HEWLÊR DÎSA BÝ NALÎN E


FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

HEWLÊR DÎSA BÝ NALÎN E


ALMANYA, 04. 05. 2005 — Xebera reþ dîsa ji Hewlêrê hat. Li gorî nûçeyên peyamnêr, îro (04.05.2005) li Hewlêrê li teniþta Hola Mîdiya teqîneke terorîstî çêbû, ku heta niha 45 þehîd û 95 kes jî birîndar hene.

Ger dijminên Kurdan bikarîbana dê heta niha Kurdistana Azad hemû bikirana gola xûnê. Dijmin her derfetê bi kar tîne, Kurdan qetil dike û pîskolojiyeke xerab li ser Kurdan bihêle. Lê dijminên Kurdan bi van êriþên terorîstî ji cîhanê re jî mesajan didin, ku ne tenê Iraq, herwiha Kurdistana Azad jî ne bi emnî ye.

Partiyên sereke PDK û YNK li hêviya çi ne ?

Wek tê zanîn, çend sal berê di navbera Partiya Demokrata Kurdistan û Yekîtiya Niþtimanî Kurdistan de ji bo yekgirtin û yek hukumetî biryar hatibû standin. Lê mixabin di pê hilbijartinan de û heta niha herdu hukumet nebûne yek. Raya cîhanê beriya hilbijartinan him li ser Iraqê û bi taybetî jî li ser Kurdistanê negatîv bû, çimkî her çiqas desthilatî bi raya gel be jî, lê þertên desthilatiyeke demokratîk bi raya gel, bi hilbijartinan têye pîvandin. Rewþ di pê hilbijartinan de li ser Iraqê û li ser Kurdistana Azad sed û heþtê rade hate guhertin û ramana cîhanê niha pozîtîv e.

Lê divêt herdu partiyên sereke ji bîr nekin, tu hilbijartina çêbikî û paþê hukumeta xwe ya hevbeþ avanekî, serî û ba lê bidî, li ser hêsabên biçûk tevbigerî, wê rewþa cîhanê ya pozîtîv jî dîsa wek berê negatîv be.

Wisa têye xwiyakirin, ku herdu partiyên sereke yekgirtiya heqên xwe diparêzin, lê nikarin di nav xwe de yekîtiya Baþûrê Kurdistanê biparêzin. Sedem çi ye, çima partiyên sereke daxwaza gelê Kurd li ber çav nagirin û pirsgirêkên di nav wan de hene ji bo hukumeteke hevbeþ çareser nakin!.

Ez bawer nakim, ku pirsgirêk tenê serokatî û cihgirê serokê Kurdistanê be. Eger pirsgirêk serokatiya Kurdistanê be, ma ji vê pêþniyariya kek Mesûd maqûltir ti tiþt heye, ku serokatiya Kurdistanê bi hilbijartinan be?. Ma Kurdan hindik ji dîktatoran kiþand?. Kîjan dîktator bi hilbijartinên demokratîk hatine ser text? Dema serokatiya Kurdistanê bi hilbijartinê be, wê hingê pirsgirêk namîne. Eger Mam Celal dixweze, bila di pê serokkomariya Iraqê re were li Kurdistanê ji bo serokatiyê bibe namzet. Eger bi raya gel be, wê bibe serokê Kurdistanê jî.

Partiyên sereke çima serên xwe li ser sînorê Baþûrê Kurdistanê naêþînin, zêde li ser pereyên Îbrahîm Xelîl û li ser emniyeta Hewlêrê diêþînin?

Xaneqîn, Mendelî, Þingal, Mexmûr û Þêxan ji sala 1970î heta sala 1974an di bin desthilatiya Otonomiya Kurdistanê de bûn, lê niha li ser vê meselê çareserî çênebûye. Aliyên Ereban dest ji van bajaran ber nedane û Ereb dibêjin, bila ev bajarên han di bin desthilatiya Iraqê de bimînin.

Heta xetek di navbera sînorê Kurdan û yên Erebên Iraqê de neyê danîn, Kurdistana Azad wê herdem di binê tehdîda terorîstan de be.


ALMANYA, 04. 05. 2005


FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=366