MERWAN OSMAN : SEMBOLA BERXWEDAN Û AZADIYÊ

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )



MERWAN OSMAN

SEMBOLA BERXWEDAN Û AZADIYÊ

Almanya, 04. 02. 2005 Ev 19 roj e, ku siyasetmedar, nivîskar û helbestvanê Kurd ji Rojavayê Biçûk birêz Mervan Osman (Royarê Amedî) di gireva birçîbûnê de ye. Armanca birêz Merwan Osman ew e, ku bi vê çalakiya xwe bala cîhanê bikiþîne ser derd û kulên Kurdistana Sûriyê, ku rejîma cinawir ya El-Mixaberat bi deh salan e gelê me kiriye zîndanê û heta niha bi siyaseteke înkarî û nijandperestî li ser gelê me li Baþûrê Biçûk didomîne.

Wek tê zanîn, ku birêz Merwan Osman jî bi salan di zîndanên rejimê de ma û ji ber ku rêxistin, kesayet û raya giþtî rejîma Sûrî protesto kirin û ji ber ku rejîm roj bi roj ji tehdîdên Amerîka diricifî û dilerizî, ew mecbûr man, ku birêz Merwan Osman serbest berdin. Birêz Merwan Osman di pê serbestberdanê re hate Ewropan û ji vir demek berê bajarê Hannover ew laîqî bursa Hannah Arendt girt. Mala wî niha li bajarê Hannover, Almanya ye û dê heta salekê li wê derê mêvanê vî bajarî be.

Min di 03.02.2005an de serdana birêz Merwan Osman kir û nêzîkî saetekê li ba wî û hevalên wî man, ewên ku niha ji bo piþtgirî û moralê dest bi gireva birçîbûnê kirine; min li hal û xatirê wan pirsî. Ew hevalên ji bo piþtgiriya çalakiya birêz Merwan Osman çend roj e ketine gireva birçîbûnê nivîskar birêz Tengezar Marînî, Selîm Biçûk, rojnamevan Ferhad Ehmê û Alya Hesen Koçero ne. Hevalekî din jî bi navê Salih Hacî Ahmed di 02.02.2005an de ji bo piþtgiriyê ketiye gireva birçîbûnê.

Rewþ û tendiristiya birêz Merwan Osman û hevalên wî gelek baþ bû û morala wan di cih de bû. Li gorî ragihandina birêz Merwan Osman heta niha ji bilî çapemeniya kurdî gelek ji çapemeniya cîhanê jî behsa çalakiya wî kirine. Ji wan çapemeniyan ya Siûdî, Ûrdin AFP û hwd. behsa çalakiya birêz Merwan Osman kirine. Dema ez li mala wî bûm Televîzyona bajarê Hannover ya 1 hatibû, ku li ser wî bernameyekê amade bike. Û serokê Þaredariya (Belediya) bajêr birêz Herbert Schmalstieg jî ji bo birêz Merwan Osman di 04.02.2005an de konferansek ji bo çapemeniyê amada kiriye.

Birêz Merwan Osman ev biryara gireva birçîbûnê girtiye û ji me jî ev tê, ku ji biryara wî re em rêzê bigirin û tiþtên dikevin ser milên me jê re alîkarî bikin, ku çalakiya wî bi ser bikeve. Ez bangî hemû partî, rêxistin, nivîskar û her kesayetiyeke Kurd li Ewropa bi taybetî li Almanya dikim, ku piþtgirî û alîkariya xwe bi birêz Merwan Osman û hevalên wî re bikin, da ku morala wan zindî bimîne.

Ez bangî çapemeniya Kurdî, bi taybetî jî Kurdistan-TV û Kurd Sat dikim, ku zûtir du rojan li pê hev her yek Televîzyonek bi yek Saetî bi bernameyeke zindî bi birêz Merwan Osman û hevalên wî re hevpewînê çêbikin, ku raya giþtî ya Kurdistanê jî ji çalakiya wan baþ agahdar bibe.

Royarê Amedî sembola berxwedan û azadiya baþûrê Kurdistanê yê biçûk e. Ew bi salan e di vê riya pîroz de bedel dide û hên jî dide. Ji me jî ew tê, ku wî bi taybetî di van rojan de bi tenê nehêlin.

Almanya, 04. 02. 2005


FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=308