KO KES XWE ÞEVEKORÎ Û XWE BÝLÝNDTÝR NE BÎNÊ, MA KÊ LÝ BENDA KÊYE ?

M. Þerif MÜÞTAK


KO KES XWE ÞEVEKORÎ Û XWE BÝLÝNDTÝR NE BÎNÊ, MA KÊ LÝ BENDA KÊYE ?


Naveroka her nivîsê girêdayî ye bi sernivîsa xwe ve, naverok û sernivîs li gorî bûyera demê ye. Qîrênî û nalênîyên di nav gelê Kurd û Kurdistanê de, bi dîrokê salaye berdewame. Ev qêrîn ne ko ji insana tenê derketîye, ji tevayê xweza Kurdistanê derketîye. Ji dexelan, dexla, koza, bax, bexçe, daristan, gund û bajar Agirê terxan wexta ko girtî xweza Kurdistan bi xwe re hemû dar û devî jî wêran kirine. Destpê kirina wêran kirina xweza Kurdistan ji bo xirakirin û wêran kirina gelê Kurd û Kurdistan bûye.

Kurdistan ( Haber & Yorum )
Bi girsayî sîyaseta Faris, Ereb û Tirk, li dijî gelê Kurd û Kurdistan bi di beþên þewatê çêdibê.

1 - Þewtandina dil û cergê gelê Kurd
2 - Þewtandina xweza Kurdistanê.

Derketina her agirekê bi xwe re birçî bûn, penabirî, mirin, birîndarî û kûþtin anî ye, þerê azadî û serxwebûna gelê Kurd dirêj tir kirîye. Barandina rondkên çava û girîyê zarok, qîz, keç û belengazîyê, kûlîlkên çola kurdistanê jî çilmisandine û ava kanîyên Kurdistanê ji vexwarin êxistî ye.

Baþ tê bîra mi ko salên piþtî 1960 firokên Tirk, Surî û Iraq bi hevre êrîþ di birin ser çeperên pêþmegên Mele Mustafa Berzanî yê ne mir. Li çîyayê Bêxêr û Gelyê Sipî, ko dibin serok leþkerîya Îsê Sûwar û Eshed de. Wexta ko di bû sibeh seet ji 07.00 heya êvarê sihê erd bi girta, bê navbir, ji çîyayê Bêxêr heya di giha gelyê sipî, bi tevayî dima dibin narîncokên balefirên dijmin de. Xwîna leþkerê Surî heya bi qamiþlokê ji dosh û debaba di herîkî.

Em zarok, xort, qîz, kal û teva gund derdiketin ser mila kola piþt gûndê Cinibrê me li þerê bav û egîdê kûrên Kurda, pêþmergên qehreman û dijminê serþor temaþe dikir.

Wexta ko di bû like lik û tike tika temetîkên Pêþmergên qehreman, berê lûla ber bi ezmana ve bilind dikirin, balefirên dijmin ber bi jor di hilkiþan û rev dikirin. Wexta ko gûlên temetîka ji teniþt û bin zikên balefirên dijmin digirtin, dû bi ser wa diket û ji jor ber bi jêr di qûlipîn, me teva bi hevre dida ber qîra û me xwe hiltavêt, me bi hevre keyf û þahînet dikir.

Hema demê de ji çeperên pêþmerge, beyanên serketina dihatin. Gûndîyên welatparêz xwe li dora „Radyoya dengê Kurdistana Iraq“ kom dikirin, herkesê xeyala xwe ji dil û can berdida ser ajansên radyoyê. Wexta ko qala serketina pêþmerge çêdi bû, þahînet bû, lê ko qala þehîd ketina pêþmerge di bû, herkes melûl, zelîl û xemgîr di bû. Xwarnên malbata, êvarê diman ne xwarî.

Peymana 1970 a Otonomîya Kurdistana Iraq ji bo me teva bi bû hêvîyeke mezin. Wexta ko mêhvan ji Kurdistana azad tehtin mala me, tevayê gûnd li hev kom di bûn pirsên serketin û hawa azadîyê dikirin. Êvar di bû sibeh, lê xilaseka sohbetê bi domayî ne dihat.

Herkes bi hevre dilxweþ û dilþa bû. Þahînet di mala herkesê de bû. Ko insanekê di got ”Berzanî an Pêþmerge” ji devê wî hezar car derdiket, cavên wa di biriqandin, birh û mijgûl bi hevre di lebitîn, enî fereh dibûn û lêv dikenîn. Te di got qey hingivîn, þerbet ji lêv û zimanên wa di barin.

Peymana Cezair a 1975 ko bi piþtgirîya Emerîqan û Yekêtîya Sovyet ko Tirk, Îran Iraq û Surî li Cezair kombûn û peyman imzekirin, þoreþ bi paþ de ket, weke ko agirê malik wêran bigrê, gund, bajar, çol, devî, daristan û tavayê xweza Kurdistanê. Kurdên xwe ne nas jî, ji xew hiþyar bûn. Qîr û nalênên azadî ya ji dest çoyî, kiri bû ko ji dêla rondik û hêstirên cavên xort û qîza xûn bê xwar. Pêta agirê dagirkerîyê dîsa hilkiþa bû ezman û erþa. Siwîl, pêþmerge û sîyasî bi hevre keti bû rêya penabirîyê. Xwêhdana xebata dîrokên sala, xwûna rêjayî bi bû xem û reþ girêdan, bû kûl û elem di dilên kûrê kûrmanca de zîl da.

Peymana 1966 ko di navbera YS û EY de, rê li Kurda girtibû. Li ber her kûçî, her girî, kendalî, dar, devî, kolan û enîþka dîwarekê þehîdek keti bû, ji dêla xwîna rêjayî, azadî hati bû û ji dest çobû. Di penabirîyê de gelek kesên ko heyîn û neyîna xwe ji bo gelê xwe hedir kirîn bi kûl û derdê azadî yê ve ji jîyanê barkirin.

Piþtî Peymana Cezair 29 sal derbas bûn. Bi akama vê peymanê li herçar perçên Kurdistanê bi sed hezara Kurd hatin qetil kirin, gund û bajar wêran bûn, Kurdistan hate kîmya baran kirin, bi milyara dollar zerer zîyan çêbûn. Lê hêja tevgera sîyasî a gelê Kurdistan, li nava welat û derveyî welat bê navnîþana Kurd û Kurdistanîye. Tevgerên sîyasî herkes di xwazê bi serê xwe temsîlkar û pêþenga gelê Kurditan bê. Ji bo gelê Kurdistan ev nabê bersiv û hêvî. Gelê Kurd hiþyar bûwe, li hindûr û derveyî welat li benda navnîþana enîya neteweyî ye.

Pistî evqas zor û zehmet, gavên ber bi xêr derketine hole. Ev çardeh salin li Kurdistana Baþûr gavên azadîyê ber bi jor di çin. Sîyaset qûlibîye alîyê kurd û kurdistanî. Li ser axa Kurd û Kurdistan bûye þahîya azadîyê. Dijmin ji qehra meste. Faris, Tirk û Erebên dagirker û þöwenîst ji bo axa azad dîsa bi xwînê sor bikin, civîna li pey civîna çêdikin. Di dîplomasîyê de piþt girîya hev dikin. KONGRA GEL û serokê wê li gel dagirkeran xwe nîþan didin. Pêþkêþîya kemalîzmê dikin û tirkîyetîyê dikin. Hemû bi hevre li firseta di gerin. Gûhên wa bi ser axa azad de pêlin, li benda nexweþî û naqoqîya ne, weke gûra li benda êrîþ kirina sifrê ne. Êrîþa dijmin ji bo tevayê gelê Kurd û Kurdistane bexþandin e.

Ko kes xwe þevekorî û xwe bilindtir nebînê, lê kê li benda kêye ?

Îmralî, KONGRA GEL û heval bendên wa dev ji Kurd û Kurdistan berdane.

Li dijî Otonom, Federasyon û serxwebûna gelê Kurd û Kurdistanê ne, ketine pey dûvkê kemalîzmê.

Sîyaseta Kurdewar û Kurdistanî di wextekê pir hesas de ye. Têkilîyên Kurda û Emerîqan firseteke dîrokîye. Bi xwe re hesasîyetek heye. Divê hemû tevgera kurdewar û kurdistanî vê hesasîyetê baþ bi zanin û her wextê bi hasasîyet di bin çav de bigrin.

Em Kurd bi destê xwe sifrê ji gûrên birçî bûwî re hazir nekin. Ko sîyaset bi istîkrar bê, gûrê li benda sifrê sekinî wê ji nêza bimrê.

Nebêjê “Bila piçûk bê ya mi bê û mezin bê bila ya mi bê“ em ber bi hev herin. Sîyasetên Kurdistanî wê di rojên pêþde bibînin ko naqoqîyên heya îro berdewam kirîn, gelek jê ji bo têkilî û mil girtinê, ne asteng bûn. Wê gave emê bi xwe, xwe baþ û elanî rexne bikin.

Pirs xwîya ye. Ereb, Tirk û Faris sê gelên ji hev cida, ji bo çi wek hev xirab di fikirin?

Ji bo azadî û serxwebûna xwe û gelê xwe, em çima bi hev germ nabin, sebra me bi hev nayê herkes xwe di ber çav re na borînê?


Wexta dibê nîqaþ pirs derdikevê, herkes alîgirê tifaq û yekîtîyê ye, lê kê li benda kêye?

Li baþûr daxwaza serxwebûn a kurdistanê, li Bakûr çima bela êþa zirav berdewame?

Gavên li Baþûr hatin avêtin, destpêka muzakerên YE-Tirkî û tevgerên derveyî KONGRA GEL ji bo îro alternatîf û firseteke dîrokîne. Dikarê bi bê barê xwê û bi kevê ser dilê dijmin.

Tevgerên Kurdewarî û Kurdistanî mil nedin hev, LOZANA didowa bi lez û bez tê !

Rû reþî bê, ser bilindî bê em hemû jê berpirsîyarin, em bi karê xwe rabin û moralê sîyaseta Kurdewar, Kurdistanî hildin jor, bila em bikin bêhna azadî û serxwebûnê li nav gelê Kurd belav bê.

Roja 04.01.2005 agir barandina grûpeke leþkerên Emerîqa li Hewlêr taxa Seydawe hatî encamdan, bi maneya xwe giringe, lê nivîsên di vê xisûsê de hinekî bi lez bûn, ji maneya xwe hiþktir bûn, bila em li hemberi bûyerên wisa piçeke dî bi sebir bin û bi gûhdarî bi nivîsen.

Dewleta Tirk, surî û Îran bi dijminahîya þöwenîst tecawizî sîyasetê dike. Çapemenîya wan tecawiz dike, bi koordînasyon bi hevre kar dikin û hevdo agahdar dikin.

15.01.2005 bi nûçeya CNN TÜRK û bi derewan di got “li hemberî Palementoya Kurdistan li Hewlêr teqandin çêbûne, 7 kes hatine kûþtin û dinav kûþtîyan de berpirsîyarên giring hene û hêja ti agahdarî ji Mesod Berzanî û Celal Talabanî nîn”

Bi bawerîya mi ev nûçe ne vala bû. Bi destê Dewleta Tirk ji bo çalekîyan, karbarin hebûn. Lê çalekvan di çalekîya xwe de bi serneketin. Çalekî wê kengê bê bi karanîn, ji alîyê kesnave CNN pê hate hiþyarkirin. Lê CNN û dewleta xwe, bin xwe pîskirin û xwe lewitandin.

Bila balkêþ bê ko dest dirêjahîyê dagirkeran ji hev ne qûtin û bi hev re bi biryarin.

Bremen, 18.01.05

M. Þerif MÜÞTAK

Serif.muestak@gmx.de







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=337