YALÇÝN KÜÇÜK SÝLAVÊN GERM ÞÎYANDÝN JÝ BO BÝRAKÊ XWE APO, ZUBEYÎR AYDAR Û LEYLA ZANA RE !

M. Þerif MÜÞTAK


YALÇÝN KÜÇÜK SÝLAVÊN GERM ÞÎYANDÝN JÝ BO BÝRAKÊ XWE APO, ZUBEYÎR AYDAR Û LEYLA ZANA RE !


Berî sê þeva Küçük Yalçin na li mi bibûrin Yalçin Küçük, estexfîrûllah, dîsa li mi bi borin, ez di xwazim navê hezret rast bi nivîsim, ji ber ko birayê serokê gelê Kurd e, navê wî Asê Kiçik ko derketibû programa „Yek û Yek“ (Teke Tek) a Hulkî Ceviz oglu Flahs Tv. mi not kirîye

Vêcarê Asê Kiçik ne li ba KONGRA GEL(KADEK-PKK), li ser ekranên MED tv bû ko mesaj di rêkirin ji dewleta Tirkîye re, digot „Apo Kardêþimdir“. Asê Kiçik li ser televîzyoneka tirk bû, li Tirkîye bû, þîret li dewleta Tirk dikir, rêberî dikir, digot „Hûn çima li hemberî pêþve çûna Kurda bê deng dimînin, xwe ker dikin. Bila dewleta Tirkîye dev ji Celal Talabanî, Leyla Zana, Apo berdê, bila wan bihêlê li alîyekê, dewleta Kurdên Yahûdî çêdibê, sibehî wê dewleta me tarumar bikê û daqûrtînê. Hûn li Messhud Berzanî temaþe bikin, tehloka herî mezin ji wî derdikevê, Yê ji bo xirakirina Dewleta Tirk xeter û tehloke ewe“

Ji kerema xwe vê nivîsê heya dawîyê bi sebir bi xwînin, bê ka Asê Kiçik ( Yalçin Küçük ) çi got !

Asê Kiçik bi Kurdî dibê Yalçin Küçük. As cihê yekê, yazdeh û di kevê piþt car kaxezê papaz leyîstok tê meþandin. Di leyîstokê de pêwistî bi „As“ çawe hebê, leyîstok wilo tê gerandin. Vêca navê Yalçin Küçük bi kurdî gelekî bi serve ye û layîqe ko „As“ bê.

Asê Kiçik di ekranê de di xwîya ko keyfxweþ bû. Lê kêmasîyeke wergirtina wî a berbi çav hebû, dorstûk pêça bû, lê desmala sor a pitik, pitik(pitî, pitî) ne li dor stûwê wî yê jîjo kî bû. Weke Reqê wexta ko di gotinekê de dima asê, xwe di cewciqand, de sirên wî newin fêhmê, stûwê xwe dibir tanî, bi lingên xwe, bi çavên xwe û bi berçavkên xwe, xwe tev dida, herdû enîþkên xwe datanî ser masa spîkerê MED Tv. bi hêrs, bi berzandin taxifî, her deqîqe ko digot „Kardêþim Apo“ û dest di hejand. Bi hezaran kurdên dil paqij, dirist, dil þewitî û ji xizmeta gelê xwe re her wextê ko amade, di hema demê de bi telefona hevdo bi ekranên Tv. Agahdar dikirin, di gotin „Asê Kiçik û serokê meyê ketî dijî Netewa Gelê Kurd“ li ser ekranên Tv. taxivin. Bi milyonan Kurd lê gûhdar dikirin, bi nîqaþên wa dilxweþ, keyfxweþ dibûn, bi hevre diketin þîrovên bi rûmet ji bo serok û þîretkar û mamostê wî.

Coþîya ko bi navê „Dewletek a Yekbûyî, Demoqratîk û Serbixwe“ gel dabû mest kirin, rexnekirin qedexe bû, xîyanet bû, Asê Kiçik li ber çavên gelekên welatparêzan bi bû hezret, Asê Kiçik û serokê ketî dijî netewa gelê Kurd birayên hevbûn, rexne kirin weke red kirina terîqetê bû, ji dînê xwe derketin bû…..

Di Flash Tv de ko Asê Kiçik taxivi bê tirs bû, ji ber di cihê ewlehîyê de bû, li welatê xwe bû, þaþî bi kiran jî dewleta wî bû, dewlet ji wî baþ ewleye ko xizmeteke pir giring ji Kemalîzmê re kirîye, birayê xwe Apo jî weke xwe bi rêxistin kirîye û kirîye Atazade.

Asê Kiçik û gelek berpirsîyarên KONGRA GEL, bi gelek caran hatine ba hev û sîyaseta Kurd bi hevra nîqaþ kirine. Zubeyîr Aydar hostayî ya xwe ya sîyasî, li ber çavên Asê Kiçik danîye nava halê, berçavkên xwe birine û anîne, lê ji bo berjewendîya gelê Kurd kar têde heye, nîn e, ne hesibandine.

Mi gûhdarî mesaja Zubeyîr Aydar a sersala 2005 ko bi telefonê beþdarî Roj Tv bûyî kir. Te di got Zubeyîr Aydar bi hizbeke komonîstên berî 28 sal re kar dikê, ji tevgera Kurd û Kurdistana bakûr yek gotin ne got, tevgera Kurdistana Baþûr anî ziman û axiftina xwe pê boyaxkir. Lê tê zanîn ko serokê Z. Aydar û L. Zana li hilweþandina Kurdistana Baþûr di gerê.

Ma hûn nizanin ko Kurd êdî guh nadin vê derf û zirnê ?

Hûn binêrin þevê dî kekê serokê hewe di got.“Mesaj ji bo Z.Aydar, L.Zana û serokê hewe ye“

Asê Kiçik nêzîkî 6 seetan axifî. Ji ber ko ez programên Hulqî Cewîzoglû di þopênim, mi karî programê baþ gûhdar bikim. Tiþtên ko ez li ser Asê Kiçik di fikirîm, ew tiþt eþkera þîrovekir, lê bi mi ne gelek xerîb bû, tiþtên xerîb ew bû ko KONGRA GEL(KADEK-PKK) bi deh hezaran kurd dabûn piþ Asê Kiçik, derdikete konferans, mitîng û televîzyona MED Tv, bi deh hezara welat parêzên Kurd lê temaþe dikirin, gelek kes hebûn ji vê bûyerê ne razî bûn, lê ji tirsa xwe eþkere ne dikirin, ji bo wan kesa zor dihat dîtin. Lê ev ji wan kesê bê deng diman gûnehkarîyeke mezin bû, bê dengîyê dijmin xwirtir dikir. Ez hêvîdarim piþtî programa„Yek û yek“ a Hulqî Cewîzoglû herkes rastîya xwe bê tirs nîþan bikê.

Bi bawerîya mi Asê Kiçik êdî di xwazê zanibê heya îro ka çiqas tesîr li ser KONGRA GEL kirîye, cardî serad a xwe bi hejênê, bê ka çi wê bi serkevê an bi bin kevê û hin mesaj rêkê Îmralî. Di bêjin „Çûk bi ezmanê çûkan di zanin“ axiftin bi dijûn bê, bi pesin bê, ew ezmanên hev baþ fêhm dikin, lê koordînasyon bi xwe ber bi çave û eþkere bûye.

Asê kiçik got îro em di pêvajoya herifandina sala 1918 a dema Elî-Osman dene. Ji bo vê axê îro pêwistî bi Mustefa Kemalekî heye. Abd bi rêya Kurdên yahûdî di xwazê, Tirkîye tarumar bikê û vereþiha……

Go sîyaseta heya niha mi domandî ji bo Kurda bi Komarê ve girê bidim, mi pêv ajotin kirîye.

Ji bo me îro tehloka herî mezin, damezrandina dewleta kûrdên yahudî li Iraqê çêdibê. Hûn ji kerema xwe dev ji Telebanî, Leyla Zana, Apo berdin û bihêlin li alîkê, li Meshûd Berzanî binêrin, temaþe bikin, tehloka herî mezin ji wî tê û derdikevê.

Di vê leyîstokê de partîya ko Leyla Zana di xwazê damezrênê jî heye. Binêrin ji bo daxwaza Federasyonê îmze awêtin.Ji bo kû li Iraqê hin Kurd hatin kûþtin li Dîyarbekir reþ girêdan. Pêþî serokê bajarvanîyê mi jê dûrkir. Mi got berpirsîyarên sewk û îdareye vî welatî li kûderê ne dersekê nadin wan, mi bi carekê qîrand.

Hin dibêjin mi ti Abdullah Öcalan sewk û îdare dikî, hûn binêrin rûpelên internêtan, roj, sibeh û êvara Kurd dijûna dikin mi.

Abdullah Öcalan serokatîya Berzanî qebul nakê û li hember derdikevê.

Sala 1990 heya nêzîkî xilaseka wê salê, havlingê mi Ceng Dogantepe Balyozê Þam bû. Mümtaz dîplomatek bû. Ji bo anîna Apo ya Imrali ti kiryarê wî nîn. Îro li Pragê kar dikê.

Wexta ko ez li Parîs mi Kurdolojî di xwend mi zanî Kurd Yahûdîne. Belê îro dised hezar Kurdên yahûdî hene.

Nîqaþa mina sabataycîtîyê ne hiþt ko Îsmaîl Cem bi bê reîsê cumhûr.

Ecewît wasîyetnamek a Înönü da reîsê Cumhûr. Ez vê wesyetê dizanim, belge li ba minin, ezê di pirtûka xwe de bi weþênim. Ev wesîyet mûsilê bi destxin. Hesasîyeta millî a reîsê cumhûr ez dizanim. Ewê vê wesyetê giring bigrê.

Çawe Atatürk Simko þîyand ser Kurda, wayên li çîya divê em karibin rêkin ser Berzanî. Dewleta me tiþtên ji dest tê nakê. Hûnê bibînin dewleta Berzanî wê me daqûrtînê.

ABD bi Ewrûpa re peyman çêkir. Ewrupa bi bajarên rojava re û ABD bi herêma Kurd a re eleqedare. Di nav wan de peyman heye.

Ez ji serî heya niha li dijî tûrîzma xerîba me û ez li hember derketime.

Ez li dijî endametîya Tirkîye a YE me û ez naxwazim em Ewropî bin.

Ez projeya PYR (Projeya Yekîtîya Rojhilat) pêþnîyar dikim. Divê em bi cîranên xwe re têkilîyên baþtir çêbikin. Pêwist bê emê peymana bi islamîyan re jî bikin.

Mi di got kekê mi Abdulla, çima ?

Pêwistî pêhebû ko em Kurda bi xwe girê bidin. Divîya nêzîk bûneke cûdatir çêbiba. Lê ne xwe PKK wê bi keta di bin hembêza kesên dî de.

Komara Tirkîye bi PKK razî bû. Komarê ji serî de ne di xwest pirsa PKK safî bikê.

Belê, berpirsîyarê taybet ê bûroya kevin Îbrahîm Þahîn, Parlamenterê AKP û serokê binemala ronakbiran Newzat Yalçintaþ, serokê binemala ronakbiran Mustafa Erdal, Doç. Dr. Îsmaîl Dogan, birazîyê wi ê kawkinar mîrallay, Berpirsîyarê kevin yê dev GencAtîla Sarp yalçin Küçük jî nêrînê xwe bi wîre yek ba, piþtî dan nîþandin û pêve tiþtin cidatir lê nûanseke hindik rexne anîn holê.

Rewþ roj bi roj ronîtir dibê, tewên heya îro li ser hev tarî mayîn û tehtin veþartin eþkera dibin. Kesên bawerî bi xwe û kurdayetîya xwe heyî, ji mafê wîye bi kevê dûv pirsên ronî kirinê. Bê ka em ji kûderê gihane kûderê.

Bi navê damezrandina „dewleteke Serbixwe, Yekbûwî û azad“ lingên ajan û dijminên gelê Kurd heta bi dawîyê ketîye nav KONGRA GEL(KADEK-PKK) de û di vê rê re bi hêsanî mudaxela nav tevgera sîyaseta Kurd û Kurdistan dikin. Dewleta dagirker bi vê rê hêja di xwazê derbên mezin danê tevgera Kurdewar. Pêwiste herkes li xwe gûhdar bê.

07.01.2005

M. Þerif MÜÞTAK

Serif.muestak@gmx.de







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=339