DEWLETA TALANKER BERÊ LEYLA ZANA BÄ KAR ANÎ, NÄHA JÎ ORHAN DOÐAN DÝDE REQÝSANDÝN

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

DEWLETA TALANKER BERÊ LEYLA ZANA BÄ KAR ANÎ, NÄHA JÎ ORHAN DOÐAN DÝDE REQÝSANDÝN

Almanya, 11. 05. 2005 - Dewleta Tirka talanker di pirsa Kurd û Kurdistanê de heta niha ti carî rast û dirust tevnegeriyaye û her demê bi hovîtî bersiv daye daxwazên gelê Kurd yên rewa. Mixabin, Tirk pir bi þans in, ku heta niha bi siyaseta xwe ya fen û fûtan dinya-alem xapandine. Tirk di xapandoziya xwe de hosta ne, rast e ku mirov bêje þampiyon in. Tirkan her demê ji bilî siyaseta xwe ya hovane, ji hin Kurdên caþ jî îstîfade kirine û wisa xuya ye, ku heta ew li Kurdistanê bi desthilat bin, dê her demê jî ji xwe re caþan bibînin û li dijî tevgera Kurd û Kurdistanê bi kar bînin. Tirk vê dawiyê dîsa hin Kurdên bê pirensîp didin reqisandin, ku ew serê gelê Kurd bi gotinên wala þêlû û gêj bikin. Dewleta Tirk di nav kanalîzasiyona heriyê de ye û hindik maye bixeniqe, lê bi saya kesên wek Leyla Zana û Orhan Doðan û yên din emrê xwe roj bi roj dirêj dike.

Dewletê berî demekê Leyla Zana dida reqisandin û niha jî Orhan Doðan kiriye dewrê. Roj tine ye, ku Orhan Doðan di çapemeniya Tirkan de li dijî daxwazên gelê Kurd nepeyive.

Ka em li sosretên Orhan Doðan binêrin, ew çi dibêje :

Türkiye’de federasyon olmaz
( Li Tirkiyê federasiyon nabe )

Û wiha berdewam dike :

Günün koþullarýna uygun olmadýðý düþüncesindeyim. Ben Türkiye’de Kürt sorununun federatif bir yöntemle çözülmesinin mümkün olmadýðý kanýsýndayým.
( Ez di wê baweriyê de me ku li mercên rojevê nayê. Li gor qeneata min pirsa Kurdî bi rê û dirbên çareseriya federatîv li Tirkiyê ne mimkûn e ) Hürriyet, 24. 02. 2005

  • http://www.hurriyetim.com.tr/haber/0,,sid~2@tarih~2005-02-24-m@nvid~541517,00.asp

    Orhan Doðan vê carê jî di rojnama Milliyet de hevpeyvînek daye rojnamegerê Tirk Derya Sazak û wiha dibêje :

    Eski DEP milletvekili, Demokratik Toplum Hareketi üyesi Orhan Doðan :

    ( Mepûsê DEPê yê kevin û endamê Tevgera Civaka Dêmokiratîk )


    Etnik siyasetleri kabul etmiyoruz
    ( Em siyaseta li ser nijadî-Etnîk napejirînin ) Milliyet, 14. 03. 2005

  • http://www.milliyet.com.tr/2005/03/14/siyaset/asiy.html

    Kürtlerin ayrý bir devlete ihtiyacý yok
    ( Ji Kurdan re dewleteke cida ne pêwîst e )

    Li ser pirseke ronamegerê rojnama Zamanê ji Orhan Doðan, ku ew dihere kûderê, siloganên ‘Bijî Serok Apo’ têne avêtin. Orhan Doðan wiha bersivê dide:

    Þimdi yüz bin kiþi tek aðýzdan ‘Biji Serok Apo’ diyorsa bunu engelleyemezsiniz. Duygularýný dýþa vuruyor bu kitle. Biji Serok Apo demek, benim bakýþ açýma göre, yaþasýn Türkiye’nin toprak bütünlüðü, yaþasýn Türkiye’nin üniter yapýsý, yaþasýn barýþ demektir.
    ( Niha sed hezar kes bi yek carê dibêjin ‘Bijî Serok Apo’ ti kes nikare pêþiya wê bigire. Çalakvan hîsên xwe eþkere dikin. Bi qeneata min gotina ‘Bijî Serok Apo’ tê wateya yekîtiya axa Tirkiyê, tê wateya bijî avahiya ‘üniter’ Zaman, 02. 05. 2005

  • http://www.zaman.com.tr/?bl=roportaj&alt=&trh=20050502&hn=169306

    Hêjayî gotinê ye, ku gotina “üniter” tê wateya ku li Tirkiyê ji bilî Tirkan ne millet, ne hindikayî û ne jî ziman hene. Ev gotin bi serê xwe þovenîstî ye, faþîtî ye, ku mirovên wek Orhan Doðan jî ji van þovenîst û faþîstan re kar û xizmetê dikin.

    Orhan Doðan, Leyla Zana û yên din, ku dibêjin federasiyon ne li gorî rewþa Tirkiyê ye, çi ji federasiyonê fêhm dikin ?!. Heta niha li kîjan welatê ku bi sîstema federsiyonê têye îdarekirin mane û tecrûbeyên wan li ser federsiyonê çi ne ? Çi mafê wan e, ku seriyan tevlihev dikin û bi navê Kurdan dipeyivin ? Qet nayê bîra wan, ku dewleta talanker ji bo çend peyvên Kurdî di parlamena xwe de pasgura wan girt, avêtin zîndanê û ji 10 salan zêdetir di zîndanê de man. Gelo van belengazan qet nebihîstine, ku ar, namûs, terbiye û pirensîpên mirovan hene ?

    Dewletên îro di cîhanê de bi sîstema federal têne îdare kirin.

    Li DYA 50 herêm, li Uris-Russya ( ji sala 1992an vir ve ) 89 herêm, li Hindistan 35 herêm federal, li Çîn 33 herêm, li Awstiralaya 6 herêm, li Kanada 3 herêm û deh bajarên wilayet bi desthilatiya sîstema federasiyonê têne îdarekirin.

    Welatên Ewropa wek Almanya 16 herêm, Nemsa ( Awstirya ) 6 herêm, Swîserland 3 herêm bi desthilatiya sîstema federasiyonê têne îdarekirin.

    Belçîka ( ji sala 1993an vir ve ), Îspanya ( ji sala 1983an vir ve ), Îtaliya ( ji sala 2001an vir ve ), Slovakiya ( ji sala 2001an vir ve ), û li welatên Ewropa yên wek Portekîz û Danîkmarka jî bi sîstema üniter in, lê ji hin herêman re derfetên wek sîstema otonomî hatine dayîn.

    Û herwiha li welatên Ewropa Rojhilat wek Ukranya ji hindikayiyên kirîm re û li Moldaviya jî ji hindikayiyên wek Gagaz re di salên 90îde derfetên wek sîstema federasiyonê hatin dayîn.

    Ka em dubare bikin, ku belkî kêmaqilên wek Orhan Doðan û yên din, jê dersan derînin, ku careke din behs nekin, li Tirkiyê federasiyon li gorî rewþê ye yan na.

    Di nav 25 dewletên endamên Yekîtiya Ewropa de, 3 dewletên wek Almaniya, Nemsa û Belçîka bi sîstema federal têne îdarekirin. 2 dewletên wek Îtalya û Îspana jî hema hema bi gorî sîstema federal têne îdarekirin. 5 dewletên wek Îngilistan, Sloveniya, komara Çek, Polonya û Firansa jî bi sîstema herêman ( wek üniter ) têne îdarekirin.

    Wekî din 15 dewletên endamên Yekîtiya Ewropa jî ji wan 5 dewlet bi sîstema üniter sentiralîzimê û 10 dewlet jî raste rast bi sîstema desentiralîzimê têne îdarekirin. Û hêjayî gotinê ye, ev 15 dewlet jî hemû dewletên biçûk in, ku hêjmara piraniya van dewletan ji çend mîlyonan jî derbas nabe.

    Ji 37 dewletên Ewropa 18 dewlet him bi sîstema federasiyonê û him jî bi nîv sîstema federayonê xwe îdare dikin û destilatî kêm zêde li hev parve kirine. Ez ji van dewletên Ewropa ne tenê behsa endamên Yekîtiya Ewropa dikim, herwiha behsa dewletên di parzemîna ( kita ) Ewropa de ne dikim.

    Niha ji belengazên ku bi gotina generalên Tirkan dipeyvin dipirsim, çima hema hema cîhan sedî 80-90 bi sîstema federasiyonê û nîv federasiyonê têye îdarekirin, çima federasiyon li gorî rewþa Tirkiyê nabe ? ! .

    Kurdên caþ çiqas jî xwe ji dewleta talanker re þirîn rayê bidin, dîsa jî bê hûde ye û ew ti demê nikarin bi ser bikevin. Serê wan dê di nava gelê Kurd de herdem berjêr be.

    Federasiyon ji bo demekê ji Kurdan re derman e. Dewleta Kurdistanê jî garantî ye, ku Kurd ji aliyê cinawiran ve neyên qetilkirin. Kîjan Kurdên ku dewleta Kurdî nexwaze, ew him caþ e û him jî ehmeq e.

    Çavkanî :

  • http://www.dfoersterling.de/australien.htm

  • http://www.dfait-maeci.gc.ca/canadaeuropa/germany/aboutcanada08-de.asp

  • http://www.indischebotschaft.de/German/ghomepge.htm

  • http://www.russische-botschaft.de/Information/aufbau.htm

  • http://www.kas.de/proj/home/events/9/1/year-2004/month-5/veranstaltung_id-10113/


    Almanya, 11. 05. 2005

    FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

    fuadsipan@yahoo.de







  • Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

    Bo vê nûçeyê navnîþan:
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=368