WÊNAK GELÊRÎ JI DÎMENÊ KURDISTANÊ DI GOTE~BÊJEKE GUNDÎ DE



WÊNAK GELÊRÎ
JI DÎMENÊ KURDISTANÊ
DI GOTE~BÊJEKE GUNDÎ DE


  • NÎÞAN

    Bi xwe ev peleke ji kelepora gelêrî ye; an bûyerê rojek palote ye li gundekî li derdora hirêma Mêrdînê tê nasîn, û bi taybet li gundê ( Bêrtê ) weke nemûne dibe:

  • PÊÞ-GOTIN

    Di kar-xebata çi miletî de hebe, xweþ tê zanîn þope-mayên wî; ji kelepora wî, jîn û jiyana wî têde dijî bi temamî tê naskirin an xuya dike bê ka çawan abûriya xwe dike, û ev jêre dibe resenek teybet, û dibe nemûne û çarçew ji bo zarok û nevîyên wî di pêþerojê de, çimkî weke neynikê xwe têde dibînin ji bo berdewamîya jîn û jiyaneke duristir, her wiha bi tevayî jî çanda milet dibe weke neynikekê li cîhanê.

  • MIJAR

    Neysa .. Bo em þirove bikin û bidin nasîn bê çawa hatiye amadekirin rojana abûrî.. nuha li vir, li ber destê me heye perçak tore; qewale-bêjeyek- kevnar bi rengê helbestê hatîye rêzkirin ( helbet bi rengekî dengbêjî dihate gotin.. an ev qewalik tê gotin bi rengekî awazî liser gupîna mûkuta û him tê gotin bi: avêtin-ber-hev û wek tê nasîn weke dibêjin- bi navekî din: Stiranê " ber~dolabî ", yek davêje ber yê din .. an bi peyvên pirs û bersiva bi diyalogî dikin.

    Û heger em bixwazin wê naveroka têde þirove bikin, tê xuyanê kirin bi xwe, bûyerek filklorî ye – an gelêriye- li ser kutana dan û burxule hatiye saz kirin, weke tê gotin – berê payizî wê xelk nifqê xwe deynin , ji yek giringtirîn karê male ew dan û savare û yên pêre nr. Belê.. piþtî genimê xwe di niqira mezin de dikelînin , bi agirê êzing û tepika .. û her wiha ta dawî radixin li ser ferþekin mezin û liser latekên kevirî, û bi rastî ew ferþe-latê kevirî gelê gund tev de danê xwe liser radixin ku liber tava rokê ziwa û hiþk bikin, htd.. Weke em tev dizanin.

    Erê, piþtî du sê rojan ew dan ziwa û hiþk dibe, xweyê malê bandike xort û keçên gund, çi xortên mezin û ciwan.. çi êl û meriv bin, çi biyan û cîran bin, çimkî bi dore, her hink alî hina dikin, ew xort dora þeþ kesan an heþt, an bêtir be jî nexeme, an kêm-zêde ne tu gazine, û li gora wan mûkuta jî tînin û dixin dest wan , bi dorê; nêvî mûkut hiltînin û nêvî yê din datînin û li dan didin ku qaþil ji ser biherifînin, û dibere stiran û qerwelka jî dibêjin da ko westan û bêdengiyê bixemilînin, tev qerf û henek û leqerdiya dema xwe ji êvarî ta þev zîz dibe dibuhêrin. Belê.. bi rastî tu dem nîþan jêre tunye, lê xwedê giravî wê wiha be.!

  • MEBEST

    Û her bi vî awayî yek alîkariya yê din dike bi navê Palote, xuyaye yek ji wan palote dibe serkar û serkêþê wan , û ew jî zane bi qewala û bi dengbêjî yê.. û ew qewal yê gav û dema xwe ye, yanî bûyerê rojane ne li hev tîne.. çi tê ber devê wî û çi tê ber çavê wî û çi tê bîra wî -nexeme- dibêje û ditewîne, li derdora xwe dinêre û çi dibîne dibêje û davêje ser, ango li hev tîne buyer û kar û viyan tev hev dibe.

    Erê.. bi rastî bi vî hawayî kar bi wan heval û hogira xweþ dibe, û ev baþ xuyaye ji vî perçê qewalê liber destê me, ger bi çavekî rexngerî û vekolînî lê binêrin, û ew bi xwe rexn û /yan bi peyvek din/ qerf û leqerdî ye dikin, an mere bêje bi henk-pê-kirin tê gotin, çi çalakiyên civakî bin.. çi bînerin û buyerin rojane bin .. çi þîretin perwerdekî bin û tê dabajkirin.. û htd.

    * * *

    Piþtî xwendina, an pihîstina vê perçe~torê, qewale~ bêjika kevnar, palota di vî qewalê de û di naverokê de heye, çar-pênc beþ xweþ têne xuya kirin, û ew jî evin..:

    1 - Serkar, peyvînek taybet dibêje , weke despêkekê.
    2 - Qala þêx û mella dike û çûna wan ku çawa li zekayê digerin, û çawa ne raziya xwe dide xuyanê kirinê, çimkî tiralin.
    3 - Daxwaza amadekirina xwarinê (firavînê) dike bo palota.
    4 - Hatina I'tar û gera wî li nav gund û qala kirîn û dagijkirinê dike.
    5 - Qerfa bi kesekî biyan dike, ku li gund bi cih bûye, û tev jê ne razîne.

    Bi rastî pir wênê civakî tê hene, helbet wênak xweþ ji dîmenê kurdistanê dide xuyakirin, wênake bûyerê rojane ya kevnar, wekî me gotî li jorî.

    Û her wiha eve naveroka vê qewalê wek min bihîstiye, lê bi hêvî me hûnê bibûrînin li min nekin heger min kêm daniye, an ne xweþ bi saz û kêþ hatiye:

    Belê ez pir mexabim, ji ber ev perçe~tore ne dirist û dozkiriye bi movikê xwe ve weke eþkere xuyaye, bi xwe ev perçe~helbest ji 8 movika pêkhatiye ristin, an çar bi çare, û carna ji 9 û 10 movika pêkhatiye hûnandin, jiber wiha jî awazên wê sivikin û ritimê wê sistin, û min bi xwe çend hevok sazkirin, ta helbestî be bi xêzên xwe ve, û bi neveroka çîroka xwe ve, bo sûdake çak bide merovan. Jiber wiha ez ji pêþde lêborînê dixwazim.


  • NAVEROK

    ( 1- )

    Him û hayê
    Hey ho hayê
    Haho yelle ..

    Him û hayê
    Keçê dayê
    Ha li vir xin
    Li kevir xin
    Kevir hil kin
    Bi þekir kin
    Kevir hûr kin
    Bi gilgil kin
    Bi dermanê
    çavê kul kin.

    ( 2 - )

    Him û hayê
    Hey, hê yelle
    Þêx û melle

    Yek betale ..
    yek tirale
    Çûne deþtê ..
    bînin geþtê
    Çûn bi hev re
    çûn zikayê ..
    Tu kes tiþtek
    Tiþt neda yê
    Xwezî berfek
    bibarî ya
    Yek ji wan j.
    venegeri ya

    3 - )

    Him û hayê
    Hey ho hayê
    Haho yelle ..

    Hey lêlê Êþê
    Lê Êþo xanê
    Destek savarî
    bîne j' hebanê
    Kevçî ya werî
    ji kevçîdanê
    Û sê çar serî
    pîvaz pêr deynê
    Û zû vergerî
    ji xêra xwenê
    Ji pala rî
    bike tevdanê
    Him û hayê ..
    Hey hê yelle

    4 - )
    Him û hayê
    Hey ho hayê
    Haho yelle ..

    Ji taxa jêrî
    bandikir tirî
    Dihat Emoka
    ser bi kurkirî
    Komeke mêþ
    li dor difirî
    Bi e’lb û nîvek
    tirî dikirrî
    Him û hayê
    Hey hê yelle ...

    5 - )
    Him û hayê
    Hey ho hayê
    Haho yelle ..

    Êla hiso ..
    ew bi xwe Tate
    Mala wî sehî
    li rohilate
    Dengê çirçira
    vî ehmeqî
    Weke þerê
    li ser late ..
    Him û hayê
    Hey .. ho hayê
    Haho yelle ... hd.

    10. 07. 2005


    Ciwanê Abdal

    Ciw@nê ABDAL

    Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





  • Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

    Bo vê nûçeyê navnîþan:
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=387