HILBIJARTINA PARLAMENA EWROPA DI 13.06.2004 an DE

FÛAD SÎPAN (AKPINAR)

Almanya, 07.06.2004


Gotina ”Europa (Ewropa)” navê keçikeke pir bedew bûye, ku ji vir 3000 sal berê, di dema ku Yewnaniyên kevnare pir Xwedayên wan hebûn, li herêma ku niha Libnan jêre tê gotin, li bajarên Tyrus û Sidon, ku wê hingê warên Fînîkiyan ‘Phoinikien’ bûn, jiyaye. Keçika ku navê wê Ewropa bûye qîza Qiralê wê demê Agenor e. Europa wisa bedew bûye, ku dema Zeus, xwedayê Yewnanan yê herî mezin wê dibîne, dibe evîndar û aþiqê wê. Zeus xwe dixe dirûvê gayekî xweþik û gava Ewropa li ser piþta wî siwar dibe, ew wê direvîne û tîne girava Kirêta. Ewropa ji Zeus dipirse, ku navê vî cihî çi ye? Zeus dibêje, navê vir Kirêta ye û ez jî Qiralê vir im û ji îro û pêve navê vê parzemînê dê ji bo her dem bibe Ewropa. Yanê navê vê parzemînê ji navê keçeke Rojhilata Navîn hatiye.

Parlamena Ewropa temsîliya gel û mirovên li Ewropa dijîn dike. Hemwelatiyên Ewropa ji sala 1979an û vir de berpirsiyarên xwe ji bo pênc salan raste rast (dîrekt) ji bo parlamenê hildibijêrin. Heta niha 626 parlamenter li hemû welatên Ewropa dihatin hilbijartin. Ji ber ku Yekîtiya Erwopa bi beþtarbûna 10 welatên nû êdî bû 25 endam, loma hêjmara parlamenteran jî zêde bû û dê di pê hilbijartina 13.06.2004an de bibe 732 parlamenter. Ji ber ku Almanya di nava Yekîtiya Ewropa de bi hemwelatiyên xwe welatê herî mezin e, loma piraniya parlamenterên YE ji Almaya diherin Strasbourgê. Hêjmara parlamentarên Alman 99 in.

Hîmê YE di 9.05.1950î de ji aliyê wezêrê derve yê Firansa Robert Schumann û yê Alman Schiller li Parîsê bi planeke ku çareserî di navbera Ewropiyan de bi awayekî azadî pêk bê hate danîn. Û di sala 1951ê de 6 dewletên Ewropa, Belçîka, Almanya, Îtalya, Fransa, Luxemburg û Holanda peymanek ji bo komir û pola di nav hev de heta 50 salî îmze kirin. Di sala 1973an de bi beþdarbûna dewletên wek Danîkarka, Îngiltere û Îrlanda YE mezin bû. Di sala 1986an de Yewnan û di pê re jî Îspanya û Portekîz bûne endamên YE yê. Di sala 1995an de jî Fînlandiya, Austûrya û Swêd bûne endamên YE. Û wek tê zanîn demek ne dûr e, ku 10 endamên wek Estonya, Letonya, Lîtvanya, Polonya, Komara Çek, Slovakya, Slovenya, Macarîstan û herwiha Malta û Qibris di 01.05.2004an de bûne endamên YE.

Ji ber ku em Kurd bi deh salan e li Ewropa dijîn û hin kes ji me hemwalatiyên welatên Yekîtiya Ewropayê ne û mafên me yên hilbijartirtinê jî heye, loma hilbijartina parlamena Ewropa, me Kurdan jî eleqedar dike. Kêm zêde mîlyonek Kurd li Ewropa dijîn. Piraniya Kurdan li Almanya dijîn. ( Ger, ew kesên ku eslên wan Kurd in û dikarin li welatên Ewropa hilbijêrin û bi zanehî reyên xwe bidin partiyên Ewropa, dê bikaribin di paþerojê de bibin xwedî gotin jî. ) Lê pir mixabin ku hên Kurd ji rêxistineke profesiyonel dûr in û loma nikarin bi partiyên Ewropa re li ser reyên xwe têkevin nava bazara siyasetê. Him sedem û him jî astengî ji aliyê Kurdan ve hene.

Lê dîsa jî divê Kurd baþ bizanibin, ku kîjan partî û kî mafê wan û berjewendiyên wan diparêze. Ez rewþa Almanya dizanim û ancax dikarim li ser Almanya nêrînên xwe bêjim. Pir mixabin, ku muhafezekarên Almanya him di pirsa Kurdan de, him di pirsa biyaniyan û him jî di pirsa Întegrasiyonê de hên pir teng difikirin, biyaniyan cidî nagirin û di hilbijartinan de li dijî biyaniyan siyaseta xwe dikin. Ev jî sedemeke girîng e, ku dilê me naxwaze, em reyên xwe bidin muhafezekaran.


Partiya Sosyaldemokrat SPD û partiya Keskan Die Grünen/ Bündnis 90, yên ku niha li Almanya desthilatî di destê wan de ye, bi Kurdan re îxaneta herî mezin kirin û heta niha jî ji bilî çend gotinên vala li ser mafên mirovan ti tiþtek ji Tirkan re di pirsa netewa Kurdistanê de negotine. Partiya Schröder û ya Fischer çewtiya vî tiþtî dikin û borîjeniya Tirkan dikin, ku bila Tirkiye têkeve nava YE.

Bi þertekî tenê endametiya Tirkan ji bo YE tê pejirandin. Heta Tirk ne amade bin, ku mafê gelê Kurd yên rewa bê qeyd û bê þert bipejirînin, divêt em li dijî endametiya Tirkan ya ji bo Yekîtiya Ewropayê bin. Em napejirînin, ku Tirk tenê bi çend gotinên Kurdî yên vala û bê bingeh di TRTê de bibin endamên YE.

Niha li Almanya yek partiyek heye, ku ji partiyên din cida ye û li gorî rewþa îro pirsa Kurdan tîne ziman, ew jî partiya e. Loma divê Kurd reyên xwe bidin vê partiyê.


  • Çavkanî

    http://www.europarl.de/index.php?psize=1024&rei=8&dok=426

    http://www.europarl.de/index.php?rei=8&dok=195&vers=norm&PHPSESSID=2943133d80ba58de6163a08d5eb6c1b9#out

    http://www.europarl.de/index.php?dok=202&rei=5&vers=norm&PHPSESSID=381ae2ca0ff0d3a1e6af263a086f0b90#ziel

    http://www.mythologica.de/zeus.htm









  • Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

    Bo vê nûçeyê navnîþan:
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=181