DERÝYÊ ZÝLM Û ÎÞKENCÊ


DERÝYÊ ZÝLM Û ÎÞKENCÊ

Almanya, 10. 10. 2005 — Wek tê zanîn, ez ji 22 heta 24.09.2005an wek nûnerê Navenda PENa Kurd beþdarî festivala Duhokê ji bo rewþenbîran ya 1ê bûm. Nêzîkî 250 rewþenbîr ji seranserê Kurdistanê û ji derveyî welat hatibûn festivalê. Min di pê festivalê re serdana wezîrê rewþenbîriyê li Silêmaniyê birêz Fetah Zaxiyî û serdana wezîrê rewþenbîriyê li Hewlêrê birêz Samî Þoreþ kir. Ez ji Silêmaniyê çûme Helebjê jî, min serdana yadîgariya ( monûmenta ) Helebjê kir. Ev yadîgarî ji bo bîranîna þehîdên Helebje, ku ji aliyê rejîma Sadam ya Bees de di sala 1988an de di rojekê de bi kîmyebaran 5 hezar qurban daye ye. Di pê van serdanan de, ez di 04.10.2005an de vegeriyam Duhokê û di 05. 10. 2005 an de hatim ser sînorê Ibrahîm Xelîl û Xebûrê, ku di ser Amedê re vegerim Almanya. Lê mixabin li ser sînor geremoleke mezin hebû; ji min re hate gotin, ku deriyê sînor ji aliyê Tirkan ve hatiye girtin. Sedema girtina derî jî ji bo guhertina Kompûterên polêsên Tirkan bû. Ez çûme daîreya pêwendiyê, ku ew alîkariya min bikin, da ku ez herim bi Tirklan re biaxivim, ka dê heta kîngê sînor girtî bimîne. Ti kes bi konkirêt nizane dê derî heta kîngê girtî bimîne. Derî-vekirina sînor tenê li hêviya Tirkan maye, ew jî dizanin, ku ti kes ji vê bûyerê re dengê xwe nake, loma bi kêfa dilê xwe tev digerin, ne talaþa wan rêwiyên þerpeze û perîþan in û ne jî agahdariyeke bi konkirêt didin. Min bi lava û rican destûr ji berpirsiyarên Îbrahîm Xelîl, yanê berpirsiyarên Kurdistanê yên ser sînor xwest, ku ez bi xwe bi Tirkan re biaxivim. Di dawiya belkî deh caran çûyîn, hatin û lêpirsînê û dayirên cida cida de destûr dane min û ez çûme cem Tirkan, min pirsî, ku dê derî heta kîngê girtî bimîne. Berpirsiyarekî Tirkan ji min re got, dê di navbera seatekê de derî vebibe. Ez vegeriyam û min got, dê derî di nav seatekê de vebibe. Pêþmergeyan henekên xwe bi min kirin, keniyan û gotin, ji doh de kî dihere ba wan, ew wisa dibêjin. Ez seatekê sekinîm, min dît, ku derî venabe, ez mecbûr mam vegerim Duhokê.

Roja 06.10.2005an, beriya ku ez ji Duhokê bi rê bikevim, min bi rêya telefonê da pirsîn, ku ka derî vebûye yan na? Di dawiya çend telefonan de min agahdarî stend, ku derî hên jî venebûye. Lê ez dîsa jî ez bi teksiyê çûme ser sînor. Dîsa jî bersiva berpirsiyarên Kurdistanê li ser sînor eynî bû. Ti kes nizane kengê derî vedibe. Ez nizanim çi bikim. Dîsa ez ji pir kesan avantajtirim, çimkî vegeriyam Duhokê û di Hotêlê de razam û roja din vegeriyam, lê bi sedan kes ji ser sînor venegeriyane, li wir mane û razane. Di nav wan de jin, zarok, pîr, kal û nexweþ jî hene. Dema ez li wan dinêrim hundirê min perçe perçe dibe û ez ji xwe re dibêjim, hey yarebî û ya sitar ev çi mantiq e, ku Tirk bi çavsorî zilm û îþkencê li însanan dikin. Min bixwe ji xwe re got, ezê çalakiyekê li ser sînor li dar bixim. Ez dîsa çûme ba daîra pêwendiyê, ku ew alîkariya min bikin, lê dayira pêwendiyê ji bilî pêwendiyê her tiþt e. Ez ji wan telefona çapemeniya Kurdistanê dixwezim, ew serî û ba lê didin, min ji wir diþînin dereke din û ez careke din vedigerim û her tiþt dîsa ji serî de dest pê dike. Min di dawî de heta telefona Kurdistan TV bi dest xist xwêhdanê di ser min re avêt. Min berpirsiyarê Kurdistan TV yê li Zaxo bi rêya telefonê birêz Reþîd Abdullah Ezîz gahdar kir, ku em xelkên li ser sînor stembar, mexdûr bûne û nikarin herin malên xwe, dixwezin vê bûyera girtina deriyê sînor bi çalakiyekê protesto bikin. Ewî jî got, ezê niha werim. Ez li cihekî rûniþtim û min bi Kompûtera xwe ji çapemeniyê re bi lez û bez daxuyaniyek nivîsî. ( Hûn dikarin di dawiya vê nivîsê de vê daxuyaniya çapemeniyê bixwînin.)

Min ev daxuyaniya li jêr amade kir, lê niha nizanim, ku çawa çap bikim. Ez diherim kû derê, derî li min tê girtin, ez êdî dîn û har bûme, ku nizanim li kûderê daxuyaniyê çap bikim. Bîrokratên Kurdistanê di dayirên cida cida de her yek xwe wek qiralek dihesibîne û guh nadin daxwazên xelkê. Ez lava û rica dikim, lê ew qet nalivin, eynî wek bîrokratên Tirkan tevdigerin. Ez di vir de ji Hukumeta Kurdistanê bi taybetî ji serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî tika û rica dikim, ku midaxeleyî sînorê Îbrahîm Xelîl bike, guhertinan li wir çê bike, ku ew nikaribin bi quretî û pozbilindî li dijî rêwiyan tev bigerin û rêwiyan biçûk bixînin. Ev daxwaza min daxwazeke mirovatî ye, însanetî ye. Çimkî dilê min ne razî ye, ku bîrokratên Kurdistanê wek Tirkên devrût tevbigerin. Bê guman ez di vir de hemû berpirsiyaran tawanbar nakim. Ji bilî çend kesên di dayîra asayiþê de hemû pêþmerge bi qedir û qîmet bûn û ji daxwaza me re gellek bi rêz û hurmet bûn. Ez spasiya wan ji dil de dikim û ew layîqî karên xwe tên. Lê wekî din divê Hukumeta Kurdistanê ji wan kesên ku xwe di ser her tiþtî de dibînin, hêsab bipirse, da ku ew ji sînorê qedrên ku gelê Kurd bi bedela sedhezar pêþmergên qehreman ev rojên pîroz dîtine, derneyên.

Di dawiya dawî de min daxuyanî çap kir û ji xelkê re got, gelî biran rabin em bimeþin û vê bûyera girtina sînor protesto bikin. Di destpêkê de hin kes bi teredûd, dudilî bûn, lê xortan alîkarî dan min û em meþiyan, û me mêze kir xelkê wek lehiyê dane dû me û em heta ba sînorê Tirkan meþiyan. Leþkerên Tirk çek û sîlahên xwe kiþandin û ber bi me dan. Min di heman demê de midaxele kir û ji xelkê re got, em bisekinin. Em sekinîn, me xwest derdên xwe bêjin, lê serbazek Tirk dest pêkir, ji me re got “hûn mirovên bê terbiye ne, hûn hemû bi saya me li vê derê nan dixwin”. Hin kesan bersiv da û em nehatin provokasiyona wan û min ji xelkê re got, em vegerin. Paþê min daxuyaniya me li ser pirê xwend û di pê re Kurdistan TV bi min re hevpeyvînek çêkir. Min daxwazên xelkê anîn ziman û got, ku mafê Tirkan nîne li me heqaretê bikin. Ew leþkerê li me heqaret kir, em hemû heqaretên wî îadeyî wan dikin. Dema em li ser pirê vegeriyan hin kesan telefon dan destên min û gotin ev mepûsê herêma Mêrdînê ye pêre biaxive û derdê me jêre bêje. Min bi mirovekî re qise kir û wî jî ji min re got, ew niha di parlamena Tirkan de ye û nikare derdê me guhdar bike. Paþê yekî din telefon dirêjî min kir û got, ev jî mepûsê herêmê ye, ka pêre biaxive. Lê mixabin bersiva telefonê nehate dayîn. Em hên li ser pirê ne, me dît, ku heyeteke Tirkan, mudir û serokên wan yên mezin ber bi me ve hatin. Dema nêzîkî me bûn, yekî got, kî Tirkî dizane em pêre biaxivin. Min got keremke ez dizanim. Ewî got, em niha di heman demê de deriyê sînor ji kesên ku bixwezin bi peya derbas bibin re vedikin û paþê saet di 19:30î de jî ji seyaran, erebeyan re jî derî vedikin. Di pê vê daxuyaniya Tirkan ya pozîtîv de em gellek þa bûn û her kes çû, ku pasaportên xwe mohra Kurdistanê lê bide û derbasî sînorê aliyê din bibe. Belê çîroka me li ser sînorê Îbrahîm Xelîl û Xebûrê di 06. 10. 2005an kêm zêde saet ji 13:00 heta 17:00an berdewam kiriye. Dema ez ji Îbrahîm Xelîl derbasî aliyê din bûm, leþkerên Tirkan derên çentên min vekirin, hemû eþyayên min avêtin wan deran û çentên min vala kirin, ku bi vî awayî eziyet bidin min. Çimkî wan dizanî bû, ku protagonîstê wê çalakiyê ez bûm. Serbazên wan ji leþkeran re bi Tirkî digot, lawê min vî mirovî aravtarav bigerin. Di dawî de tiþtekî ji wan re biba nedîtin, lê qelema min ya ku di festivala Duhokê de birêz Aref Ramadan ji Dubayî ji bo min diyar kiribû bi destê zorê hate rapeç kirin, çopandin. Sedema rapeçkirina qelema min ala Kurdistanê li ser bû, loma.

Ez heta ji sînor derbasî aliyê din bûm saet bû 18:20. Ez paþê bi teksiyekê çûme Amedê, min di deqeya dawîn de xwe gihand balafirê û firiyam Stenbolê. Roja din jî ji Stenbolê firiyam Düsseldorfê.

Hêjayî gotinê ye, ku Kurdistan-TV Satalayt li ser vê bûyera li ser sînor hemû tiþt qeyd kir, lê mixabin heta niha ne weþandiye. Ez vê helwesta Kurdistan-TV baþ nabînim. Her çiqas sînor wê rojê vebû jî, ev bi saya çalakiya xelkê bû. Ev bûyerek bû divê bê weþandin. Çimkî ev belge û dokûment e.

Ez pêþiya vê bûyera Tirkan ya bi kêf bernadim. Ezê vê heqareta Tirkan li ser sînor têxim rojeva Ewropa jî. Ez niha ji wezareta Almanya ya derve re nameyekê amade dikim, ezê ji wan rica bikim, ku bi Yekîtiya Ewropa re têkilî çêbikin, ku þandek ango delegasyoneke Ewropa here ser sînor û sosretên Tirkan li wê derê bi çavên xwe bibînin, ku çiqas qûyrixa kamyonan çê dibe û çi tê serê wan belengazan.

Deriyê Îbrahîm Xelîl û Xebûrê ji Kurdan re bûye wek Pira Sîratê. Kengê dilê dewleta Tirk bixweze derî digire û kengê jî bixweze vedike. Jixwe leþkerên Tirkan li ser sînor wek zebaniyên dojehê bi însanan re tevdigerin. Ev çar car e ( di navbera sala 1993 û 2005 de ) ku ez di vî derî re derbas dibim, her carê dîmen ew bi xwe ye. Min di 03.09.2003an de jî li ser zilma sînor nivîsîbû. Heta niha bi dehan caran li ser zilma sînor hatiye nivîsandin, lê tiþt nehatiye guhertin. Min di gotara xwe ya 03.09.2003an de ev gotinên Yalçin Doðan, ku di rojnama Hürriyet de dinivîsîne wek nimûne belav kiribû. Yalçin Doðan wiha dinivîsîne:

Yalçin Doðan rojnamegerekî Tirk e û ji rojnameya Hurriyetê re dinivîsîne. Yalçin Doðan ji vir demek berê bi rojnamegerekî din re, yê bi navê Özdemir Ýnce, çûbû Baþûrê Kurdistanê û Iraqê û li ser bûyerên li wê derê nivîsîn. Di sernivîsa xwe ya 30.07.2003an de dibêje, ”Deriyê zilmê Xebûr” ( Zulüm kapýsý Habur ). Yalçin Doðan di nivîsa xwe de gelek rexneyên tûj li dewlet û hukumeta xwe dike û di dawiya nivîsê de dibêje 20 deqe û 2 saet. Yalçin Doðan berdewam dike û dibêje, polêsê taybet û paseport, çûyîn yan jî hatin, di dawî de hemû 2 Saet. Çimkî paþê fîþê teqîbê, nimreya fîþê, destûr, sicîl, îmza, mohr, nimreya mohrê, fîþê sicîlê, fîþê îmza, dînê diya wî !...wekî din biçûkkirin û binxistina mirovan jî di ser de. Li aliyê Bakurê Iraqê hemû 20 deqe. Çay têye îkramkirin û di heman demê de jî kar xelas dibe. Yalçin Doðan di dawî de wiha berdewam dike û dibêje, hezar sal li ser kevneþopiya Împarator, heþtê sal siyaseta komarê li ser Xebûr. Li hember dewleteke nû ava dibe. Ew kurdên ku em naecibînin ( begen nakin) !... Deriyê zerarê, deriyê îþkencê, deriyê þermê, di dawî de deriyê zilmê.
http://www.geocities.com/kmehname2003/45/nirxandin1.html

Di dawî de rica min ji wan kesên li ser sînor wek min mexdûr bûbûn ew e, ku bi min re têkilî çê bikin, da ku em bi hev re li ser Tirkan dawa tazmînatê bikin.

Almanya, 10. 10. 2005

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de

Tel.: 0049 - 1762, 866, 61, 84



JÝ ÇAPEMENÝYA KURDÝSTANÊ Û YA CÝHANÊ RE


Nuçeyek ji birêz, Fûad Sîpan : 06. 10. 2005 — 10. 10. 2005 — Em bi sedan xelkên ku ev du roj in li ser sînorê Îmrahîm Xelîl û Xebûrê nikarin derbasî aliyê sînorê Bakurê Kurdistanê bin, biryara dewleta Tirk ya bi kêyfî protesto dikin, ku wan em rêwiyên ji seranserê cihanê þerpeze kirine û nahêlin em derbasî aliyê din bibin.

Ev çi mantiq e, ku dewleta Tirk ji alikî ve dixweze bibe endamê Yekîtiya Ewropa û li aliyê din jî hemû pîvanên ku Ewropî qîmetê didinê binpê dikin û ewqas însanan li ser sînor þerpeze û perîþan dikin.

Dewleta Tirk ji bo ku Kompûterê polêsan nû bike, hin guhertinan li ser sînor çê bike, sînor girtiye, qapat kiriye. Eger daxwaza wan bi girtina sînor hebû, divê mehek an jî du meh berê di çapemeniyê de agahdarî bidana xelkê ku her kesî jî bizanîba tiþtek wiha heye û her kes jî li gorî vê rewþê tevbigeriya.

Em xelkên niha li ser sînor di geremolê de ne, ji Tirkan daxwaz dikin, ku di heman demê de derî ji me re ve bikin, ku her kesên mexdûr in xwe bighînin cihên xwe. Em xelkên li ser sînor mexdûr in û pir kes ji nav me bilêtên wan derbasbûne, niha nizanin çi bikin?. Cihê pirsê ye, ku kî dê mesrefa ewqas însanî bide?

Em xelkên mexdûr in ji hukumeta Tirkan dawedar in, ku ew mesrefa me hemûyan bidin.

Bi navê xelkê ku li ser sînorê Îmrahîm Xelîl û Xebûrê, ku ev du roje di îzdihamê de ne.

06. 10. 2005

Xelkê ku li ser sînorê Îmrahîm Xelîl û Xebûrê. 06. 10. 2005

Fûad Sîpan





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=411