REWÞA ÎRO Û PÊÞNÎYARÎYA SAÎT AYDOGMUÞ !

M. Þerif MÜÞTAK


REWÞA ÎRO Û PÊÞNÎYARÎYA SAÎT AYDOGMUÞ !


Leyîstok xirabe, meydan toz, duman, mije û morane, li alîyekê qozeqere, li alîyêdî teq teqa berqa ye, xuþe xûþa ewra û bahoze. Heja ji ber vê xirabîya li ser gelê Kurd bi taybet li bakurê Kurdistanê werbûwî, xwe paristinek nîn. Ez bejna xwe li ber þehîdên Helebçe û bi taybet li ber tevayê þehîdên Kurdistanê di tewînim, Newroza vê salê li gelê Kurd pîroz dikim, ev Newroz a sala serxwebûn û azadîyê bê.

Gelê bakûrê Kurdistan Ji bo xwe ji rewþa xirab, dostîbûna Abdullah Öcalan û Generalên Tirk xilas bikin, cara yekeme ko sîyasîyekê Kurd bê mejîtengî, bi dilekê vekirî û Kurdewarî pêþnîyarîyeke rê li ceng û berxwedana rojê weke carikên car zemana vekê avête meydanê ber tevayê tevgerên sîyasî, bingehên demokratîk û kesayetîyên serbixwe.

Xwedîyê pêþnîyarîyê Sait AYDOÐMUÞ´e. Weke ko mi fêhmkir pêþnîyarî bi vî rengîye”Tevayên tevgerê sîyasî ê li bakurê Kurdistan, di bingehên xwe de, an di derdorên ko têde tevgerê di domînin, kesên ko pispor, dikarin perspektîfa derxin hole û perspektîfan bînin, þexsîyetên bi rumet ko ji derveyî rêxistinan û bingehên demokratîk ko xwedî bingeh bangî li teva bê kirin, Xebateka hevbeþ û rêxistineke çawa?” Konferanseke neteweyî bi vê rojevê bê li darxistin.

Bi bawerîya mi pêþnîyarîya Sait AYDOGMUÞ di cihde ye. Ko Kurd li vê pêþnîyarîyê xwedî derkewin, di karê rewþa bakurê Kurdistanê bide guhertin.

Pirsa ko di bêjê “xebatek hevbeþ û rêxistinek çawa?” Ezê di vê derbarê de rojên pêþ de bi dirêjayî nêrîna xwe vekim. Lê ko bi kurtayî nêrîna xwe bi bêjim, alternatif rêxistinek legal e. Rêxistin a legal dive bi navê Kurdî bê. Lê em ferz bikin ko konferans pêk hat û li hev hate kirin. Wê wextê ne pêwiste ko tevgerên ji derveyî PKK bi sekinin heya rêxistinek legal bi nave Kurdî bê damezrandin. Di Karin di rêya HAK-PAR re tevgera xwe bi domînin heya partîyek bi nave Kurdî destûr wergirê. Heta firset heye ko xebat lê bê kirin navê HAK-PAR`ê bi xwe bibê Kurdî. DKP ne fermî bê jî, bi vergerandina navekê Kurdî di karê bibê nîqaþ û ji bo navekê dî jî alterntîf pirin. Bingehên neteweyî ê heya niha hatîn damezrandin bila weke xwe bimînin, ne zerere, di herikandina wextê pêþ de bi xwe hel dibin. Ez bi xwe hêvîdrim ko pêþnîyarîya Saît AYDOÐMUÞ tê kevê nîqaþê û cih bigrê. Dagirker di rojên tengî dene, li hev digerin, bê dengî zincar e. Wext hingî di bûrê DTH di mejîyên Kurdên paqij de bêhtir kûr tê kolan.

Li baþûrê Kurdistanê wexta ko tevgera Kurd gav bi pêþde tavêjê dewleta kûr a Tirko di laþê xwe re di derizê. Ti dibê axa baþûrê Kurdistan a wî û bavê wî ye. Surî xwe ji Lubnan di kiþênê, pê hers dibê, ti dibê qey xizna bavê wî li Libnanê ma bê xwedî. Xelk di bêjin rejîma teoqratîk û dagirker a Îran ”Dev ji çekên kom kûjî berde, sentralên atomê bi sekinê ne û destê xwe ji terorê bi kiþêne.” Tirko disa hers dibê û dibêjê ” Pirsgirêk ne evin, xwestina hilweþandina dewleta Îrane, em û Îran cîranên hevê baþin” De were ji ber Roma Reþ “vî kerî bide vî borî.”

Serok Meshud Berzanî di bêjê “ Em Ala Iraq a ko ji rejîma behs mayî li serxwe qebul nakin, yekê ko qebûl bikê bila wêneyê Sedam Hisên jî danê ber.

Jiber ko dibin wê Ala rejîma behs de 180 hezar Kurdên enfalkirî ne xwîya ne, 8 hezar Berzanî ji hole winda kirîne, 20 hezar Kurdên feylî winda kirîne, 6 hezar Kurd li Helebçe bi çekên kîmyayî qetilkirî ne, bi dehên hezara seqet bûna, hêja zarok seqet tên dinya yê û ji bo parastina gelê Kurdistan bi hezara Pêþmerge þehîd ketinê. Bi trilyara dollar zerer zîyan çêbûwe, ji nêza birçîbûn bi hezara zarok, pîr, kal û cuwan di enfala de mirine, hêja bi hezara seqet bar mane, 4500 gund xirab kirîne û hêja xwîn ji devê bîrînê gelê Kurd di niqûtê.”


Tirko dibêjê “Meshud Berzanî di xwazê dewleta Iraq qet bike” Ma Iraq qet bibê ji bo Tirko çîye?

Ma Roma Reþ ne çav sorî ye dikê?

Tirko fal vekir ye tê, re di bînê siba ko Ala Tirka jî wê bibê nîqaþa weke Ala Sedam a Behs, ji wê bonetê hevqas hers dibin, nikarin li ser ti cilika runin, ti dibê stirî wê di binê wî re herin Arîkarê Serok Erkanê Herb dibêjê “Li Iraq mafê meyê gotinê nîn, polîtîqa meya Iraq nîn, hejmara terorîstan ji hejmara 1999 bêrbi jor hilkiþa ye, 3000 terorîst daketine ser sînorê Kurdistana Baþûr û Tirkî, gelek qalibên TNT li derdorên Bîgolê, Elezîzê, Dêrsimê hatine dîtin, gelek jê ne xwîyane, kes di vê derbarê de pirsê ji me nakê û gel rojên terorê zu ji bîrkir.”

Di hema wextê de di meclisa enqere de perlemanê CHP yê Entaqya Züheyir Amber ê ko eslê xwe inkar dike, girêbendek bi nivîsandin da serokê meclîsê û jê pirsî ”roja 17.12.2004 ko 5 tîmên taybet ber bi Bexda ve diçûn li Musil çawa ketin çeperê û çawa hatin kûþtin?” bersiveke fermî xwestin. Abdullah Gül di bersiva xwe de di bêjê “ji ber ewleyî a rêya ezmana nebû û rêya erdê ko ji musil diçe Bexda jî ne bi ewleyî bû, tîmên taybet rêya xwe ber bi Bexda ve gûherti bûn. Kesên ko Tîmên Taybet xistîn çepera þibandi bûn ko leþkerên Emerîqanin, çekên ko bi taybet bi wan re ji bo paristina Þehbender ( Balyoz ) bûn”

Lê baþ tê zanîn ko xebera sîyasî ji van 5 tîma nîn. Leþker ew tîm ne rêkiri bûn ji bo Þehbender bi parêzin, ew çobûn kû çalekîyên terorist bi kar bînin û li xezebê rast hatin. Bersiva Abdullah Gül nîþan didê ko kesên Tîmen Tirko xistîn çeperê, weke xebera wan ji hev heye, li hev bûne reþ û hev kûþtine. Di bê ko îro jî bi nisbetî wan tîma hêja gelek li herêmên kurdistanê û Iraq ji bo hin armancên xwe bi kar bînin hebin.

Org. Yaþar Büyükanit û dewleta wî a kûr hîn bibûn, her wextê balkêþîya gelê Tirkî di kiþandin ji derve ser Yunan, Suri, Iran û tehloka ko ji YS bi hata nîþan didan. Niha vêca rê li Tirko xetimîye niza çawa hênceta derxê û wext bi dest xwe bi xê. PKK ji bo dagirkera hênceteke baþ bû, nîjadperestên Tirko pê baþ propagan de dikirin. Lê îro gelê Kurd Abdullah Öcalan û partîya wî PKK baþ fêhm dikin, gel heroj piçek dî jê dûr di kevê. Êrîþên PKK ko li hember welatparêza didê kirin bivin û nevin wê bimînin vale.

Dagirkera ev jî baþ fêhmkiri ye, pora xwe vedidrû wê. Org. Yaþar Büyükanit di xwazê PKK ji nûve bike balkêþîyek û bi wasita PKK propagandê ji nûve geþ bike, rê li êrîþan vekê ko Kurdistanê bi bimbên napalm bi pelixênê û rê li tekilîyên YE bigrin, ew û Abdullah Öcalan bi hevre kolanên Kurdistanê bi xwûn bikkin.

Lê heyhate, “Ew ware, lê ne ew bihare.”

Bremen, 18. 03. 2005

M. Þerif MÜÞTAK

Serif.muestak@gmx.de







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=357