DAWIYA HILBIJARTINAN

FÛAD SÎPAN (AKPINAR)

Almanya, 31.03.2004

Kurdistaniyên hêja!


Berî hertiþtî lêborînê ji we dixwezim, ku min ji bo sedemên taybet nivîsa xwe ya dudiyan beriya hilbijartinan neqedand. Lê ezê di pêþerojê de dîsa wegerim ser mijarê.

Belê, hilbijartina herêman qediya û wek gotineke me Kurdan heye, dibêjin, ”Helawî erzan bû”. Yanê siyaseta Îmralî ya Kemalîstan bi ser neket. Sedema serneketina DEHAPê ya herî girîng siyaseta wan ya tevlihev e. DEHAP nikare bi serê xwe polîtîka bike, çumkî vîn û îrade li Îmrali ye. Vîn û îradeya Îmralî jî di destê serleþkeriya Tirkan de ye. Kî çi dibijê bila bêje, ewên ku naxwazin vê rastiyê bibînin û jê bawer bikin, ew vê bêrûmetiyê jî qebûl dikin. Çumkî ew kesana rantçî ne. Rûreþiya herî mezin jî ew bû, ku DEHAP di bin siya SHPê de kete hilbijartinan.

Çumkî îmza SHP û bi taybetî ya Murat Karayalçin di salên 1980 û 90î de di bin kuþtin, koçberî, îþkence, lêdan, ji holê rakirina kesên nediyar (faili meçhul) û ji holê rakirina bi hezaran gundên Bakurê Kurdistanê de ye. Ewên ku çûn bi dijminên Kurdan re îtîfaq çêkirin, wan ev bê rûmetiya qebûl kirin, loma gelê me jî bersiveke baþ da wan.

Ez dîsa û dîsa, sed carî û hezar carî dubare dikim, ku heta rêxistinên Kurdan û Kurdên bi desthilat in ji gelê Kurd û Kurdistanê re bi duristî tevnegerin û rastiyê nebêjin, dê bi ser nekevin, dê winda bikin, winda bikin, winda bikin......

Gelê Kurd pir bi sebir e û fedakar e. Mafê kesî nîne, ku bi niyeta gelê Kurd ewqas bilîze. Gelê Kurd bira û bavê kesî jî nîne, ku ewên ji sibê heta êvarê bi derewan û gotinên vala serê gelê Kurd gêj dikin. Ew Kurdistaniyên bi mîlyonan derdikevin kolanan, Apocî bawer dikin, ku ew hemû alîgirên wan in. Lê hilbijaritina vê carê jî baþ rayê da, ku wisa nîne.

Belê ez bawer dikim, ji ber nakokî êdî di nav PKK/KADEK û an jî KGK pir zêde bûne, dê di pêþerojê de refên welatparêz û rantçiyan baþ eþkere bibe.

Murat Karayalçin ê Kemalîst di pê hilbijartinan de di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de wiha dibêje, ”Barzani ve Talabani, Kemalist SHP’ye oy vermeyin diye bölgede kampanya açtýlar. Bunun da oylarýn düþmesinde etkisi oldu” (Barzanî û Talabanî li herêmê kampanya vekirin, ku kes reyên xwe nedin SHP a Kemalîstan.)

Ji ber ku siyaseta Kemalîstan di nav Kurdan de, gorî daxwaza dilê wan bi ser neket, loma Murat Karayalçin dixwaze bi vê daxwiyaniyê bi destên Apociyan Kurdên Baþûr reþ bike û wan wek hedef rayê bide, da ku di navbera Kurdan de dijminahî çê bibe, ku di pêþerojê de Kurd nêzîkî hev nebin.

Yanê Murat Karayalçin îdîa dike, ku Kek Mesût û Mam Celal bûne sedemê paþketina SHP. Rast e mirov bêje Murat Parayalçin, çumkî kîjan erebe saze ew lê sar e. Ewî heta sîsaliya xwe rozeta MHP ê ya faþîstên Tirk li ser paskura xwe gerand û niha jî bi navê Sosyal demokrasiyê polîtîka dike û dixwaze hin Kurdên mêjû xwelî bixapîne.

Apociyan gelê me kire rewþeke wisa xerab, ku gelê me yê Bakur di vê hilbijartinê de di navbera xelîl û celîl de ma. Ew reyên ku ji SHP ê re çûn jî ne bi dilê gel bû. Gelê Kurd mecbûr ma, ku tercîh bike, yan AKP û yan jî SHP. Loma SHP çend belediye kire destê xwe.

Ger di Kurdistanê de alternatîv heba, min dizanîbû ku dê çi? Were serê Kemalîstan !







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=172