YAN KURDISTAN YAN NEMAN

FÛAD SÎPAN (AKPINAR)

Almanya, 13.03.2004


Dewleta El-Mixaberat dîsa xwîna Kurdan rijand. Gorî agahiyên Kurdan ji duh de li Qamîþlo û derên din li Baþûr-Rojava, Kurdistana binxetê heta niha nêzîkî 70 kes þehîd ketine. Sebra gelê me êdî ne maye. Gelê Kurd êdî naxwaze bindestî, dibêje yan Kurdistan yan neman. Ma em ji çi rojê re dibin, ewên mafên me yên rewa jî ji bo me nasnakin, ew vî mafî çawa ji bo xwe de dibînin.

Min ji duh de bi dehan caran ji Televîzyonên Almanya, ARD (Tagesschau, Tagesthemen), ZDF (Heute û Heute Journal), RTL, ajansa Almanya DPA, û Balyozxana Amerîka re telefon kir û ew der bûyerên qetliyama Qamîþlo û derên din agahdar kirin. Min ji wan re got, ku ma qet qîmeta agahdariyê jî tune, ku hûn qala rêjîma Sûriyê nakin. Lê çapemeniya Almanya jî wek siyaseta Almanya çi der mafê Kurdan de bi awayekî negatîv mêze dikin.

Siyaseta Almanya û Ewropa ya durûtî vê carê jî rûyê xwe yê reþ wek her dem baþ rayê me Kurdan dide. Min ji duh de sê caran ji wezareta Almanya, ya derve re telefon kir û wezaret der barê vê qetliyama Qamîþlo agahdar kir û ji wan xwest, ku bi rêjîma Sûriyê ve têkilî çê bikin û zor bidin ser wan, da ku ew siyaseta xwe der mafên Kurdan de biguhêrin û pêþî li qetliyamên mezin dijî Kurdan bigirin. Her car bersiv wiha hate dayîn ”Me wezîrê derve agahdar kir, çi hewce be, dê bike”.

Min pirsî, ku êdî divêt çi bibe, ku wezîrê we û hukumeta Almanya daxuyaniyekê li ser vê qetlîamê bide? Wan nikari bû bersiva vê pirsê bidin, çumkî dewleta Almanya xwe ji zû de firotiye Erebên þovênîst û kevneperest. Hukumeta Almanya her dem dibêje, ku berjewendiyên wan di ser her tiþtî re ne. Ev jî têye wê wateyê, ku ew xwe firoþ in, kî zêde pere bide wan, ew siyaseta wan diparêzin, Loma ez siyaseta Almanya dijî Kurdan bi nefret û îbret protesto û mahkum dikim. Bila ew meraq nekin, ger Kurdistan serbixwe îlan bibe, emê ji herkesî zêde tir pere bidin wan.

Bijî Kurdistan

Bijî þehîdên Kurdistan

Bijî Baþûr-Rojavayê Kurdistanê

Bijî bajarê Qamîþlo

Bimre dewleta el-mixabarat, bassî, Esad û mesad







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=155