JIBO ÇAPEMENÎYA KURD Û EWRUPA RE

M. Þerif MÜÞTAK


JI BO ÇAPEMENÎYA KURD Û EWRUPA RE

Birêzan gelî xûþk û birayên heja, ji roja înê 13.05.2005 ve ez girtîbûm dibin çavdebûm. Egera girtina mi bi îdiakirina ko mi arîkarîya PKK kiribû. Ev îro 28 roj derbasbûn. Hejmarek bilind ji hêzên Helegûrd di roja 13.05.2005 de, mêhvanên mi di mal de rûniþtî, ko dîwana me girêdayîbû bi rewþa welat ve, bi qîr û hezêmet girtin ser mala me.

Arþîva mi a dîrokên sala, kompütera mi, gelek dîskêtên nivîsên mi, nivîs û dokumentên ji bo pirtûka ko ez ji nûve dinivîsim, dosyayên fîrma mi BOTAN Bau GmbH dest danîn ser. Ez û mêhvanên me bi hevre kelepçekirin û girtin. Derî û dolabên me þikandin. Piþtî 11 seeta mêhvanên mi berdan. 09.06.2005 di seet 17.00 de îro 28 roje ez ji nûve berdam e.

Beyana ko ez îro ji nûve raberî çapemenîyê dikim roja 17.05.2005 bi arîkarîya parêzgera xwe Gerda Baudîsch-Cîmen ji girtîgeha stade mi rêkiribû ji bo çapemenîyê re. Lê mixabin li ser vê beyanê di nav parêzgera mi û mala mi de ji bo rewþa girtina mi bi bû nîqaþ. Li hev kiribûn ko heya ez derkevim ba Qadî û ji nûve rewþa vê beyanê di ber çav re bê derbas kirin.

09.06.2005 di seet 12.00 de ji girtîgeha Stade ez anîm dadgeha Bremervorde-Rotenburg (Wümme) e. Îdîayên ko Qadî di derbara mi de kir, ez bi “PKK re kar dikim, PKK hêzeke terrorist e li herêma bakûrê Alamanya berpirsîyarim, xelkên Kurd têxim bin þantaj, tehdît û zorê de. Bi zor xelkê di þînim meþ, þev, civîn, konferans, bi zorê tehfdanî propegan de dikim û tirsa partîya PKK têxim nav kîtla Kurd de. Bi zora sîlehan, ji bo kirîna Al, perê endametî, perê heyvanê, arîkarîya Heyva sor, qempanyê nav salê ……û salê xelkê tehdît dikim û mi sileh xistîye serê M. Çelik mi bi zorê 6000 Euro ji bo PKK xwestî ye” li ser mi kirî ye idea.

Ev ixbarcî bi xwe kî ye kifþbûwe, navê wî Mehmet ÇELIK e. Di îdeanamê de jî navê wî derbas dibê. Ew bi xwe li her dîwanê, sihbetê, di mala xwe de, di malên xelkê de, sersaxî, þahî, li qehwexana ….û xwaringeha de bi navê PKK taxivê. Perê xweyê heyvanê di dê, qempanya salê di dê, kesê ko nasbikê ji bo arîkarîya PKK wan teþwîk dike û ji bo arîkarîya ko gelek bê kirin tehna li navçavên xelkê didê. Di rexnekirina PKK de ko ew hazirbê êrîþên bi wehþîtî berdidê ser sere xelkê û tehdîdan didê. Ko pêwistîya Mehmet ÇELIK hebê ji herkesê bêhtir PKK ye ko dîsa pêwistîya wî pê hebê PKK dike terorist û þantajan li kesên weke mi ko mixalifên PKK ne dikê. Hemû cîran, nefretê jê dikin, naxwazin wî û familya wî bibînin.

Wêneyê Abdullah Ocalan metrekî mezîn kirî ye, wêneyê xwe yê ko qerewata wî ji a herkesê dirêjtir, ferehtir di bin cama wêneyê A. Ocalan de danî ye, mile xwe dayê mile A. Öcalan. Dîwan ko rûniþtî hebê, dibin awirên herdûwan de ye û wêneyê xwe û Abdullah Öcalan bi serê dîwanxane a mala xwe ve kirî ye.

Herêm ji bûyerê agahda re, PKK bûyerê ji nêzîk ve di þopînê û ixbarcî baþ nasdikin. Hemû kurd jî ixbarcî nasdikin, lê hêja PKK di derbarê vê ixbarê de bi ti awayî ji bo çapemenîya Kurd gotinek nekirin e. Doz di domê, þîrovê dûr û dirêj naxwzim bikim. Ji wexta ko PKK neyî û piþtî bûwî rêxistîn heya niha ez di tevgera Kurd de sîyasetê dikim. Lê di ti wexta de ava mi û PKK di cokekî re ne herikî ye. Di herêma Bota de di tevayê Kurdistan de û di dîplomasîyê de ji nêzîk, ji dûr herkes di zanê ez ne PKK me. Mi her wextê PKK bi hiþkî rexnekirî ye û þaþîyên PKK mi efû nekirin e. Di nav mi û PKK de gengeþê nexweþ jî çêbûn e. Bi kûrtayî ez di xwazim ji bo bûyerê di pirsan tenê ji PKK bikim.

Mehmet ÇELIK di zanê ez ne PKK me, ji bo mi bide girtin ez bi PKK ve girêda me û PKK kirî ye terrorist, ma gotina Memet ÇELIK raste?

Ma PKK di xwazê muxalefetê bi kiryarên Mehmet ÇELIK ê derewker bêdeng bikê an ne?


10. 06. 2005


M. Þerif MÜÞTAK

Serif.muestak@gmx.de







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=374