DEWLETA EL-MIXABERAT DEST PÊ KIRIYE GORA XWE DIKOLE

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

DEWLETA EL-MIXABERAT DEST PÊ KIRIYE GORA XWE DIKOLE

XOYBUN - COM / Almanya, 06. 06. 2005 - Ji ber guhertinên li Rojhilata Navîn tirs û xof ketiye dilê dewleta Sûriyê, loma rêjima faþîst ji tirsa hebûna pêþeroja xwe nizane çi bike.

Dewleta Sûrî, ya ku bi siyaseta El-Mixabaratê têye îdare kirin, ji vir demek berê bi qetilkirina Serokwezîrê Libnanê yê berê Refîq el-Herîrî li Beyrutê û van rojan jî bi korsanî revandin û qetilkirina Þêx Mihemed Meeþuq el-Xeznewî roj bi roj gora xwe dikole.

Dewleta faþît êdî ti sînoran nasnake, ji çalakiyên Kurdan yên demokratîk re jî rêzê nake, bi guleyan û talankirina mal û milkên Kurdan bi destê Erebên kevneperest bersiv dide.

Rêjimên faþîst ên di dîrokê de hatine û çûne, hemû di wê baweriyê de ne, ku ewê her dem bi dîktatorî li ser text bimînin. Lê cîhan êdî ji dewletên faþît re teng bûye.

Dewleta El-Mixaberat bi qetilkirina Þêx Mihemed Meeþuq el-Xeznewî xwest, mesaja tehdîdê bide Kurdan, ku ew dest ji daxwazên xwe berdin. Lê bi baweriya min dewleta Sûrî palte li lingê xwe xist. Ti kes êdî nikare pêþiya vê pêvajoya nû bigire; hilweþandina rejimê dest pêkiriye û êdî rojan dijimêre.

Rejima El-Mixaberatê dê ji holê rabe, lê gelo siyaseta partî û rêxistinên Kurd li Baþûr-Rojava ji bo desthilatiyê amade ye ?

Bi bîr û baweriya min, divêt partî û rêxistinên Baþûr-Rojavayê Kurdistanê ji van bûyerên dawîn dersan derxînin.

1 - Pêwendiyên xwe sedî sed bi rêjîma Sûriyê ya faþîst re qut bikin.
2 - Bi gotinên partî û rêxistinên perçên Kurdistanê yên din tevnegerin.
3 - Bi yekîtiyeke xurt siyaset û stratejiyeke nû ji bo Baþûr-Rojava amade bikin.

Bi rastî nayê fêhmkirin, ku Kurdên Baþûr-Rojava bi çi mantiqî bi dewleta El-Mixebarat re dan û standinan çê dikin. Dewleta Sûriyê jî wek dewleta Tirk û Faris dijminê Kurdan e. Pêwendiyên bê bingeh û vala ji bilî zerarê ji tevgera Kurd re nîne. Loma divêt siyaseta Kurdên Sûriyê bi taybetê di pirsa pêwendiya rejimê de zelal bibe.

Hin partiyên Kurd li Baþûr-Rojava bi salan e dîrekt, an jî îndîrekt bi siyasta PDK, YNK û PKKê ve girêdayî ne. Ev jî astengiyeke pir mezin e, ku partiyên Baþûr-Rojava siyaseteke serbixwe derînin holê. Bê guman, ev nayê wê wateyê, ku partî û rêxistinên Kurdan þîretan nedin hevdu û alîkariya hevdu nekin. Nexêr, divêt her partî û rêxistin li gorî rewþa perçê ku ew têde ne serbixwe bin, ku bikaribin li gor rewþa xwe siyasetê bikin. Wekî din ne fêyde ye ji bo tevgera wî perçî, ku partiyên perçên din xwe wek serekên partiyên perçeyekî din bihesibînin.

Ya sitar ! Niha ev çi mantiq e, ku di çalakiyên ji bo qetilkirina Þêx Mihemed Meeþuq el-Xeznewî de li Qamiþlo û derên din silogan ji bo Abdullah Öcalan tên avêtin. Ev mantiq mantiqekî pûç nîne çi ye ?

Eger partî û rêxistinên Baþûr-Rojava dixwezin di vê pêvajoya nû de li Rojhilata Navîn ser bikevin, divêt berî her tiþtî yekîtiyeke xurt ji nav xwe derînin û stratejiyeke nû ji bo xwe amade bikin, da ku Amerîka û Ewropa pê baweriya xwe bînin. Tenê bi çalakiyan, niyet, daxwaz û gotinan nabe, ku mirov bêje: De Amerîka û Ewropa werin alîkariya me bikin, rejimê hilbiweþînîn. Pirsa herî girîng ew e, ku partiyên Kurd di pê hilweþandina rêjîma Sûriyê ya faþît re ji desthilatiyê re amade ne, an na ?. Ji bo desthilatiyê çi haziriyên wan hene ?

Eger partiyên Kurd bizanibin û bikaribin van bûyeran baþ analîz bikin, rêjîma Sûriyê li ber mirinê ye. Lê heta Amerîka bawer neke, ku Kurd li Sûriyê bi quwet in, ti tiþt nayê guhertin.

Ez di wê baweriyê de me, ku hêza Kurdên Baþûr-Rojava ne hêzeke biçûk e, lê li ser hev nînin. Ger mirov qiyasekê di warê rewþenbîriyê de li ser Bakur û Baþûr - Rojava bike, rewþenbîrên Baþûr-Rojava ji rewþenbîrên Bakur pir pêþdetir in. Divêt ew berî her tiþtî ji xwe bawer bin.

Û Baþûr-Rojava dikare bi mixalefeta Libnanê re jî îtifaqan çê bike û ji mixalefeta ku dê di demên pêþ de li Liblanê bibe desthilatdar îstîfade bike.

Almanya, 06. 06. 2005

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=373