Du îdare dibin yek, lê zahmetiya mezin li pêþiya Baþûr e.




Du îdare dibin yek, lê zahmetiya mezin li pêþiya Baþûr e.

Kurdistan, 24. 01. 2006 — Kek Mesût û Mam Celal sedema yekîtiya herdu idaraeyan berî sersalê û cejna qurbanê wek du mizginiyan da gelê kurd. Yekitiya du idaraeyan ji bo çar perçeyên Kurdistanê jî bû moraleke mezin. Lê qasî em zanin û ew kesên ku Baþûr dîtine, di nabêna herdu perçeyan de nabêna gel û di nabêna partiyan de hîn jî germî çê nebûye. Bê gûman nexweþiyên bi salan hene û ne hêsan e ku di demek nêzîk de ew tiþt ji nabêna gel jî rabe.

Sale berê ez û çend dosta li Hewlêrê, di lobiya Hotela Çarçirayê me sohbet dikir. Dema ku seeta nûçeyan hat, hevalekî me ji xebatkarê hotelê re got ku birazyê min, ji kerema xwe re televizyona KurdSatê veke. Ez bawer im ku wî xwest li hevpeyvînekê mêze bike.

Xebatlkarê hotelê çû cem berpirsyarê hotelê, berpirsiyar serê xwe ber bi jor ve rakir ( yani nabe ). Xebatkar hat cem me û got' ku mamo li me bibûrîne, em KurdSatê venakin.

Ez çûm cem berpirsiyarê hotelê û min got ku heyran tu çima nahêle em li KurdSatê temaþe bikin ? Berpirsiyarî got ku tu ji kê derê yî ? Min got ku ez ji Bakur im. Bi awirekî sert got, ”Ez KurdSatê venakim.”. Ferda Cemîoglu li cem me bû. Ferda rabû çû cem berpirsiyarî, ew jî vegerya û reng avet. Min got ku çawa bû, xweþka Ferda ? Wê got. ”Yaw ev li hemberî hev gelekî hiþk û bêtolerans in, kekê Elî”.

Ez li Hewlêrê bi taxiya xususî vegeryam Duhokê. Þifir soran bû. Navê wî Xelîl Hesen bû. Me di rê de sohbet kir. Min got ku biraye Xelil li Hewlêrê soran pir in, yan kurmanc ? Wî got ku soran pir in kek Elî. Min got ku nabêna we çawa ye? Wî got, '' Weleh kek Elî, kek Mesût û Mam Celal çi biriyarê bide û çi bêje weha ye.” Ez wê demê fikirîm û min ji xwe re got ku doza me û xebata me gelekî zahmet e.

Lê berî ku ez werim dawiya nivîsa xwe, heger we di vê cejnêde herdu televizyonên kurdî guhdar kiribin ( Kurdistan TV - KurdSat ) tiþtekî pir bala min kiþand. Yanî, axiftin û hevpeyvînên herdu spikeran îroj roja sisya ye ez guhdar dikim. Kurdistan TV ji gel re dibeje ku hûn çawa ne, mesaje we çiye ? Herkes dibêjin ku xêr û selametî û cejna Kek Mesut û gelê herama Kurdistanê pîroz dikin. Bes yek carinan yek kesan digotin ku silav ji kek Mesut û cejna gelê Kurdsitanê pîroz dikin. Eynî KurdSatê jî silav û hurmet û cejna mam Celal û herama Kurdistanê pîroz dikin. Wan jî yek carinan digotin ku cejna tevaya Kurdistane pîroz dikin.

Bi rastî piþtî ku min ev nexweþî û ev dubendî li Baþûr dît û pê ve, ez dibêjim ku Xwedê arikariye kek Mesût û mam Celalî bike. Zahmetiya mezin li pêþ me hemû kurdan e.

Kurdistan, 24. 01. 2006

Alî Bûran

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=438