ADNAN MENDERES Û ABDULLAH ÖCALAN



ADNAN MENDERES Û ABDULLAH ÖCALAN

Almanya, 21. 08. 2005 — Beriya ku mirov siyaseta Îmralî ya Abdullah Öcalan bi destê generalên Tirk ve þîrove bike, pêwist e hinek li ser dîroka serokwezîrê Tirkan yê kevin Adnan Menderes, ku di pê cunta-înqilaba 1960an de li Tirkiyê hate girtin û li Îmralî ji aliyê generalên Tirk ve wek di pirsa Abdullah Öcalan de jî bi awayekî mostere hate mehkemekirin û di dawî de ku hate xenikandin bisekine. Heta niha Tirkan gellek tiþt li ser Adnan Menderes nivîsandine, lê mixabin ez rastê nehatime, ku bi zimanê Kurdî li ser Adnan Menderes tiþtek hatibe nivîsandin, loma hêja ye mirov beriya rûreþiya siyaseta Abdullah Öcalan li Îmralî, li ser pirsa înqilab û xeniqandina Adnan Menderes û hevalên wî bisekine, ku bikaribe meselê baþ fêhm bike. Çima generalên Tirk derfetê didin Abdullah Öcalan, ku ew bi parêzerên xwe ve hemû daxuyaniyên xwe bigihijîne derve.

Lê hêjayî gotinê ye, Adnan Menderes di nav gelê Tirk de mirovekî gellek hezkirî bû û ev heskirin hê jî li Tirkiyê berdewam e; loma ger li Tirkiyê lêkolînek li ser navên Adnan û Menderes bêye kirin, dê derkeve holê, ku ev herdu nav dê yan Adnan bibe navê yekemîn yan jî Menderes. Kîjan nav bibe yê yekemîn jî navê din jî dê bibe duwemîn.

Adnan Menderes di sala 1931an de ji bajarê Aydinê dibe mepûsê partiya CHP ya kalên Tirkan ku Tirk jêre dibêjin “Atatürk”. Adnan Menderes heta sala 1945an di partiy CHP de wek mepûs û raportorê komîsyona parlamena Tirkan karê xwe berdewam dike. Ji ber ku Adnan Menderes di sala 1945an de li dijî derketina qanûna erdê-axê ya hukumeta Saracoglû derdikeve, loma ew di heman salê de ji partiya CHPê tê avêtin. Li ser vê bûyerê gellek hevalên Adnan Menderes jî partiya CHP protesto dikin û bixwe ji vê partiyê vediqetin. Adnan Menderes di sala 1946an de bi hevalên xwe re partiyek bi navê “Demokrat Partî” (Partiya Demokirat) ava dike. Partiya Adnana Menderes di sala 1950î, di hilbijartinan de ji sedî 53,5 % dengan digire û heta 27.05.1960î wek serokwezîrê Tirkan li ser text dimîne.

Cunta leþkerî înqilab çêkir, hemû mepûsên Partiya Demokrat hatin mehkeme kirin û di dawî de îdama Adnan Menderes û 14 hevalên wî hate dayîn. Ji wan 14 kesan, ji 12 kesan re efû derket, lê Adnan Menderes, Zorlu û Polatakan ber bi afûyê neketin û li Îmralî ji aliyê generalên Tirk ve hatin xeniqandin.

Di dema mostera mehkemê de li ser pir gilî û gazinanên mepûs û ji gelê Tirk, ku çima Adnan Menderes û hevalên wî hatine girtin tê pirsîn. Li ser vê pirsê serokê dîwana dadê ya bilind Salim Baþol wiha bersivê dide “Bana bunu sormayýn. Sizi buraya týkan idare böyle istiyor” ( Vê pirsê ji min nekin. Ew rêvebiriya hûn di vir de asê kirine wisa dixweze )

Leþkerên Tirkan dijminê demokrasiyê ne. Dewleta kûr-nehênî bi çavê ehmeqiyê li gelê xwe dinê re. Çimkî ew bixwe jî dibêjin gelê me (TIRK) sedî 70-80 xwendin û nivîsndinê nizanin û cahîl in, loma esker xwe þefê gelê Tirk dibîne û wan dike dewsa ehmeqan.

Ji ber ku Adnan Menderes bi guhertinên qanûnan hefsarê leþkeriya Tirkan, yên generalan þidandibû û kiribû bin siyaseta sivîl, loma kîna leþker û generalan li dijî wî gellek dijwar bû û di dawî de cunta bi destê zorê hate ser text, Adnan Menderes û 2 hevalên wî li Îmralî hatin xeniqandin.

Di cihê xwe de ye, ku mirov bêje, qaþo ronakbîr û rewþenbîrên Tirkan her demê hatina cunta, generalên xwe wek cejn pîroz kirine, ji pergalê re qelemþorî kirine û hên jî dikin. Generalan li dijî Adnan Menderes û hevalên wî senaryoyek çêkiribûn û li gorî wê senaryoyê ji gelê xwe re derew dikirin, ku Adnan Menderes û hevalên wî ji Tirkiyê re îxanetî kirine, loma ji ser text de hatine xistin û paþê jî bi mehkûma îdamkirinê hatine bi dardekirin.

Adnan Menderes nêzîkî 19 mehan di zîndanê de dimîne. Generalên Tirk destûr ne didan, ku Adnan Menderes û jina wî nameyên ji 50 gotinî zêdetir ji hevdu re binivîsînin. Ew gotinên Adnan Menderes û yên jina wî, ku ji hev re dinivîsîn jî, di bêjinga generalan re derbas dibûn, hîngê digihîþt herduyan. Generalên Tirk di nav 19 mehan de tenê du caran (her carê nîv saetî) destûr daye jin û zarên Adnan Menderes ku wî di zîndanê de bibînin.

Van gotinên li jor hemû bi delîl û îspat in. Hemû jî di çapemeniya Tirkan de cîh girtine û ez li jêr wek çavkanî jî didim. Belê generalên Tirk Adnan Menderes xeniqandin, lê di salên 80î de Turgut Özal (berê serokwezîr bû, paþê bû serokkomar) înîsiyatîva xwe bi kar anî û bi biryara parlamenê rûmeta û îtibara Adnan Menderes lê hate vegerandin. Niha li Tirkiyê navê balafirgeha-firokxana Izmirê Adnan Menderes e. Bi navê Adnan Menderes Zanîngehek(Zanko) heye. Yanê Adnana Menderes niha li Tirkiyê wek leheng-qehreman têye hesibandin. Turgut Özal bi kirin û gotinên xwe yên li ser federasyona Kurd û Tirkan, li ser komkujiya Ermeniyan û hwd. de dijminahî û kîna generalan qezenç kir û di dawiyê de bi canê xwe bedel da. Heta niha jî nehatiye tespît kirin, ku çawa Turgut Özal di nav çend seatan de ji aliyê generalan ve bi jehriyê hate kuþtin. Jin û zarên Turgut Özal gellek lê xebitîn, ku kuþtina Turgut Özal bi jehriyê têkin rojeva Tirkiyê, lê bi ser neketin.

Adnan Menders jî wek siyasetmedarên dewleta Tirk yên din dijminê gellê Kurd bû. Apê Mûsa (Musa Anter) di pirtûka xwe ya li ser jinenîgariya xwe bi zimanê Tirkî “Hatýralarým” (r. 149-151) de dinivîsîne, ku hukumeta Adnan Menderes di civîneke bi dizî de li ser xebitîne, ku bi yek carî 1000 rewþenbîrên Kurd bikujin, da ku tevgera Kurd 30 salî paþve bixîn in. Ji ber ku van siyasetmadarên wê demê, Adnan Menderes, Celal Bayar, Cevdet Sunay, Tevfik Ýleri û Fatih Rüþtü Zorlu li ser bi hev nakin, paþê Adnana Menderes di civînê de dibêje, divê em carê 50 ronakbîrên Kurd derînin mehkemê, wan bixeniqînin û bi vî awayî dawiya ronakbîrên Kurdan bînin. Apê Mûsa di pirtûka xwe de dinivîsîne, ku di pê înqilaba cunta de li dijî hukumeta Adnan Menderes, ew di hepsê de vê rapora hukumeta Adnan Menderes di der mafê ronakbîrên Kurdan de di kovara bi navê “Yön dergisi” de dixwîne.

Siyaseta Tirkan siyaseta tirajedî û komîk e. Du sal di pê vê civîna hukumeta Adnan Menderes re, ew û du hevalên wî yên li ser xebitîn, ku Kurdan bixeniqînin, bi xwe hatin xeniqîn.

Çavkanî :
http://www.kimkimdir.gen.tr/kimkimdir.php?id=1480
http://www.yenisafak.com/diziler/mah/
http://www.yenisafak.com/diziler/mah/mah2.html
http://www.yenisafak.com/diziler/mah/mah3.html
http://www.yenisafak.com/diziler/mah/mah4.html
http://www.yeniasya.com.tr/2005/05/27/roportaj/default.htm

Kurdistaniyên hêja !

Va ye her tiþtên ku min li ser Abdullah Öcalan, hevalên wî û partiya wî nivîsîne eþkere ne û yekî çewtiya van gotinên ku min li jêr nivîsîne dike û cesareta wî/wê/wan heye, ku van gotinên min pûç bike, bila derkeve meydanê. Yek armancek min tenê hey e, û ew jî di tevgera Kurd û Kurdistanê de ji gelê Kurd re rastî û duristiye.

Hukumeta Amerîka ya Bill Clinton bi destê ajanê CIA Abdullah Öcalan di 15ê Sibatê sala 1999an de bi korsanî, bi destê zorê li paytextê Keniya, li Nayrobî girt û teslîmî Tirkan kir. Di cîhanê de belkî bêhiqûqiyek wiha bêemsal tine be, ku him Amerîka, him Ewrûpa û him jî Yûnanê ku qaþo þaristanî li cîhanê bela kirine bi hev re tev geriyan û Abdullah Öcalan girtin teslîmî Tirkan kirin. Heta niha hezar carî li ser hatiye nivîsandin û tespît kirin, ku Amerîka Abdullah Öcalan teslîmî Tirkan kiriye, ku goya Tirk jî di pirsa Kurdan de hin guhertinan çê bikin. Lê tikes di pirsa teslîmkirina Abdullah Öcalan de li ser hesasiyetên Kurdan nesekinîn, ne fikirîn, ku dê bihayê wê ji gelê Kurd re çi be û dê gelê Kurd çi tiraûmayan derbas bike. Tiraûmaya yekemîn bi rencîdekirina Kurdan teslîmkirina Abdullah Öcalan û traûma duwemîn jî teslîmbûna Abdullah Öcalan bixwe li hember generalên Tirk û îxanetiya wî bi gelê Kurd re ye.

Ji ber ku Abdullah Öcalan li Îmralî teslîmî generalan bû û di pê re bi gotinên generalên Tirk tevgeriya û wisa jî daxuyanî da, loma serokatiya Konseya PKKê bi daxuyaniyekê di 23.04.1999an de îlan kir û di çapemeniya xwe de weþand, ku ew êdî guh nadin Abdullah Öcalan, çimkî ew di esaretê de ye û loma nikare bi îrade û vîna xwe tevbigere.

Ji meha nîsanê heta meha hezîranê sala 1999an di navbera Abdullah Öcalan û Konseya serokatiya PKKê de gellek mijûlî bi rêya parêzeran çêbû û Konseya serokatiya PKKê di dawî de xwe mecbûr dît, ku di 02.06.1999an de bi daxuyaniyeke nû girêdayiya xwe bi Abdullah Öcalan ve eþkere bike. Ev daxuyanî di 03.06.1999an de di rojnama ÖP de bi zimanê Tirkî hate weþandin.

( Çavkanî rojnama ÖP. )
http://www.ozgurpolitika.org/1999/06/03/index.html

Belê êdî çerx hate gerandin û dema roja reþ ji Kurdan re roj bi roj berdewam kir.

Nizametin Taþ (endamê serokatiya konseya PKK û KADEKê yê kevin) ku bi Osman Öcalan, Kani Yilmaz û bi gelek kesên din re ji PKK-Kongra Gel veqetiyan, di malpera partiya xwe (PWD) de di 22.01.2005an de li ser Abdullah Öcalan wiha dibêje:

PKK önderliðinin esir düþtükten sonra yaptýðý tüm deðerlendirmeler Türk istihbarat birimlerinin süzgecinden geçtikten sonra yayýnlanmaktadýr. Kongra Gel yönetiminin, faaliyetlerine iliþkin olarak verdiði tüm raporlar güvenlik biriminin denetiminden geçtikten sonra Abdullah Öcalan’a sunulmaktadýr.

( Piþtî ku serokê PKKê bi dîl (esîr) ket, hemû axavtin û nirxandinên wî di parzûna mirovên istixbarata Tirkan de debas dibe û paþê tê weþandin. Hemû Raporên ku li ser çalakiyên Kongra Gel berê di bin destê kesayetên ewleyiyê (emniyetê) de derbas dibin û di pê re jî ji Abdullah Öcalan re têye pêþkêþîkirin. )

Û Nizametin Taþ wiha berdewam dike :

Abdullah Öcalan sorgusunda sadece PKK’ye iliþkin bilgi vermekle yetinmemiþ, ayný zamanda yönetim üyelerinin her biri hakkýnda ayrýntýlý çözümlemelerde bulunmuþtur. Baþkanlýk konseyi ve merkez komitesinin tanýnan bazý üyelerinin kiþilik özellikleri, yetersiz yanlarý, ruh halleri ve yetenekleri konusunda ayrýntýlý deðerlendirmeler yapýlmýþtýr. Kendisini sorgulayan sorgu ekiplerinin karþýsýnda arkadaþlarýný aþaðýlamaktan çekinmeyen PKK önderliði; daha sonra çözülmenin verdiði hýrçýn ruh hali ile tüm parti yapýsýný suçlamaya devam etmiþtir.

( Abdullah Öcalan di jêpirsên (îfadên) xwe de li ser PKKê bi agahdariyan tenê qîma xwe neanî û herwiha li ser endamên rêveberiyê yeko yek berbifireh tehlîl ( analîz ) kir, sekinî. Ewî him hin hevalên Serokatiya Konseyê û navenda komîtê, li ser taybetiyên þexsên wan, kêmaniyên wan, halê wan yên rih, û li ser zanebîna wan berbifireh nirxand. Serokê PKKê xwe ji þûn de nekiþand, ku li hemberî ekîba ku jêpirsên ( îfada ) wî girtin, hevalên xwe biçûk bixîne û di pê re bi nexezariya bi halê rihê xwe partî bi tevayî hemû tawanbar kir. )


( Çavkanî malpera Partiya Welatparêzên Demokratên Kurdistan )
http://www.pwdnerin.com/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=83

Evan gotinên Nizametin Taþ hemû yeko yeko rast in û di belgên dadigeha Tirkan û li ba parêzerê Abdullah Öcalan in û herwiha malperek heye, ku ev belge hemû bi zimanê Tirkî di malpera ku ez li jêr didim de hene.

ÎFADE Û BELGÊN SAWCÎ Û DADIGEHA TIRKAN LI SER ABDULLAH ÖCALN
http://d-cizgi-savascilari.com/belgeler.htm
http://www.ozgurpolitika.org/1999/05/07/index.html
http://www.welatparez.com/tr/arsiv/gorusmenotlari/2004-02-25-KADEK-TumKadroveCalisanlara.php

Hey ya star mirov çawa ji dijminên xwe re li ser þexsên hevalên xwe tiþtên xerab dibêje û wan biçûk dixîne, aqil dide dijminan. Ev bê ehlaqî û ehmeqî nîne çi ye? Qet di dîroka mirovatiyê de mirovek ku xwe serokê gelekî îlan bike bi vî awayî derketiye holê?

Abdullah Öcalan tenê ne berpirsiyarê ewqas tahrîbatan e. Yên îmkan dane wî, ku ew ewqas hilweþandinan li ser Kurdan û bi navê Kurdan çê bike, PKK, KADEK, KONGRA GEL û berpirsiyarên wan in. Dema Abdullah Öcalan kete nav lepên Tirkan, PKKê Kongreyek amade kir û navê xwe guhert, kire KADEK û Abdullah Öcalan jî wek serokê KADEKê hate hilbijartin. Bûyerek wiha di cîhanê de ne bûye, ku serokê partiya mirovan di zîndanê de be û ew dîsa wek serokê partiyê bêye hilbijartin û partî bi gotina wî rabe û rûnê. KADEKê jî nikaribû ji ber nakokiyên nav xwe pêþde here û wan jî nav û naveroka xwe guhert, kire Kongra Gel û vê carê jî Kongra Gel bi neberpirsiyariyek wisa mezin tevgeriya û Abdullah Öcalan wek serokê gelê Kurd îlan kir. Tu dibê qey Kurdan her tiþtê xwe qedandiye, çareser kiriye, tenê serokê wan maye. Min berê jî di gotareke xwe de gotibû, ku serokên gelan tine ne. Serokên dewletan, hukumetan, partiyan, komelan û civatan hene. Mantiqê serokatiya gelan, mantiqê dîktator û ehmeqên wek Mistefa Kemal, Hîtler, Mosolînî, Hafis Esad, Sadam Huseyîn û yên din bû, ku Psîkolojiya wan hemûyan xerab bû û kompileksên wan yên biçûk hebûn. Loma wan ewqas xerabî li ser gelên xwe û li ser gelên xelkê kirin. Bi kurtayî mantiqê serokatiya gelan mantiqê Þivan û Gavanan e. Ez bi van gotinan ne ku Þivan û Gavanan biçûk dixînim. Naxêr, rêz û hurmeta min ji Þivan û Gavanan re heye, lê ji mirovên wek Abdullah Öcalan re, ku pirensîbên xwe firotine tine ye. Çimkî ew dijminên Kurdan diparêze, li dijî dewleta Kurdî dertê û bi navê Kurdan ji Kurdan re îxanetiyê dike. Xwezil her kes wek Þivan û Gavanan bê zerar bana û ji heywanan hez bikirana. Belê Abdullah Öcalan bi çavê bira pez û naxira dewaran li Kurdan dinêre. Ger wiha neba dê nikarîba bigota, ku zerara Misto Kemal ji bo Kurdan çê nebûye û serhildana Þêx Seîd, ya Seîd Riza û yên din li Kurdistanê jî wek lîstikên Îngilîzan û paþverû bi nav nedikir. Abdullah Öcalan hema hema di her hevdîtinên xwe û parêzerê xwe de dibêje, ku Kurdistaneke serbixwe li Baþûr Îsraîleke nû ye. Armanca Abdullah Öcalan di vir de ne tenê ew e, ku xwe ji zîndanê û ji xeniqandinê xelas bike, ew ji dil de ji xwediyê xwe re bê sînor xizmetê dike, ku tevgera Kurd biþkîne. Û di tevgera Kurd û Kurdistanê de îxanetiya herî mezin û bêemsal Abdullah Öcalan bi Kurdan re dike.

Abdullah Öcalan di hevdudîtina li gel parêzerên (avûkatên) xwe di 19.01.2005an de ku vê carê jî dîsa kîna xwe li dijî Kurdan direþîne, tevgera Kurd ji 1806an virde wek netewperestiya Kurdî rayê dide xuyakirin, dijî dewleta Kurdî dertê û dewleta Kurdî wek talûkeke pir mezin li Rojhilata Navîn dibîne, çenebaziyê û zimandirêjiyî dike, aqil dide dewleta Tirk, gotinan sero bino dike, dewleta ferealî û konfederalîzimê tevlihev dike û wiha dibêje:

ABD, Ýngiliz ve Batý el attý. Ortadoðu ne petrolüne sahip çýkabilir, ne de demokratikleþebilir. 1806'da temeli atýlan Kürt milliyetçiliði üçlü aþamadan geçerek devletleþiyor. Ýki yüz yýl önce Süleymaniye'de Abdurrahman Paþa ile Kürt milliyetçiliðinin temeli atýldý. 1945'te örgütlenme aþamasýna geçti, KDP'ler kuruldu. Ve gelinen üçüncü aþama devletleþmedir.Kürt milliyetçiliði ayaðý yere bastýðýnda, adam akýllý Ortadoðu'da direnir. Nüfusu Ýsrail'den fazla. Toplam elli milyon nüfusu var. Muazzam bir savaþ çekirdeði doðuyor. Bu savaþ çok kanlý geliþir, kan deryasý akar. Bütün Ortadoðu kan deryasý olur. Elli yýl daha bu güçle savaþý götürebilir. Bütün Ortadoðu Irak gibi olur.

(DYA, Îngilîz û rojava (Ewropa) dest avêtê. Rojhilata Navîn, ne dikare li petrola xwe xwedî derê û ne jî dikare bibe demokratîk. Netewperestiya Kurdî, ku di sala 1806an de hîmê (temelê) wê hate avêtin di sê qedeman re derbas dibe, ku bibe dewlet. Ji vir dused sal berê hîmê netewperestiya Kurdî li Sulêymaniyê ji aliyê Abdurrahman Paþa ve hate avêtin. Di 1945an de di qedema partîtiyê de derbas bû, PDK (Partiya Demokrata Kurdistanê) û her wekî din hatine damezirandin. Û hatina qedema sisiyan jî dewletbûne. Dema lingê netewperestiya Kurd erd bigire, dikare wek mirovan li Rojhilata Navîn li berxwe bide. Nifûsa wan ji ya Îsraîl zêdetir e. Li ser hev pêncî mîliyon nifûsa wan heye. Dê þerekî mezin, xurt wek dendik bêye welidandin. Ev þera dê pir bi xwînê pêþde here, dê wek behra xwînê birije. Rojhilata Navîn hemû, dê bibe behra xwînê. Dê bikaribin þer bi vê quwetê pêncî salî berdewam bikin. Hemû Rojhilata Navîn dê bibe wek Iraqê.


( Çavkanî rojnama ÖP, Ajansa Mezopotamya û malpera Kurdistan Post )
http://www.ozgurpolitika.org/2005/01/22/hab01.html
http://kurdistan-post.com/modules.php?name=News&file=article&sid=3113
http://www.mhanews.com/modules.php?name=News&file=article&sid=%2011206&mode=&order=0&thold=0

Beriya ku ez van gotinên Abdullah Öcalan þîrove bikim, hêjayî gotinê ye, ku bêjim, mirovek bi hiþ û aqil be, demokrat û aþtîxwaz be, van gotinên li jor ti carî nabêje, ku xwînê wek behrê birije.

Adolf Hitler li ser derew û hovîtiyên xwe wiha dibêje :

Je größer die Lüge, desto mehr Menschen folgen ihr. (Adolf Hitler, dt. Reichskanzler u. Führer d. 3. Reichs, 1889-1945
( Tu çiqas derewên mezin bikî, mirovên ewqas li pê te werin )


Dawiya derewçîn û virekan, cihê ku Adolf Hitler çû wê derê ye.

Mirov dikare tevgera Kurd rexne bike, li ser þaþî û kêmasiyên wan jî bisekine. Ne fedî ye jî, ku mirov þaþiyên xwe jî bêje, dersan jê derxîne, ku careke din þaþiyan neke. Lê tiþtek heye, ku ne ez û ne jî welatparêzekî Kurd ti carî napejirîne, ku bi vî awayî êriþî Kurdan bêye kirin; ku Kurd wek netewperest bêne binavkirin. Ji ber ku bi taybetî netewperestî di nav Tirkan û di nav Almanan de her dem bûye kul û derdê wan welatan, ku netewperestiya wan bûye bela serê wan û di nav netewperestiya wan de nijandperestî û faþîzim derketiye holê û di dawiya faþîzma Osmaniyan-Tirkan de bi mîlyonan Ermenî, Kurd û milletên din hatine qirkirin û faþîzma Almanya jî bi serokatiya sexte, ya Adolf Hîtler, di þerê cîhanê yê duwemîn de nêzîkî dused mîlîyon însan qetil kirine, loma bi taybetî dewleta Tirka Kemalîst, çepên Tirkan û ger mirov bêje, ku civata Tirkan sedî nod û neh dê ne þaþ be, ku ew tevgera Kurd û Kurdistanê her dem bi zanetî wek netewperest dîtine û dibînin, ku bi vî awayî tevgera me reþ bikin û ji xelkê re bêjin, ku Kurd netewperest in, dîrekt û an jî îndîretk wek faþît rayê bidin, da ku tikes jî ji me Kurdan û daxwazên me bawer nekin. Ev neheqiyek pir mezin e, ku him dewleta Tirk ev 80ê sale bixwe û him jî van gotinên xerab ji bo Kurdan niha bi destê Abdullah Öcalan dide gotin, ku goya Kurd netewperest in û netewperestî ji bo gelan talûke ye; bila Kurd dest ji daxwazên xwe yên netewî berdin. Lê pir mixabin, ku hên gelek Kurdên kêmaqil hene, bi van gotinên derew û vala bawer dikin. Nabe ku mirov netewperestiya Tirkan, Almanan û ya Kurdan wek hev bigire û têxe kirasekî. Gelê Kurd dijminahiya ti kesî nake û malê xelkê ji destê wan negirtiye û ti kes di qetliyaman re derbas nekiriye. Gelê Kurd ji bo netewa xwe, nasname û rûmeta xwe li dijî cinawiran tekoþînê dide. Kurdistan him ji aliyê xelkê ve hatiye perçekirin, gelê Kurd bindest hatiye xistin, ziman û çanda wî hatiye qedexekirin û dijminan hemû heyiyên Kurdistanê bi destê zorê kirine malê xwe. Ev mafê gelê Kurd yê rewa ye (meþrû ye) ku bi hemû metodan ji bo serxwebûn û azadiya xwe þer bike, ku gelê xwe rizgar bike. Ew mafê ku ji bo her miletan heye, gelê Kurd jî wan mafan dixweze. Loma ti kes nikare gelê Kurd ji bo serxwebûn û azadiyê þûn de vegerîne. Ew Kurdên ku dixwezin bi gotinên generalên Tirkan tevgera gelê Kurd reþ bikin - navê wan Abdullah Öcalan dibe, çi quzilqirt dibin bila bibin, ew dijmin in û herwiha teres û îxanetçî ne.

Di pê ewqas çewtî û tevlihevî re, hên jî Apocî xelkê dikin dewsa dînan û dibêjin, ku goya ew û serokên wan Abdullah Öacalan taktîkan çê dikin. Serê Abdullah Öcalan bixwe di ser wî û taktîkên wî de. Ma çima Abdullah Öcalan û emir qûlên wî bi duristî û bi mêrxasî doza gelê Kurd biparêzin nabe?! Lê ew wisa tevliheviyan dikin, ku bi canbaziya peyvan seriyan gêj bikin. Ew ji îro þûnde çi jî bikin êdî Kurdên welatparêz ji wan bawer nakin.

Hêjayî gotinê ye, ku li ser çapemeniya Apociyan bêjim, ku ew çawa gotinên serokên xwe Abdullah Öcalan bi Kurdî sero bino dikin û ji raya Kurdistanê re þêrîn didin xuyakirin. Eger xwendevan ji kerema xwe li malpera Înternetê ya KONGRA GEL û li malpera Înternetê ya Azadiya Welat ku ez li jêr wek çavkanî didim binêrin, ku van malperan gotinên Abdullah Öcalan yên ku di hevdudîtina li gel parêzerên (avûkatên) wî di 19.01.2005an de çewtî rayê dane û ew gotinên Abdullah Öcalan ku goya ji gotinên wî yên ku bi Tirkî di rojnama ÖP de ku min li jor wek çavkanî daye bi Kurdî hatiye wergerandin, di herdû malperan de jî ji aliyê mirovekî hatiye nivîsandin, çimkî gotin di herdu malperan de, ji serî heta dayî yek e. Wek min di nivîsên xwe yên din de jî gotibû, ku Apocî gorî kesan þerbetê didin ber devê wan. Çapemeniya Apociyan van dawiyana qet destên xwe nadin gotinên wî yên ku bi Tirkî ku ji Îmralî tên, lê Kurdiya wan bi awayek wisa bi mixenetî, pexîlî û sextetî rayê didin, ku serokê wan li ber çavê Kurdan reþ ne be.

http://www.kongra-gel.net/index.php?option=content&task=view&id=205&Itemid=
http://www.azadiyawelat.com/modules.php?name=News&file=article&sid=1219
Emin Çölaþan qaþo rojnamegerekî Tirk e û dijminê Kurdan yê sondxwarî ye, di her derfetê de êriþî Kurdan dike û Kurdan biçûk dixîne. Ji qelema wî li dijî Kurdan jehrî dirije. Dema Abdullah Öcalan kete destê Tirkan, yê ku bi tundî (þidet) li dijî xeniqandina wî derket yek ji wan jî Emin Çölaþan e. Ewî di destpêkê de got, ku divê Tirk Abdullah Öcalan nexeniqînin, wî li dijî tevgera Kurd bi kar bînin. Emin Çölaþan hên jî vê ramana xwe diparêze û gotinên Nizametin Taþ li jorê, ku Abdulla Öcalan bi gotina dewletê tevdigere tesdîq dike. Û Emin Çölaþan di gotara xwe de (16.02.2005-Hürriyet) dibêje, ku dema Abdullah Öcalan bi rê de li hewa got, ku diya wî Tirk e û li Tirkiyê ala Tirkan maç kir û wiha berdewam dike:

Hem kýsa, hem de uzun vadede bütün bildiklerini en küçük ayrýntýsýna kadar anlattý.

( Him di deme kurt de û him jî di demek dirêj de, hemû tiþtên wî dizanîbû biteferûat got )

Bülbül gibi þakýyordu. Bazý þeyleri kendiliðinden, sorgucularýn sormasýna bile gerek kalmadan anlatýyordu. Gizlediði bir tek þey bile olmadý.

( Wek bilbilan dikir þiqînî. Ewî hin tiþt bixwe digot, ku qet hewceyî kesên jê pirs dipirsîn nedima )

Yaþamasý gerekiyor !
Sýk sýk avukatlarýyla görüþüyor. Her seferinde avukatlarý aracýlýðý ile dýþarýya mesaj gönderiyor. Aðzýndan çýkan her sözcük bu þahýslar tarafýndan oracýkta not alýnýyor ve PKK’nýn Almanya’da yayýnlanan gazetesinde yer buluyor.

Avukatlar gelmeden önce devlet görevlileri kendisine, ziyaret sýrasýnda ‘dýþarýya vermesi gereken mesajlarý’ anlatýyor. O da kendinden bir þeyler katýp aynen tekrar ediyor.

( Jiyana wî pêwist e !

Tim parêzerên xwe dibîne. Her car bi rêya parêzerên xwe ve ji derve re mesaj birê dike. Hemû gotinên ji devê wî dertên, ji aliyê van kesan li wê derê not têye girtin û di rojnama PKKê de, ku li Almanya têye weþandin cihê xwe digire.

Beriya hatina parêzeran, erkedarên dewletê jêre, di dema ziyaretê de ‘pêwistiya mesajên ku ew ji devre re bêje’ têye gotin. Ew jî jiberxwe hin tiþtan pêde dike, eynî dubare dike. )


Û Emin Çölaþan wiha berdewam dike :

Bülbül gibi þakýyan, çok sayýda yoldaþýný ele veren, kendisinin ve örgütünün bütün sýrlarýný devlete açýklayan bir Abdullah Öcalan! Önder... Lider!
Allah kurtarsýn !

( Þiqîniya wî ye wek bilbilan, mirovek gelek rêhevalên xwe bide dest, him sira xwe û him jî sira partiya xwe ji dewletê re da xuyakirin. Ew mirova Abdullah Öcalan e! Rêber…Serok!
Xwedê xelaske! )


( Çavkanî rojnama Hürriyet )
http://www.hurriyetim.com.tr/yazarlar/yazar/0,,authorid~5@sid~2@nvid~537650,00.asp
Mesela Abdullah Öcalan û serokatiya wî û çewtiyên PKK-KADEK û KONGRA GEL wek mesela Qiralê tazî ye. Qiralek pir despot hebûye, ku li ser her kesî xerabî, tade û zordarî kiriye û loma ti kesî nikaribûye, ku li hemberî wî dîtin û nêrînên xwe bêje. Rojekê Terziyek, ku kincan didirû ji Qiral re dibêje, Qiral ezê ji Te re qatek kinc bi qumaþekî gelek bedew bidirûm, ku ji bilî kesên bi taybet pir baqil in, ti kes nikaribe bi çavê xwe bibîne. Ji ber ku Tu mirovekî pir bi taybet baqilî dê ji bilî te ti kes vî qumaþê bedew, ku ez ji Te re didirûm nikaribe bi çavan bibîne. Û paþê dema ku Terzî ji Qiral re dibêje, Qiral va ye ew kincê min dirût li ser milê min e, divê Tu xwe tazî rût bikî, ku ez vî qumaþê bedew li te bikim. Qiral xwe tazî rût dike û Terzî jêre dibêje, Qiral ez niha vî kincî li te dikim û lê binê re ka çawa li te hat. Ji ber ku Qiral xwe taybet baqil dibîne û qet xwe nezan nabîne dibêje, ev kinca baþ li min hat û paþê dihere nav bajêr. Ji ber ku her kes jê ditirse, loma ti kes cesaret nake, ku ji tirsan jêre bêje, ku Qiral tazî ye. Lê zarokek bi diya xwe re bûye û bi destê diya xwe digire, diqêre û dibêje, dayê Qiral tazî ye, Qiral tazî ye.

Belê Qiral tazî ye, lê hin Kurd hene, ku bi çavkoriya xwe nabînin.

Lê pir ne dûr e, ku dewleta Tirk rojekê ji Abdullah Öcalan re bêje, êdî karê te li ba me qediya û wî jî wek Kurdên berê bi gelên xwe re îxanetî kiribûn bike. Dewleta Tirk û Kalê wan, di pê qirkirina Dersimê re, vegeriyan dora Kurdên ji Seyîd Riza re îxanetî kiribûn. Wan îxanetçiyan ji Kalê Tirkan tika kirin, ku bila ew neyên kuþtin. Kalê Tirkan ji wan re dibêje:

Kesên bi miletê xwe û netewa xwe re îxanetiyê bikin, ew bi kêrî me nayên û em bi wan bawer nakin; ewê rojekê bi me re jî îxanetiyê bikin, loma wan kesên ku bi Seyîd Rizayê nemir re îxanetî kiribûn, hemûyan dide ber guleyan û dikuje.

Ezê ne matmayî bimînim, ku aqîbeta Abdullah Öcalan wek îxanetçiyên din be.

Kurdistaniyên hêja !

Mirov hin caran di polîtîkayê de û di daxwazên xwe yên siyasî de dikeve þaþiyan û xetayan jî dike, û mirov hin caran jî di tekoþînê de winda dike. Her çiqas bi daxwaza dilê mirovan nebe jî û her tiþt her dem gorî daxwaz kar û tekoþîna mirovan nameþe. Di tekoþînê de wendakirin jî heye û serkeftin jî heye. Ev hemû sirûþtî ne. Lê di jiyana mirovatiyê de ya herî girîng pirensîb e. Mirov bi dijmin re dikare li ser her tiþtî biaxive û gorî rewþê li ser hin daxwazên mînîmûm û li ser daxwazên maksîmûm jî bisekine. Yekcarî ne mimkûn e, ku mirov xwe bigihîne daxwazên xwe yên maksîmûm jî, û ger mirov mecbûr bimîne daxwazên xwe yên mînîmûm jî dipejirîne, ku bi hêsanî xwe bighîne daxwazên xwe yên maksîmûm. Bê guman mirov dikare di siyasetê de û di jiyana xwe de her dem guhertinên pozîtîv jî çêbike û ev gorî rewþan pêwist e jî. Lê, nabe ku mirov xwe 180 derece bizivirîne. Kesên di siyasetê de serserkî qilopaniyan didin, zû an jî dereng winda dibin û dawiya sîyaseta wan tê.

Niha bi salan e ji bo Kurdan li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê çi hatiye guhertin, ku Abdullah Öcalan, Leyla Zana û hevalên wê pêþa xwe ji Tirkan re ve kirine û wek serok û rêberê Kurdan diaxivin?. Tenê ji bo çavgirêdanê û xapandinê hin tiþtên ku Tirk Ewropiyan û cîhanê bixapînin hatine kirin. Ji bilî hin awarteyan (îstisna) di piratîkê de rewþ ji beriya sala 1984an xerabtir bûye.

Kurdistan wêran bûye, sê mîlyon Kurd ji axa xwe hatine derxistin û li ber der û dertûlê xelkê perîþan bûne. Li Kurdistanê çar hezar gund vala bûne û ji bilî ordiya Tirkan bi sed hezaran Qoriciyên Kurd hene, ku di xizmeta Tirkan de ne. Îro li Kurdistanê di hin malên Kurdan de gerîlak, Qoricîk, hîzbûlahek û Tîmek Tirkan heye (Özel Tim-Timê taybet). Kurd di cîhanê de wek terorîst û kirmînel hatin naskirin, ku ti kes êdî bi Kurdan îtîbar nake, ku derê xwe ji Kurdan re vebike. Ev rewþa xerab giþk di saya Abdullah Öcalan de bû qedera gelê Kurd. Û Apocî jî bi vê rewþê kêfxweþ in û bi hilweþandinên xwe him li welat û him jî li tevaya cîhanê berdewam dikin.

Lê, ne talaþa Abdullah Öcalan e û ne jî ya hevalên wî ye. Ew cahîl e û bi pirensîbên gelê Kurd re dilîze. Ew karê wî berê ji Kurdan re kiriye ji carekî ve qîmeta wan nemaye û divê Kurd mudaxile bikin, ku ew êdî nikaribin bi navê Kurdan biaxivin.

Xwezil di nav Kurdan de, navên wan Abdullah Öcalan an jî çi dibe bila bibe, bikarîba û bizanîba wek qehreman, þêr û piling li ber xwe bida û bi pirensîbên gelê Kurd nelîsta, ku me Kurdan jî bi serbilindî ew di cîhanê de biparêza, ku wî xelata aþtiyê ya Nobelê jî bistanda. Lê mixabin, rewþ ne wisan e û Abdullah Öcalan þansa xwe winda kir. Û bila Abdullah Öcalan vî tiþtî jî baþ bizanibe, ku ne tenê Kurd, herwiha raya giþtî hemû dizanin, ku ew û rantçiyên li pê wî dimeþin jî di xizmeta Tirkan de ne û çapemeniya cîhanê henekên xwe bi wan dikin. Tiþtê herî xerab ew e, ku ew wek Kurd tên binavkirin û naskirin.

Çapemeniya Apociyan çiqas jî lê bixebite, ku emrê Abdullah Öcalan dirêj bikin û wî þirîn rayê bidin, ku gelê Kurd bixapînin, dê nikaribin serbikevin. Ez ji kûraniya dilan di wê baweriyê de me, ku gelê Kurd rastiyê dizane û dê di demeke pir nêzîk de bersivê jî bide wan rantçî û belengazan. Apo êdî ji gelê Kurd re bibe ferîþtah jî, dawî li serok û merokatiya wî ya sexte hatiye.



Bang :
Bang, gazî, hawar, gazî û rica min bi taybetî ji ronakbîr û ji rewþenbîrên Kurd, hemû welatparêzan li her çar perçên Kurdistanê ew e, ku dengê xwe li hemberî vî mirovê bê pirensîb bilind bikin û ji vê rewþa xerab re bêjin Na! Ev bêdengiya li hemberî rûreþiya Abdullah Öcalan, ne erê be jî, lê nîv erê ye. Loma ev bi taybetî karê me Kurdan e, ku li dijî xerabiyên ji aliyê kê dibe bila bibe li Kurdistanê derkevin û jêre bêjin Na! Divê her kes helwesta û rola xwe nîþan bike, ku paþê di bin tawanbariyan de nemîne û li sedemên vala negere û nebêje, min nizanîbû, haya min jê tinebû, çima ji me re nehat gotin, ez tirkî nizanim, ez nizanim bixwînim û her wekî din. Va ye her tiþtên ku min heta niha nivîsîne eþkere ne û yekî çewtiya van gotinên ku min li jor nivîsîne dike û cesareta wî/wê heye, ku van gotinên min pûç bike, bila derkeve meydanê.

Rewþenbîr ew mêrxas in, ku di rojên wiha xerab de bizanibin rola xwe bilîzin û navê meselê çi dibe bila bibe, lê bikin, ger ji bo wî/wê/wan talûke jî hebe û ger gotinên wî/wê/wan pir kesan biêþîne jî, divê ji rastî û duristiyê dûr nekevin û rengê xwe bê tirs eþkere bikin û ne tenê li dijî xerabiyên xelkê û herwiha li dijî xerabiyên navxweyî jî derên, îxanetçî û îxanetçiyan bi nav bikin, wan mehkûm bikin, da ku gelê me jî rastiyê bizanibe û dengê xwe bilind bike. Rewþenbîrên Kurd mecbûr in rola xwe bilîzin û vê mij û dûmana ku li ser Kurdistanê girtiye bi dengên xwe û bi qelema xwe ra bikin. Ewên ku ji xwe re ronakbîr, rewþenbîr dibêjin û ger çavên xwe li dijî van xerabiyan digrin, guhên xwe ker dikin, zimanên xwe lal dikin û li pê hêsabê biçûk diherin, bê deng dimînin, dê di pêþerojê de nikaribin hesab bidin gelê Kurd û dê winda bikin.


Almanya, 21. 08. 2005

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=398