Þano 2 - XÊZA SIPÎ


Ciwanê ABDAL


Þano 2

XÊZA SIPÎ

Kesên þanogerê peyvînê:

1- Eyo ; navoser ye

2- Camo; navoser ye

3- Fatê ; jina Eyo ye

4-Hacî; pismamê Eyo ye

5-Dadmend ; karmendê dadê du leþker û serleþkerek û kesin din.


1- Berê pêþîn

Hewþa mala Eyo, qerebalix û deng pêketiye, cîran vehewiyane, ji dûr ve Hacî pismamê Eyo bi lezûbez tê, dawa wî di devê wî de ye û bihn lê çikiya ye, bi temenê xwe navosere ye.

Eyo û jina wî Fatê , û Hacî kom bûne.. û hin kesên li wê derê vehewiyane, ..

Hecî - Xêre.. we xêre lo, hewara we bi ezmana ketiye..?

Eyo - Lawê yadê dibêje we xêre..? li cem jina xwe paldaye, û xelk dibezin me û hina dibêje we xêre..?.

Hacî - Ê, erê we xêre, ka ji min re bêjin.. ka kîne biziyane we, ma min ji destê xwe bûyera we bihn kirye,?!.

Eyo - Ma te bi dengê me nebihîst ..! ?

Hacî - Vaye min bihîst û bi lez û bez ez hatime ..

Fatê - Xêre yabo.. xêre, Eyo û cîranê me Camo rabûne hev, ji bo deynê birayê wî Hemo..

Eyo - Keçê devê xwe bigre, qîza niza çi, ne eve mebesta mine lê, ro li nîro mafê me bê xwarin, qene mêr li dunyê neman e ..!!

Hacî - Dîsa ev Camo ye.. qene cara din jibîr kirye, ezê çavê wî derînim, heger xwîn nerije nabe, ez erê nakim tucarî, ka li kuye? bila kes navbênçîya me neke.. ya ewê xwedê bi me de yan wê xwedê bi wî de.. law sax nemirî û êrîþî pismamê min dike, ka bide pêþêya min...? !

Fatê - Nifret li Nebîs bîne.. Hacî, ya rast Eyo serê Camo þkandiye û xwîn jî pêde aniye..

Hacî - Ê.. çê-xweþ kirîye, lê ne bese ha, divê em çavê gelekan pê biþkînin, wa.. qene em ne mêrin û ne ji piþta mêra ne..?! ma em ne Kurdên çiyayîne ..? !

Eyo - Kuro ne eve mebesta min, divê em mafê xwe bi destê xwe bistînin, divê em xanî û hewþê ji dêvla perê xwe bi-dest-xînin, û min wiha got û min dest pêkir..

Fatê - Ehva.. du-sê nefer leþkerê welat bi Camo re hatine, xuyaye çûye kilî yê xwe kirîye.

Eyo - Ê.. û dawî yê emê çibikin û emê çawa bikin.. ha ..

Hacî - Ê.. ev jî heye, ma ezê ji tere bihêlim vê yekê law Camo?.. heger rok di jîna min de ma be ..

Eyo - Bi xwedê ezê birevim û xwe bidim alîkî ango xwe veþêrim.. kuro wê bi ser mafê me de, me bi lêxistinê bikujn ..

Fatê - Giran be Eyo.. xwedê ji te razî be..

Serleþker - Kî ji we Eyo ye..!?

Hacî - Ma bê silav ?, silav ji bo xwedê ye..

Serleþker - Tu huþbe, kuro tu kîye..? qene tu ye Eyo, ma dunya berî berdane.. hûn sawa dewletê nakin.. yelahh bide pêþya min, û tu jî were bi min re.

Hacî - Ya pêþî ez ne Eyo me, û ya didiwan ; ez dibêjin ji bo çi ?.. ha.. yê min çiye.? !

Serleþker - ( bi zirt ) Ne peyvek kêm û ne yek zêde.. ka tev de bidin pêþiya min, hûnê li wir mebestê nas bikin ..


* * *

2 - Berê Dawîn

Odak dadgehî, Serdadmendkar û Eyo û pismamê wî Hacî û Camo jî li hember wanin.. û hin kesên din civiyane an li pêþiya hevin.

Dadmend : Bi navê yazdanê dilovan, em dest bi civîna dadgehî dikin, Camê Bavî û Eyûbê Xerzî , fermo kin ber bi min de, ( herdu kes ber bi masê ve derin û hember dadmend disekinin ) tu xwe bide nasîn û bi dûv’re tu jî xwe bide nasîn, û her yek ji we çîrok û bûyera xwe ji min re bêjin, fermoke þipya raweste Camê Bavî û bi kurtî bêje.. û kes di ber hev re nebire, ta peyvên xwe xelas bike ji bo ez xweþk fêm bibim..? !

Camo - Ezbenî, ez di bextê te û xwedê de me Eyo, ango Eyûbê Xerzî stemkariyê li min dike, û ew û lawê apê xwe Hacî ducaran beziyane min, an tu kesekî min tune ye û ez bi hêvîme tu alîkare bi dadiyê re .

Dadmend - Baþe.. baþe, çawa setm-karîyê li te dikin.. ka bêje ?.. law. ( dizîvire ser Eyo ) kuro tu çawa stemkarîyê lê dike, ka daxwaza te jê çiye..!?

Eyo - Ez qurban, min tu stemkarî lê nekirî ye, lê belê mafê min xwariye, û ez li vir ji te bi hêvî me ku doz û daxwaza min bi dadî tu bi cih bîne..! ?

Dadmend - Xuyaye doz û daxwazî heye, ne pevçûne tenê ye, ka bêje bi kurtî da li te guhdar bim ..? !

Eyo - Bi rastî ez qurban, deynê min lê heye , û ez bi serbestî doz dikim, ji ber ku ji min re divê, lewra deynê kesan jî li min heye û divê ez bidim wan, lê ew dide virra û tiþtekî nade min.

Dadmend - Çima Camê Bavî tu deynê wî nadêyê.? !

Camo - Ezbenî.. çi deynê wî li min tune ye, û ez bi tûm wî nasnakim.. ji ber deynê wî - wek ew dibêje - li birayê min Hemo ye, û Hemo jî ev du mehin li SerXetê di zindanê de girtîye, di ber mal-cawê wî de ..

Dadmend - Çawa.. çawa .. ! ?

Camo - Mamoste ; wek tu dizane kar ne þerme, û birayê min Hemo mal-caw ji dikana Eyo dikirre bi ta firotinê, ango herdu ji kar-xebata xwe bi hev re havil û sûde digrin, û bi rastî -ezbenî- ez jî vî karî dikim, lê mexabin qedera birayê min xirabû û bextê wî reþbû, ku hate girtin û nizam bi çiqas dem seza bû, li vir û li wir Eyo ling xistiye ser min ; ku xanî yê xwe ez di ber deynê nedîtî de bidim, û ez û zarokên xwe, û yê birayê xwe li zikak û çolan bimînin, mitêl û livînê xwe li ser piþta demê raxînin.

Dadmend - Ê.. baþe, û mafê xelqê badihewa ye. ! ! û ...

Camo - Na na ezbenî, min þaþ fêmneke, kes xwe ji heqîyê nade alî, û haþa ez yan em xwe bidine alî, û ta nuha me mafê tu kesî ne-xwariye, ma ne eyb û þerme qey ?, lê ez nizanim birayê min çi ji cem birîye, ya din.. sibehê wê bê, ma wê bi kude here?, wê vegere û maf xwe - kî be - bi tûma pera wê bistîne.

Dadmend - Ê.. baþe, tu dibêje çi.. law Eyûbê Xerzî.. bi rastî tu dixwaze wî ji xaniyê wî derxîne, çima law..?

Eyo - Ez qurban, ez doza mafê xwe dikim, ji ber ku mal-caw, min daye birayê wî di ber xanî de, bi rehîne ( giraw ) ta mehekê ne zêde, ma ezê vî malî bidimê hema wiha boþ û belaþ bê tiþtekî di ber de bigirim ..?.

Dadmend - Erê baþe law, di yasê de dibe, we çi kaxez di nav bera xwe de nivîsiye ?.

Eyo - Na ez qurban ne hewceye, ez dibêjim ev di navbera me de ye.. a, ha ..

Dadmend - Tu divê çi bêje ?!, hela raweste, bi olî divê du bîner ( dêdevan ) hebin li nav bera we, erê raste an na.. ? !

Eyo - Erê raste mamoste.. lê ..

Dadmend - Kîne dinerên tene, ka wan bîne zû.. ! û tu Camê Bavî nediyar bû li wir ser bazarê..? !

Camo - Na ezbenî, ji binî hayî û gumana min tune ye ji vê bazar û çalakîyê bi tûmî.

Dadmend - Kanîn bîner te, Eyûbê Xerzî.. ?

Eyo - Erê ez qurban erê, ehva yek ji dînerên min ( destê xwe bi alê pismamê xwe de nîþan da ), û yê din jî bi temîna ew hatîye girtin ango di zindanê de ye, bi Hemo re heval rê bû, ji ber li cem min -li dikanê- rûniþtî bû, gava min mal-caw dayê.

Camo - Ezbenî.. na, ne ..

Dadmend - Hiþbe, - ( nîþanî Hacî dike )- tu lo, were bi vir de, ka rê jê re vekin bira bi ber min de bê..! ka were û xwe bide nasîn..

Hacî - Ez Hacîyê Xerzî me û.. ez.. ha ..

Dadmend - Rast bêje law, xwedê di ser te re ye, û berî her tiþtî jî tê sûnd bixue.. guhdar be li pirsa min, û li gorî wê bersivê bide, ne kêm û ne zêde.. te baþ famkir law..

Hacî - Belê ezbenî.. belê ..

Dadmend - Hacîyê Xerzî tu pir caran dere cem Eyûbo dikanê ..? !

Hacî - Car, carna ez derim cem Eyo.. û..

Dadmend - Baþe.. tu bîner bû ango tu dêdevanbû li ser bazara Eyûbo û Hemo gava mal-caw difirotin hev .

Hacî - Erê bi xwedê.. pir cara min didît li wir bû, min didît Hemo dikirrî û Eyûbo difirot.

Dadmend - Baþe.. bi rastî te dît bi çavê xwe û te bihîst bi guhê xwe, ku Eyûbo mal-caw da Hemo bi rehîna( miþxane ) xanî ta mehekê, ha.. ka bêje, li min binêre, û destê xwe nede xwêdana anya xwe.. bi rastî ev bazara dawîn li ber te çêbû..?.

Hacî - ..Ya rast-rast na.. na mamoste li ber min çênebû - Erê çima derew - ez nizanim çi di navbera wan de çê bibû..? !.

Eyo - Kure tu çi dibêje, ma tu ne li wir bû ? ango tu li cem me, li ser bazarê diyarbû.

Dadmend - Hoþbe Eyûbo ta ez bêjim.. ne peyvek kêm û ne yek zêde, ta xweþik fêr bibim.

Eyo - Kuro bêje erê.. ُ( di ber xwe de ) kuro peyva xwe biguhere, tu dizane te nuha min winda-kir, haho ji ber te..

Hacî - Na wilo .. Tiþtê dizimin min gotiye, û ne tiþtî din.

Camo - Binêre mamoste çi dibêje Eyo..

Dadmend - Bê deng, binêre Eyûbê Xerzî, ezê te du rojan û þevekê di zindanê xînim, an sed perî bedêlî bide, çimkî te dest dirêjî Camê Bavî kiriye û dadgeh bi xwe re mijûl kiri ye, ji vir here, û carek din ez riwê te li vir nebînim, û li ser vê kaxezê imze û muhr bike, çi îþê xwe ji kesekî nîne û nexasim Camo, ango ji Camo jî pûmê bixaweze ku carek dinê wiha nike, de ji vir tev de top bikin, ta deyndarê te bê û hûnê bi hev re bigihên çarekê, ev çi ye, heger ne çav-sorî ye.. bi xwedê .

Eyo - Temam efendî temam ..

Dadmend - Dadgeh kuta bû ..


* * *


3 - Berê Ancam

Zaboq- li ber derfeta derî, yek bi hundur de dere, û yek bi derve de, Eyo û Hacî bi hev re ne.

Eyo - ( ji pismamê xwe re bi zirzî dibêje ; )

Kuro te çi digot, tu çi dibêje ?, tu dizane te niha ca min, te mafê min inakir, û te mala min wêran kir, xwedê ji te re nehêle lo..!

Hacî - Bes kuro, ma min ne rast digot.. ha, ma te divê ez derewan bikim di vî fermnî de ji bo te, ? ! ! ev rastiya ez xwe pê payedikim liber xwe.

Eyo - Ê.. erê, wê çi bi te bihata. dev-kurimî .. lawê Zeyna dîn, çi ne çi.. ez deyndar derxistim.. ango sûclî û tewanbar derketim.. law min digot tê alîkariyê bi min re bike, go pismamê mine lawê tirrê.. lawê Zeynoka-dîn...

Hacî - Kuro bes peyvên çewto-mewto bike, lawê kevnê, çaxa þerbû ez pî bi pî bi te re bûm, serê min bi serê te re dihat þikandin, law gava bibe rastî û sincî, an wijdan û bawerî - ez bextê xwe bi te nadim.. çavê xwe veke .

Eyo - Lawê çirrê, got rastî û bext, kuro rastî û wecdan kurke li xweke û ji xweke gava dema xwe.. gava dema xwe biguhere .
Hacî - De here lo..

Eyo - De tu here lo.


Ciwanê ABDAL






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=255