GAV GIRINGE, LI GELÊ KURDISTAN PÎROZ BÊ !



GAV GIRINGE, LI GELÊ KURDISTAN PÎROZ BÊ !

Biremen Almanya , 11. 10. 2005 — Ji bo çareserkirin a pirsgirêkên gelan û gelên bindest, peymanên nav neteweyî û destûr ji mêj de hene. Ev peyman û destûr bi taybet ne ji bo netewekî tenê hatine çêkirin, ji bo hemû gelên cihanê ne û her wextê di xizmeta hemû gelên cihanê dene. Kes nikarê rêya wan peyman û destûran li ber kesên bigrê. Lê a giring gel hiþyar bibê û tevgerên wî gelî di xizmeta gel de bin.

Wexta ko tevgerên neteweyekê di kar-xebatên xwe de welatî-millî bin, menfîetên gelê xwe danin pêþya menfîetên partîya xwe, gel bi coþ di bê. Peymanên navneteweyî, destûrên nav neteweyî bi xwe di kevin di bin xizmeta gelê di bin dest de mayî de û tengasî namînin.

Dîrokên sala ye gelê Kurd-Kurdistan li ber xwe didê, bi milyonan Kurd hatine kûþtin, girtin penabir bûne…., lê milgirtin çêbibin jî, milgirtinên neteweyî, millî û Kurdewarî herwextê lewaz mane û lewaz hatine kirin. Gelê Kurd hêjî bindeste û bê dewlet e.

Encama bûyerê a giring çiye ?
1 - Mejîyê partîzanî û leþkerî maye rêber (Egerên vêjî pirin)
2 - Dîrokên salaye destên ji alîyê dagirkeran ve dirêjî nav tevgera Kurd di bê
3 - Akama kultûra sîyaseta dewletên herêmê û sîstema dagirkerîyê
4 - Rêya xebata legal girtî maye, qalîte a kesên berpirsîyar na derkevê halê ( Ko ev firset heba A. Öcalan wê îro ne serok ba û belkî PKK jî neba )
……………………………………………….
Xal tên zêdekirin, lê ez bawerim çar xalên ko mi bi navkirin, yên herî esasin. Ev her wextê di pêþya mejîyê Kurdistanî û Kurdewarî de bûne astengî. Sîyasetên Kurd ne karîne van astengîya derbas bikin. Bi akama kûltûra sîyasetên herêmê, tevayên tevgerên Kurdistan ji derveyî xwe û di nav partîya xwe de jî dîktator mane. Þerên hev kirine, hev kûþtine, hev erzan kirine û ji hev qet bûne. Ne karîne bi kevin di xizmeta gel de, herkesî wesfê partîya xwe daye û menfîetên partîya xwe dane pêþ.

Carna ji lewazî tifaq çêbûne, weke YEKBÛN û PYSK bûne yek, lê ehd û peymanên dane gel bi cih ne anîn, gel ji xwe hiþtine bê hêvî, ji hev ketin û ji qeweta xweya ewil jî paþdetir ketin e

Li bakûrê Kurdistan ji derveyî PKK jîya endamên tevgerên sîyasî di ser 45 sala re ye, xwûna nû ciwan kêm e, gîya kar-xebatê lawaz bûwe, bivê û nevê pêwistî bi xwûna nû heye. Gelek mejîyên westayî û bê ilim di pêþîya tevgerên sîyasî de asteng mane. Di bêjin „ Ko kiçik bê û mezin bê bila a mi bê, ne a gelê Kurdistan bê“. Kesên westayî ji xwe nikarin barên giran hilgirin. Þexsîyetên bê ilim jî weke þêxekê ne welatparêz mirîdan bi psîkolojîyê li hev radigirin. partîzanên xwe di rakin û di rûnênin. Bi îmkanên partîyê propaxanda xwe dikin §exsîya xwe meþrû dikin û li ser lingan di sekinin. Ev herdû mejî jî astengin, ji wext paþ mane, nahêlin mejîyên bar hilgir, ilmî derkevin pêþ ko birînên gelê Kurdistan bêne dermankirin, gelê Kurd-Kurdistan bi azadî û serxwebûna xwe þa bi bê. Divê PDK-B û PSK vê li ber çav bigirin.

PKK fêkîyê vî majî ye û heta ko ev mejî giranîya wî li ser rêxistinan hebê jîya þaþîyên PKK wê hê dirêjtir bi bê. Wexta ko di rêxistinên Kurdistanî de rê li mejîyên ilmî, kesên kargîr û kargêr vebê, di warê sîyasî û neteweyî de bersiva gelê Kurdistan bi xwe wê bê dayin.

Mi di 2005.08.05 miha tebaxê de ji rûpelên internêt û rojnameyan re bi sernivîsa „SERGOVENDÎ Û KEFYA GÛLERÎ KARÊ KÎ YE?“ nivîsek nivîsîbû. Mi ronakbir, nivîskarên Kurdistanî, dostên gelê Kurd bê tirs vexwendinî ser kar, sergovendîya kar, xebatê û nivîsandinê kiribûn. Hêjaye ko ji îro û pêde protokola di nav bera PDK-B û PSK de hatî hemzekirin derxin nîqaþ ê, piþtgirî jêre hebê û bi coþ xebat bê kirin.

Lê ev protoqol jî nebê weke gelek yekbûn, tifaq, milgirtinên di wextê bûrî de ko hatîn kirin û ji hev ketîn. Þerme ko PDK-B û PSK jî weke wan rêxistinan hêvîyên gelê Kurd û Kurdistan vala derxin.

Gav giringe, pir di cihê xwedeye û rêbaza tevgera Baþûrê Kurdistan li Bakûrê Kurdistan dertêxê pêþ. Rehnîya azadî û serxwebûnê ye. Gava didowa ye a yekbûna gelê Kurd û Kurdistan e. Ez di bêjim li herdû partîyan, bi taybet li gelê Kurd û Kurdistan pîrozbê. Hêvîya mi serketin e. Ez piþtgirî û destebarîya hewe dikim. 2005.10.11

Biremen Almanya , 11. 10. 2005

M. Þerîf MÜÞTAK

Serif.muestak@gmx.de






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=416