LEYLA MA HÛN Û SEROKÊ XWE JÝ GÛ DAN XWARÝNA DEWLETA TÝRKO JÎ ÞERM NAKÝN ?

M. Þerif MÜÞTAK


LEYLA MA HÛN Û SEROKÊ XWE JÝ GÛ DAN XWARÝNA DEWLETA TÝRKO JÎ ÞERM NAKÝN ?

Bremen, 18.12.2004 - Ez di xwazim di dest pêka nivîsa xwe de, ji bo xwendevanan yek tiþtê bibêjim !

Wexta ko insan fedî nekê, mihane ji bo wan pirin. Lê ko ji xwe fedî bikê, gavek ne li pêþe û ne li paþe! Yek hebû dilê wê(î) diçû gostê kerê di got"Guhê wê(î) weke guhê kêvroþkêne" Vêca Leyla û serokê wêyê av li xwe pêçayî, di nav sîyaset û polîtîka Kurdistanê de bûne weke pinekê sipî li ser kaba þerwalekê reþ kevê. Xwe bi dawa roma Reþ girtine û hêvîya jê dikin, di bêjin “em weke hewene û em di emrê hewe de amaden”. Navê bizava xwe jî kirine “Bizava komara demokratîk” Bê þermî jî eve Roja 14-15.01.1989 Dewleta tirk di bin serok leþkerîya arîkarê Mîr Alayî ya Cizîra Bota Cafer Tayar Caglayan de, bêhtirî 400 leþkeran girte ser gudê Cinibrê. Sibeh seet 02:00 bû. Cinibir 7 km. di kevê roj avayê Cizîra Bota.Cinibr dar û Bexcên wê pirin.Gund di nav çar girandeye, cihê gund gelek kûr e, hem deþt e û hem zozan e. Cinibir gundê Mîrê Bota, Mîr Bedirxan e. Sê malbatên mezin ji wî gundî, nevîyên Evdilleh(Ebdil)Xan`in. Ebdilxan bavê Bedirxan Beg e. Bedirxan Beg hin wextê xweyê jivistanê li gundê cinibrê, hin wextê xweyê havînê li gundê Þaxê û Girê Çolya derbas dikir.Îro jî malbata Bedirxan Beg di va hersê gundan de heye.Dewleta dagirker ji vê heyîna malbata Bedirxan Beg agahdare û jê acize.

Wexta Roma Reþ hatî ser gund berfaqeþa girtî li erdê bû, erd û ezman bi heve mabû. Roma reþ rastî kerekê û dehþika wê hatin. Gotin kerê û dehþikê "rawestin(dur)" ew nerawestan, dan ber gûla, ker birîn bû dehþikê bazda. Hênceta ker bazdanê bû terrorist. Ji bo 250-300 gundîyên Cinibrê bi bû sucê herî mezin.

Rastîya meselê Merkez Komîtesîyê PKK`ê Þahîn Baliç birîndar bi bû, zêdeyî 400 romî ketibûn pey wî û li Cizîra Bota jî, ji bo kuþtina 2 tîmên taybet bi navê Muhammed û Muamer, çend PKK hatibûn girtin.Girtîyên PKK`ê Îtîraf kiribûn, ko "þahîn Baliç Li gundê Cinibrê li ba malbata Bedirxan Beg veþartîye, di mala MÜÞTAK"an deye. Þahîn Baliç û çend hevalên xwe piþt re bi emrê Abdullah Öcalan li Bekayê hatin kuþtin.

Ko leþkerên romê di tarîya sibehê de girtin ser Cinibrê, bi operloran bangî gundiyan kirin. keç, xort, jin, kal mela, mamoste û mêhvanên gund hemû li meydana gund kom kirin. Jin û mêr ji hev dan alîyekê. Mêr ji jinan bi 20 m dûr rêz kirin. Arîkarê Mîr Alay, emrê rûtkitinê û rabûn rûniþtinê da. Hemukes bi dehê cara li ser zikên wa dan xirandin, bi dara, pehîna, kulma û bi botên romîyan li ser piþta xort û zilaman gerandin. Xûn û kincê di devê herkesê re tavêt, bi dijûna þexsîyet, irz namus bi heve nehiþtin, tevayê wî gundî ji destê romareþ ma bû bê çare, gazî û hewar nebû. Tehdîda irza pîrekan li pêþ çavên jina û zilaman dikirin. Di gotin "Kanî terorîstên PKK, kanî Þahîn Baliç". Roma reþ dîsa ne karî, arîkarîyê ji gundîyên Cinibrê bi dest xê. Di hema demê de arîkarê Mîr Alay Cafer Tayar Caglayan fermana didowa da. Di vê fermanê de bi destê kalêkê 60 salî pîsîyê insana dane devê tevayê zilamên gundê Cinibrê û mêhvanên wa!

Vêca serokê av li xwe pêçandî û KONGRA GEL(KADEK-PKK) gotin "Emê dewleteke serbixwe û yek bûwî ji bo gelê Kurd avakin" gelê Kurd bi derzîya gotina azadî û serxwebûnê morfîn kirin. Bi teqandina çekan, Kurd rabûn ser pîya. Ji bo þer çi pêwiste hate kirin. Kurda hemû zehmetî û tengezarî qebulkir Ji xort û keçan yê hatin kûþtin yê hatin girtin. Ji bo malbatan hemû zor zilim hate kirin. Dewleta roma Reþ a hovane di þexsîya gelê kurd de li gundê Cinibrê, ji ber gerîlayên PKK Pîsîyê insana da xwarin.

Lê gundîyên Cinibrê ev bûyera wehþane, hovîtî û xeyrî insanî li ser xwe, di þexsîyeta gelê Kurd û insanîyetê de qebul nekirin. Bi rêya fermî dengê xwe gihandin hemû alîyê cihanê. Jinên gundê Cinibrê ko hemû kecên eþîrên serpê hatîne û gelek jê nevîyên Mîrê Botane, hem jinin û hem mêrin, di gotin zilamên xwe " heger hûn ji pey doza xwe vegerin, kitana me li serê hewe mêran bê".

Doza gundê Cinibrê ji alîyê sîyasî ve bi bû barê min. Me li berxweda, gûndîyên dilsoz, welatparêz piþta me bernedan û me dewleta hovane xiste tangasê. Hingê jî PKK li di jî min bû û cend cara sûîqast li mi kirin. Ez keti bûm neqeba dewleta roma reþ û PKK de, herdû bi hev re li di jî mi neyaretî dikirin û îrojî dikin, Leyla nûka ti û serokê teyê efoxwaz, di bêjin" Emerîka piþtgirê nîjadperestîya kurdaye. Ji cihêbunê re erê, ji cidabûnê re na. Lozan çiqas peymana tirka bê, ew qas peymana kurdaye jî. Em ji dil û can nasnameya Tirkîyetîyê hembêz dikin. Em Kurd dewlet bûnê û dewletbûnokan qebul nakin…...

Ji bo tirka çi pêwêste hewe li parlemana Ewrupa kir. Lê te û hevalên xwe soza xwe xira nekir û hewe ji tirsê serokê efoxwaz û dewleta dagirker nego, bijî Kurd û Kurdistan !

Leyla ma ti ji wan jinên gundê Cinibrê fedî nakî? Ma ti ji wa tilîlî (zilkitik) ên ko jinên Kurd bi xeyala dewleteke azad, sebixwe û yekbûwî tavêjin fedî nakî ?

Wexta ko li gundê Cinibrê pîsî di dan devê kurên kurda, di xeyala wan de dewleteke kurdî ava dibû, ma ti û serokê xweyê efoxwaz ji wê rewþê jî fedî nakin?

Ji dêla ti arîkarîya zanînê, ji ronakbir, sîyasî û zanayên kurda bi xwazî, ti wan piçûk dikî, ma ti fedî nakî ?

Li Enqere ti di be jî "Ronakbirên Kurd berî þer jî, dema þer û îro jî ne bi gel re ne, mati þerm nakî ?

Serokê te ji bo gelê Kurd re got "Ezê dewleteke serbixwe û azad avakim" û ti bi xwe bi vê xeyalê bû wî hevalê wî ma ne þerme?

Leylan xanim Ti di bêjî ez bi koka xwe ve girêdayîme, lê ne xwe çima ti dibêjî Biz türkler misafir perveriz ?"

Leyla ma hun û serokê hewe ji bo dewleteke Kurdistanî, serbixwe û azad hatin zêndan kirin an ji bo fêrbûna Kemalîzmê ?

Roja 10.12.1989 de mi bi sefîrê Emerîkî Wolwitizm, Sefîrê Eleman, Sefîrê Swêd, Sefîrê Iswîcre, sefîrê Fransizî, sefîrê Misrê û sefîrê Danîmarq re li Enqere, di roja mafê insanî de hev dîtin çêkirin. Ez bi xwe ji bo wê civînê mêhvanê taybet bûm. Zilamên dewleta kû weke mexlûqên bêhnoker ez di þopandin. Me di zanî dewleta hovane herwextê di peymede ye. Her gav, her seet wê me bi revênê û wê me ji holê rakê. Lê me mirin ji bo jîyanê qebul kiri bû. Dewletê em bi kûþtan, em þehîd bûn , lê ko PKK em bi kuþtan, em xayîn bûn. Mesela ji bo me herî girin yek jê ev bû. Leþkerên romê, Ji bo me ji doza me paþ bêxê, ez ravandim bi heyva ez winda kirim, ez êxistim zêndanan, bi sedan rupelên kaxezan li ser me bi bêbextî ifadên nerast tejî kirin, lê me xwe neda þermê. Weke bûyera gundê Cinibrê li gelek derdorên herêmên kurdistanê çêbibûn, lê cara yekemîn gundîyên Cinibrê dewleta hovane û dagirker anin dadgeha Ewrupayê û þermezarkirin. Ji wê rojê û virde bi hezaran doz ji Kurdistanê hatine dadgeha Strasbourg. Zilma ko li gelê Kurd dihat kirin bi awekê fermî di dadgehên ewrupada û di çapemenîya Ewrupa de hate eþkera kirin.

Leyla Zana par mêrê te Mehdî Zana þev seet 22:00 ewrupî de bi telefonê li mi gerîya. Hin mêhvanên mi hebûn, yek ji wan mêhvanan merivê mêrê te bû. "Gote mi ji kerema xwe hûn karibin biryara doza gundê Cinibrê ji bo mi rêke.

Ez pirtûkekê çêdikim. Doza hewe wê ji bo mi, rewþa pirtûkê û xwendevanan, wê pir balkêþ bê, ji ber ko doza yekemîn a Kurdistanê ye û a didowa ya Tirkîye ye ko hatîye dadgeha Ewrupa" Ji bo pirtûka mêrê te çi pêwiste ez bûm arîkar. Ez nemineta li M. Zana dikim. Ez di xwazim bi bêjim ber xwedana gundê Cinibrê, bi ser bilidî derbas bû. Lê bila hûn bizanibin pir zor bû û gelek zehmet bû !

Ez pê bawerim Mehdî Zana ji xwe fedî dikê û rumeta gelê xwe baþ dizanê. Ew ticara li ser xwe qebûl nakê ko bibê pinê sipî li ser çoka þerwalê reþ kevê. Dilê mi dixwazê hûn jî nebin pînê sipî li ser çoka þerwalê reþ kevin û nebin hirça di destê Abdullah Öcalan de zincîr di poz re hilkiþandî. Ji hewe re li derfikê bide ûhewe li dora hev bi fitilînê. Serok dewlet, serok wezîr û serokê Roma Reþ bi te û hevalên te di þexsîya gelê kurd de bi hewe bikenê !

18.12.2004

M. Þerif MÜÞTAK

Serif.muestak@gmx.de







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=329