîn þad ), ez êþandim û dehifdam ku van gotinan durêzî hev bikim û serê we jî bi xwe re bi êþînim, di vê bîranîna 55 saliya bavê zimanê kurdî yê Latînî, mîr Celadet Bedirxan de.

    Di nîsana 2006 an de, ez hatim vexwendî kirin bo ( Festîvala Bedirxan ) a sisyan li Hewlêrê, paytexta Kurdistana azad û serbixwe li Baþûr. Wek ku diyare, ev festîval her salekê li bajarekî Kurdî ye. Sala pêþîn li Silêmaniyê bû, sala diwem li Duhokê bû û îsal jî li Hewlêrê bû. Min jî, kar û barê xwe kir, berhema xwe ji bo xwendina di festîvalê de, li dor navê Festîvalê û Bedirxaniyan amade kir. Bi kêf, þahî û eþiq, mîna Sofîyekî ku here Hecê, tevî asteng û dijwariyên sînor, min xatir ji zarok, xizm û karên xwe xwest û berê xwe da Kurdistanê.

    Kurdistan : Ev gotina mezin, ev xewna þêrîn a ku bi mijandina þîrê dayikê re, bi me re mezin bûye, û piçik piçikên wê ketiye xwîna me de. Kurdistana ku bavê min û we bi hisreta bihistek axa wê a azad bûn. Mirin û ev azadiya ku îro lê heye nedîtin..Ez jî çûm, di Zaxo, Duhok, Þeqlawa û Selahedîn re derbas bûm. Li Hotela ( Burca Hewlêr ) bûm mêvan û dor heftiyekê li wir mam.

    Li wir, min ji herçar perçeyên Kurdistanê, Ermenistanê û sirgunê nivîskar û rewþenbîrên Kurd yên bijarte dîtin. Ji Amedê ( Diyarbekir ), Batmanê û Stenbolê, ji Mehabad, Sine û Ormiya, Ji Qamiþlo, Efrîn û Þamê, hem jî, ji Silêmaniyê, Kerkûkê, Hewlêrê, Duhokê û Zaxo... Di gel emîre Sînem Xan keça mîr Celadet Bedirxan, xanima yekem di Îraqa federal de ( First Lady ) Hîro Îbrahîm Ehmed û Serokê hikumeta herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî. Em tev xêliyên Mîrê Botan bûn. Her yekî ji me divî bû ku dewla xwe di bîra Bedirxaniyan û mîrnîþiya Cizîra Botan de dake û qurtek ava sar û cemidî ji bîra wan vexwe ... Her yekî di xwest kevirekî, latekê an hîmekî herifî ji Burca Belek li cihê wî vegerîne... Her yekî ji me di xwest; Memo û Jînê vejînin û Beko bimrîn in û bikujin...

    Li Hewlêrê, me sihbetên bedew bi hev re li derbas kirin û me ji nêzîk ve hev û din nas kir, li rewþ û halê hev pirsî... Li wir min gelek tiþtên xweþ dîtin û ji kêf û þahiyan re, xew razî nebû ku bibe mêvanê çavê min .. Lê bi tenê tiþtekî giring, gelekî giring çavên min lê neket . . ! !

    Tevî ku çavên min lê digeriyan; min zimanê Kurdî bi tîpên latînî ne dît; min kovarek, rojnameyek ne dît ku em tev di bin sîbera wê de xwe bidin hev, û birêka wê nûçeyên festîvalê, Hewlêrê, kurdistanê û Cîhanê bixwînin ..

    Mixabin û sed carî mixabin me ew rojname ne dît... Ev Kurdistana azad ku ji 15 salan ve bingehê wê hatiye danîn, ji 15 salan ve gelê Kurd li wê herêmê, desthilatiya xwe bi xwe dike. Bi al, hikumet, perlemento û wezîre...

    De ka careke din em li nîrê zêrîn vegerin, û li xwediyê gotara ( Zilamek û Zimanek ) vegerin, li mîr Celadet Bedirxan û dûrdîtina wî ji yekbûn û standartbûna zimanê Kurdî re vepexêrin.. Mîr Celadet Bedirxan, evê ku ji berî 64 an ve gotarek di kovara xwe HAWARê de belav kirye bi navê ( Zilamek û Zimanek ), Kovara Hawarê : 1942, hejmara : 40

    Di vê gotarê de bi têr û tesel li dor vejandina zimanê ibranî radiweste û rola Elyêzer bin Yehûda di vejandina vî zimanê mirî de þanî me dide. Di sala 1922 an de gava Elyêzer bin Yehûda mir, zimanê ibranî yê ku berî 30 - 40 salî ji wê hingê ve zimanekî mirî bû, wî ew ziman kir zimanê miletekî. Îro ev ziman di Felestîn û îsrail de zimanekî fermîye, zimanê dewlet û hikûmetê ye. Elyêzer bin Yehûda xortekî cihû bû ji welatê Ûris, bi zimanê ibranî qet nizanî bû, li ber halê miletê xwe diket. Yehûda didît ku halê miletê wî ji halê her miletê din xirabtir e.

    Cihû ne bi tenê bê welat û bê hikûmet in; lê zimanê wan jî nîne û bi zimanên xelkê xeber didin. Qerara xwe da û di dilê xwe de got: divê cihû jî weke xelkê zimanekî wan hebe û tevde pê baxêfin. Yehûda bi xwe hînî zimanê xwe, hînî ibraniyê bû... Niha hewildan hene ku zimanê Îbranî di nav civata miletê xwe de belav bibe... Di sala 1932 an de, dema ku mîr Celadet Bedirxan kovara xwe Hawarê li Þamê, bi tîpên latînî weþand û naveroka wê bi berhemên nivîskarên kurmancan û soran xemiland. Hingê ew li yekîtiya Kurdan digeriya, ji ber ku wî yekîtiya kurdan di yekîtiya ziman de didît, û yekîtiya ziman, bêguman di yekîtiya tipan de ye.. Li Afganistanê mêzekin; ji ber pir zimaniya gelên Afganistanê û nebûna zimanekî standart, ku gelên wê tev xwe di bin sîbera wî zimanî de bidin hev, yekîtiya Afganistanî têk diçe.. Pakistan jî mîna wê, ji ber pir zimaniya axaftina tê de, biryar stand ku zimanê îngilîzî bibe zimanê fermî ji dewletê re..

    Sebaretî me Kurdan, nexeme ku Kurd dû celebên tîpan bi kar bînin, dû celeban standart bibînin, wek ku birêz Dara tîne zimên... Lê cihê daxê ye ku celebek li ser hesabê celebekî mezin û girs bibe... Wek ku birêz Qaso di gotara xwe de bi wêrekbûn di pirse û baweriyên xwe li ber xwendevanan radixîne...

    Xuya ye ku mîr Celadet Bedirxan ji berî 74 salan ve, bi tena xwe, bê dewlet û hikûmet, bîra vê rojê dibir û ne divîbû ku di pêþerojan de du alfabêyên standart ji zimanê Kurdî werin bi kar anîn. Dema dibêje : ( yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêþîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî, divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin . . ) Hawar, hejmara 10 an sala 1932 an.

    Gelo roja îro, çilmisandin, ne avdana û guhdana zimanê kurdî bi tîpên latînî li herêma Kurdistana azad û federal, gunehê kê ye.. ? Gelo gunehê nivîskar û rewþenbîrên Badînan e ku zimanê latînî pêþnaxinin û guh lê nakin an bi wê rola ku ji wan tê xwestin ranabin ..?! Gelo rola rewþenbîr û nivîskarên Soran ji yên Badinan aktivtire û rê nadin wan..?! Çima hikumeta herêma Kurdistanê û rewþenbîrên wê bi çavê ku tê xwestin li birayên xwe di perçeyên din de na nerin yên ku bi latînî dixwînin û dinîvîsînin..?! An tiþtin din hene û hêj dem nehatiye ?!

    Ev tiþtana tev, di vê bîranîna 55 saliya koçkirina mîr Celadet Bedirxan de, gotarê wî ( Zilamek û Zimanek ), li dor Elyêzer bin Yehûda tîne bîra mirov. Hem jî giringî û dûrdîtina wî; bê çendî di pêþerojan de di ponjî û nedivî bû ku kurd têkevin wiha gengeþe û alozî de.. Lê sed heyf û mixabin ku Xwedê jê razî Tewfîq Wehbî Beg, di vî warî de, warê standart kirina alfabêya kurdî latînî û belav kirina wî di nav Badînan û Soran de, xwe ji dûv da paþ û alîkarî pêre nekir, wek ku mîr Celadet di xwest... Ji bo vê yekê mirov dikare li kovara Hawarê hejmara 10 an sala 1932 an vegere.

    Berî ku ez mijara xwe bi dawî bînim, çav bi gotarê kak Zekî Ozmen xwediyê malpera Celadet.com ketim.

    Hêjaye ez çend hevokan ji gotarê wî, yê ku îro di eynî malperê de hatiye weþandin li dor van yekan ji xwendevanan re raxînim birêz Ozmen bi kezeb þewatî di vê bîranîne de, vê nûçeya nû belav dike û bibêje : ( Van rojan nûçeyên behsa Windowsa kurdî tên kirin pêrgî mirov tên. Mixabin tikes ne di ferqê de ye û tikes nabêje ku ev Windows wê ne bi alfabeya Celadet afirandî be.

    Bêgoman xebata Windowsa kurdî ya di navbera Hikumeta Kurdistanê û Microsoftê de tiþteke girîng e lê belê mixabin ev xebat wê ji bo standartkirina zimanê kurdî û standartkirina alfabaya kurdî ti xizmetê neke û ev xebat wê bibe sedem ku hewlên standarkirina zimên û alfabeyê bêrgî zehmetiyên mezintir werin.

    Erdal Ronahî, ku digel çend hevalên xwe pergala xebatê ya bi navê Linuxê diwergerîne kurdî, li ser van nûçeyan wisa got : ” Ecêb e, hemûkes bi xweþbînî pêþwazî vê xebata Windowsa kurdî dikin lê belê tikes nabêje ku piraniya kurdan wê ji vê Windowsê bêpar bin. Windows wê bi zaravayê soranî be û wê bi alfabeya erebî be . . . ” )

    Di vê kelkela germa temûzê de, di vê bîranîna mîr Celadet Bedirxan de, min gotarê wî ( Zilamek û Zimanek ), li dor vejandina zimanê ibranî û Elyêzer bin Yehûda xwend pêre pêre jî, min ji xwe re got : Mîr Celadet Bedirxan zilamek bû bi karê dewletekê ra dibû.

    Ziman mîna alê ye, pêwîste zimanekî me yê netewî hebe, em tev li dor kom bibin, pê bi axifin, pê bi nivîsin û bi gotin û bêjeyên wî zimanî hestê xwe derînin û hez hev bikin...

    Rojavayê Kurdistan - BajarêQamiþlo 14. 07. 2006


    Konê Reþ

    Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg

      

    [ Vegere: Konê Reþ | Indeksa Beþan ]


    | PDK-Baþur | PDK-Baþur | PDK-Xoybun | PDK-Rojhilat | Kurdistan Media | Xebat |


    PDK - XOYBUN.Com 2003 All Rights Reserved
    Email : xoybuncom@yahoo.de
    _______________________________________________

    Ev malper, herî bash, bi Avant Browser, tê xuyakirin...

    Diese WebSeite wird am besten mit dem Avant Browser betrachtet...

    This site is best viewed with Avant Browser...

    Download !!!

    This site is best viewed with Avant Browser...

    Diese WebSeite wird am besten mit dem Avant Browser betrachtet...

    Ev malper, herî bash, bi Avant Browser, tê xuyakirin...

    _______________________________________________

    Content û Naverok


    _______________________________________________

    Pêlê Logoyên Li Jêr Bikin ! Press the Logos Below !


    Open Society Foundations


    Clinton Foundation


    Bill & Melinda Gates Foundation


    Rockefelleer Foundation


    International Monetary Fund (IMF)


    Office Of George W. Bush


    Bush Foundation


    George W. Bush Foundation


    IBRD - IDA | World Bank Group


    Rockefeller Capital Management

    _______________________________________________

    _______________________________________________


    Private Bank - Deutschland Frankfurt

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    Neue, Biligen und Große Wohnungen Zu Vermieten.

    Gratis Strom und Heizung für Mieter.

    _______________________________________________


    _______________________________________________


    Ezê Ji Wera, Li Almanyayê, Dikana Pîzza, Ji Nuva Vekim.
    Kontakt Tel. : 0049-176-93036339


    Ezê Ji Wera, Li Almanyayê, Dikana Kîosk, Ji Nuva Vekim.
    Kontakt Tel. : 0049-176-93036339

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    Tabacco

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________



    Kurdistan, ''Þerab bi kurdî xweþ e''.

    _______________________________________________



    Þerab : Baron Philippe de Rothschild Wein.



    Þerab : Baron Philippe de Rothschild Wein.

    _______________________________________________


    Wodka Stepanoff - Doppelkorn - Weinbrand und etc

    _______________________________________________






                    
    Google