LEYLA, CELADET ALÎ BEDÝRXAN Û GELÊ XWE JÝ TE HÊRS BÛNE !

M. Þerif MÜÞTAK


LEYLA, CELADET ALÎ BEDÝRXAN Û GELÊ XWE JÝ TE HÊRS BÛNE !


25 November 2004 - Roja dehê mijdarê ko hevdîtina Îmralî cêbûwî û virda, di capenîya kurda de gelek jîrove, nîqas, danustandin û guftugo zêde bûne. Ava gerav kirî hêdî hêdî zelaltir dibê, nîqas rohnî tir dibin, gelê kurd vekirî tir bi hevre axiftin danstandin û xeberdanê dikê.

Xwîya ye gel bi hêrs bûye. Leyla Zana xwe daye ber sek û peka, dest û lingên xwe ji dijmin re bêhtir didê girêdan, xwe dikê pêpelunka derînca înkarê. Gelê kurd ti cara li ser xwe esaret, zor zilm, inkar qebul ne kirîye, li dijî dagirkerîyê û dagirkeran serî hildaye. Ji bo vê mînakên bi nivîsandin û stran bêjî pirin. Wexta Mehdî Zana ji bo beledîya Dîyarbekir xwe pêsnîyaz kirî gelek tê bîra Leyla û dostên wê. Mehdî drunvan (terzî) bû. Gelê Amed Mehdi Zana li dijî dagirkerî, zilm, înkarê nas kir û dengê xwe dan. M. Zana bû serokê Beledîya paytext a Kurdistan Amed. Ez sexsîya wê picuk nakim, lê ew wê demê kebanîya malê bû, ne xwenda bû, ne sehrezayê pêsegîyê bû, KONGRA GEL ne bû, A. Öcalan ne dihat naskirin. Bi dengê gelê amed M. Zana di kurdistande hate naskirin, hûn bi xwe xanima wî bûn. Bi navê L. Zana bas an ne bas yek gotin ne di bû. Lê wexta ko yekî di zanî ti kebanîya Mehdi Zana`yî rêz ji hewere digirtin, rastî jî eve. Îro jî ji bo M. Zana rêz heye, xwe ne kirîye pêpelunka derînca dagirkerîyê. Leyla zora te cîye ti xwe dikî xulamê kemalîzmê, ti cima xwe jê xilasnakî ?.

Gelê kurd hefsarê xwe nadê destê kemalîzmê û kemalîstan. Abdullah Öcalan di vê hevdîtina dehê mijdarê de di bêjê "Sîrova min a netewe hemdeme. Bi nav kirina netevatirk serast kirine. Pêdarîna zêde derz bûn cêdibê û qetbûnê kûr tir dikê. Zimanê dewletê bi tirkîye......kêm neteweke bi dewlet tehlokeye.........hewqas dewlet û federasyon qet kirinê kûr tir dikê.....Atatürk pistgirîya hemwelatîyê azad dikir, mi gelek pirtukên Kemal xwendine, kultura wî ez dizanim, zanîna hemdem li ko baye Kemal Atatürk li wir bû, ew gelek hemdem bû" Leyla ev hestî û car sale cumhurriyeta tirk hatîye damezrandin. Tirka giranîya xwe bas danîn ko zimanê kurdî li binxin. Lê kurda tecawizî irza zimanê tirkî kir. Ji dêla kurda hînî zimanê xwe bikin, kurda zimanê wan rezîl û reswa kiriye. Mînakên vê pirin "gîdax, gelax, oturax......Kafami bozîsin lo.....kebrax....." xwendevanên ko kurd û Mamostên zimanê tirkî jî devoka wan bi tirkî eve. Kesê ji anatolya bi karmendî têne Amedê jî dibînin ko tirkîya wan jî buye "gidax, gelax, yîyîsin, îcîsin......" û hînî kebrax bûne.

Leyla xwe li bayê Îmralî bernede, lê borînê ji gelê kurd û Celadet Alî Bedirxan bi xwaze. Bi saya Celadet û malbata wî îro Elfabeya kurda bi latînîye, bi milyona pirtûk, kovar, rojname cêbune û heroj derdikevin. Peyama-kurd jî mînakeke ber bi cave. Pasve cûn êdî cênabê, dîwar ji mifriq hatîye lê kirin zarokên nav mala hewe û cîranên hewe jî bi tikî di bêjin "gidax, gelax,...." malbatên wa xwe naskirine. Kurd êdî zimanê tirkî li ser xwe bi fermî qebul nakin û kirasê bi navê netewatirk li xwe nakin.

Celadet Alî Bedirxan elfebaya kurdî bi latînî cêkir, Atatürk cav li Celadet kir û wan jî elfeba xweya erebî qulibandin latîni. Tirk ticara hevdem nebûne, xwe li gorî dora xwe teqlît dikin. Hevdembûna Atatürk û dewleta wî eve. C.A. Bedirxan wexta " Hawar" ê dertêxê bang li gelê kurd dikê û di bêjê " Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji mere rêya felat û xwesîyê vedike. Her kesê ko xwe nas dikê; dikarê xwe bidê nas kirin.

Hewara me berî her tistî heyîna zimanê me dê me bi dê nas kirin. Lewma ko ziman serta heyînê a pêsine." Gelê kurdistan rêz daye hewara Celadet Alî Bedirxan û jêre bi peymane!

25 November 2004

M. Þerif MÜÞTAK

Serif.muestak@gmx.de







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=347