TOFANA TSÛNAMÎ LÝ ASÝYA

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

TOFANA TSÛNAMÎ LÝ ASÝYA


Almanya, 03. 01.2005 - Tofana Tsûnamî di dawiya sala 2004an de derseke wisa da mirovatiyê, ku dinya ji bilî sirûþtê ( tebîetê ) malê ti kesî nîne. ( Tsûnamî gotineke Japonî ye û têye wateya ( mana ) ku pelên avê yên mezin, ku li bendera ( lîmana ) behran de di pê erdheja di behrê de çê dibin ne ) Tofana Tsûnamî di 26.12.2004an de di Okyanûsa Hindî de çêbû û tesîra xwe li van welatan, Îndoneziya, Hindistan, Tayland, Srî Lanka, Maleziya, Maledîvin û li hin adeyên biçûk bû; têye gotin, ku heta niha nêzîkî 200 hezar kes jiyana xwe ji dest dane, bi mîlyonan birîndar hene, bi mîlyonan jî zarok sêwî mane û ji niha ve ji destê germa havînê li herêmê û ji tinebûna ava û xwarina temîz nexweþiya Kolera, Tmalarya û Tîfo dest pê kiriye. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane bi hezaran Ewropî û ji derên din jî hene.

Ger mirovatî ji Tofana Tsûnamî dersan bigire, dê bizanibe, ku ew cîhana bi sedan salan û bi hezaran salan bi milyon û milyaran li ser þer û bombebaran hatiye kirin û bi milyonan qurban di þerên bê bingeh ji bo erd, ol, menfeat û berjewendiyan, ku piranî jî ji bo nexweþiya pîskolojîk ya þexsan û ji bo îdeolojiya çend kesan hatine kirin, di dawiyê de nabe malê bavê ti kesî û însanetî li hemberî vê felaketê, vê tofanê dibe qijik û pepûk, ku nizane çi bike.

Wisa têye xuyakirin, ku dê ev tofana, felaketa Tsûnamî ne ya ewil be û ne jî ya dawî be. Lê cîhan hên li hêviya pir tofan û felaketan e. Hin tofan dê çêbibin, ku mirovatiyê bi destê xwe ev cîhan xerab kirine û him tofanên tebîetê jî hene, ku mirovatî dê nikaribe li pêþiya wan bigire. Gaza ku ji eksozên erebeyan û ji boriyên karaxanan, ku bi salan e tebeqa Ozonê ya ku wek rojê di filître de derbas dike xerab kiriye û loma cîhan roj bi roj germ dibe û ger wiha berdewam be, dê qeþaya ( bûza ) antarktîs û ya alaskayê jî bihele û rojek were, dê cîhan di bin avê de bimîne. Lê hên tofanên wisa dê di jiyana mirovatiyê de bibin, ku heta niha li ser zêde nehatiye sekinandin. Têye gotin, kevirên mezin ku jêre dibêjin Asteroid, yên di valahiya hewayê de ne heger werin li cîhana me kevin tesîra wê dê çawa be hên ti kes nizane.

Lê mixabin mirovatî wisa belengaz e, ku di rojên wiha de jî ji însanetiyê dersan dernaxe. Ew alîkariya peran, ku niha him ji aliyê kesan û him jî ji aliyê dewletan ve tên kirin li hember vê tofana Tsûnamî, ku li baþûrê Asiya qewimiye reqemên wisa komîk in, ku mirovan di heyretê de dihêle. Rayedarên dewletan û siyasetmedarên wan derdikevin çapemeniya zindî û pesna alîkariyên xwe û hemwelatiyên xwe wek bêsînor û matmayî didin xuyakirin. Lê rastî ew e, ger mirov mînakek bide, ku ew bi alîkariya xwe çiqas belengaz in, têye îspat kirin. Almanya berê behsa milyonekî kir û paþê gotin du, sê û niha jî dibêjin bîst milyon. Heta niha pereyên ku li tevaya cîhanê hatine komkirin nêzîkî milyarek Euro ye. Lê gava mirov mînakek din jî bide, ku mirovatî çiqas pintî ye eþkere dibe. Avahiyên ku li New Yorkê ( World Trade Center ) di yanzdê îlonê sala 2001an de ji aliyê terorîstan ve bi ketina balafirên peyan ( sivîl ) hatin hilweþandin û ji bo ku ji nû ve bêne avakirin sisê heta heft milyar dolar pere jêre hewce ye û ji bo van avahiyan ji nû ve ava bikin ji niha ve ev pere hatine berhevkirin û van berêzan qet çavên xwe naqirpînin, ku ewqas peran ji bo du avahiyan direþînin. Her çiqas niha cîhan li ser vê tofana Tsûnamî li baþûrê Asiya lorî û goriyan dike jî, þûphe nîne, ku çend roj û yan jî çend hefte derbas bibe, dê dîsa her tiþt bêye jibîrkirin û mirovên mexdûr yên li Asiyayê dê bi qedera wan ve tenê bihêlin û her tiþt li ba van birêzên pintî û belengaz wek berê gul û gulistan be.

Dema mirov van rojana li piraniya malperên Kurdan dinêre, gunehê mirovan bi xwediyê wan malperan tê, ev tofana Tsûnamî, ku hingiya mirovatî heye mînakek wisa çê nebûye, qet qîmeta nûçeya li ser vê tofanê li ba wan nîne, ku çend gotinan bi Kurdî li ser binivîsînin.


FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=298