BÝJÎ CÝWANÊN KURD



BÝJÎ CÝWANÊN KURD

NA JÝ ÇANDA TÝRSÊ RE !!


Min di gotatreke xwe de berî demkê hêvî ji Tevgera Kurdên Rojava kiribû ku ciwan‏ên Kurd destek bikin û bibin ‏‏‏‏‏‏‏pir ji wan re û serpêhatiyên xwe têxin xizmeta wan de û wan ji þêwirmendiya xwe dûr nexin û rê li ber wan negirin ! Ji ber ku heger em rê li ber wan bigirin dibe ku ji bin kontrola Tevgerê derkevin û ji ber xwîn germiya xwe zirarên mezin bigihînin xew û MÝLETÊ xwe !!

Bi çanda tirs‏ê û hegerê em nema KARIN rê li ber ciwanên xwe bigirin û emê wan dûrî xwe bibin û dibe ku nezaniyek weha ciwanên me têxe bin bandora kesên ku ji bo berjewendiyên kesayetî û teng dilivin û ew sosretekê bi ser me û xwe de bînin !!!

ÇANDA TÝRSÊ nema rê li ber ciwanên me digire !! Ciwanên me nema ew ciwanên berê ne. Em tev dizanin ku cîhan pir biçûk bû ye û ciwan her ti‏êþtî dibînin û dibihîsin nemaze ev guherînên mezin ku li rex me li dar dikevin û ji xwe ciwanên me bi her hawî û demî tên çewisandin û riyên hêviyan li ber wan ji zû ve hatine girtin îca di rew‏‏þeke we ha de heger ne bi zanebûnek bilind û hestek pir nêzîkî hastên ciwanan em li gel wan bin dibe ku em wan ji dest xwe berdin !!

Lê helbet li vir berpirsyariya CÝWANAN jî pir mezin e ji ber ku ew xwe didin ser riyeke pir dijwar û qedera milletê xwe dihejînin û wê ber bi rewþên nediyar ve dibin , îca ji CÝWANAN tê xwestin ku erkên xwe baþ bizaninbin û bi hest û zanebûnek dîrokî bilivin ! Divê ew çalakiyên xwe bi kontirolkirineke þaristanî û aþityan e li dar xin û di çarçoveya kirinên ‏mirovan e de bin û ji kiryarên zorê û tevdanê dûr bikevin û tu mehnan nedin destên tu kesî ku wan û gelê Kurd ê rojava bikin hedefên sitemkaran û þovinîstan !!

Ji Tevgera Kurd a Rojava tê xwestin ku rê li ciwanan negire û bibe sîdara parastina wan û riya xwîn germiya wan û destên wan ji destê xwe bernede !!


Ingilistan 15. 04. 2005.

Birayê we : Mervanê KELEÞ

mervan111@hotmail.com

mervan112@yahoo.com






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=363