ZEMAWENDÊN .......



ZEMAWENDÊN .......



Mervanê Keleþ
Zemawendên çûnê. !
Helbexþan an Pexþest. !


Dema em ji hev cûda bûn û ez bi rê ketim, mijek giran û nerînbir xak û asîman yekrewþ dikir. !

Libên xunavê ku li nav mijê mîna morîkan hûr hûr diçirisîn û dixemiland wek fenerên hawarên dûr bi þermezarî dirjyan mirov sermest dihiþtin û berbang dijwartir dikirin û guhên min sor, sar, miç û hiþk dihiþtin. !

Min xwe dabû ser wê riya dirêj û bi nehêniyan miþt, lê bê ku li xwe bizîvirim dengê te nîvketî dihat :

- Belê rê dirêje lê metirse .. Tirs têkçûye.! Û ez bi rê ve diçûm ..!

Ji mala te baþ dûr bibûm û ji riyên taxê di wê bêdengiyê de teqe - teqek jar ji lihevketina pêlava Min û keviran dihat û di mejiyê min de koncal dikolan min taxa we baþ nas ne dikir lê te gotibû :

- Taxa me bi piranî Ermeniyên penaberin.

Ha ên ku bi sosret ji nav lepên singoyên dema bê þerm filitîn. !

Dema ez giham serê taxê dêr ji min xuya bû, dengê keþe mîna dengê zarokekî zirz û zîrek ji kûr ve dihat :

- Bilezî bilezî ..!

Ez tê ne gihiþtim !

Û wî got :

- Dem nayê kirîn... Dem erzan û buhaye lê li tu deran nayê firotin !

Min xwe nêzîkî pencera dêrê kir serê xwe bi camên wê ve kir yek û destên xwe dan dora çavên xwe !

Çend mûmên dirêj, zirav û serî bi ar hebûn bêrawestan canê xwe diherikandin
ronî û reþahî ji hev ne dihatin.

Cûda kirin û di qurçikikê de keþe di nav sermilka xwe ya zêrîn dixew re çûbû !

Bê raman min xwe vekiþand û bi sistî riya xwe ajot !

Tev li min zanîbû ku sûk ji mala we pirrr dûre dîsan jî ez her bi rê ve çûm .. Ji bo çi ? !

Sar bû pirrr sar bû lê ez her peya diçûm !!

Li sûkê ez li tirêna bêoxira zingarî siwar bûm û min riya Þama þekir girt !

Þamê belê Þamê. Mezargeha mîrê tîpa Kurdî ku li ser çiyayê wê taxa Kurdan radizê û serê CELADET datîne ser balgeha neçariya xwe !

Li balefirgehê bîntengî bi derî û dîwaran ve hidiperikî û kursî ji rêwiyan direviyan û ez jî bi giriyê çend dostan ve mijûl bûm, kela hundurê min bê sînor bû bê hunerî û tirsê ez ser û bin dikirim. çi tirs ? !... ji çi ?!

Dengê te :

- Tirs têk çûye ..!

Lê kirasê tirsê ji min ne dibû û ez bi ba ketim .!

Û li nav berfa reþ daketim !!

Û her tirsê hinavên min zeft kiribû !!

Swêd, 10. 11. 1995


Mervanê Keleþ

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=448