Çîmenên destên xwe bi min de werke



Çîmenên destên xwe bi min de werke

Çîmenên destên xwe bi min de werke

Helbex‏‏‏‏þan

Wane laþê min, bi toza ber lingên xwe bidêre, ev sal in û sal in û ez li benda hestên revok im.

Ez li bende me ku axîn û xweziy‏ên ku ji bînvedana te difirin bi ser min de werin .

Te ez kirim dilþewatiya ku ji bilûran diherike, dengvedana awazan ez li pûtperesta te mîna libên tireh bi lêvên xwedayên nediyar givaþtim.

Keservedan im, êdî kal im ne ciwan im, êdî kopalên ji sitêrkan hûnandî jî nema karin min li þevên me vegerînin !

Qumriyê çi bêjim û çi nebêjim, ji hestên ji min ketî kîjanan bilorînim û kîjanan veciniqînim ?

Ne þînî û ne þahî êdî min nas dikin.

Ne roj û ne þev êdî li ber deriyên min radiwestin .

Ti hunermend û hostayên kev in û nû nema karin beþên ji temenê min weþyayî bi tiliyên xwe yên hevrimêþî li min wergerînin.

Belê û tu di laþê min de wendaye, ne xwîna min bê te bi jiyane û ne jiyana min bê te bi cih û war î .

Û tu her û her li min dikî baranên xwezayan mîna ku ez û tu bi tenha li nav van w‏êrana evîndar in .

Ingilistan 13. 04. 2005.

Mervanê Keleþ

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=445