SPAS HULYA XAN



SPAS HULYA XAN

Almanya, 21. 05. 2006 — Wê ne derew be, ger ez bêjim min di jiyana xwe de ev cara yekeme di televîzyoneke Tirk de bi kêfa dilê xwe bernameyeke magazîn temaþe kir. Ez ji bilî nûçe û hin bernameyên siyasî temaþeyî televîzyonên Tirkan nakim. Lê bi piþadîbe jî hin caran rastî bernamên magazîn jî dibim. Di êvara 13.05.2006an de di televîzyona TGRT de bernama Hulya Show bi hozanê Kurd Ciwan Haco re hebû. Ciwan Haco berê jî di bernama Hulya Avþarê de derketibû, lê wê çaxê min temaþe nekiribû. Tiþta her balkêþ ew bû ku Ciwan Haco bi zimanê Kurdî diaxivî, wergerek jî ji Kurdî werdigerand zimanê Tirkî. Hulya Xan jî bi xwe hin pirs bi Kurdî amade kiribû û ji Ciwan Haco dipîrsî, wî jî bersiva wan pirsan dida.

Li ser pirsa Hulya Xan Ciwan Haco nerazîbûna xwe anî ziman û gazênê xwe kir û got, ku ewî bawer dikir li Tirkiyê hin tiþt çareser bûne, lê mixabin ew dîsa jî rastî gellek astengiyan hat, ew klipên wî çê kirine ji bilî televîzyona Starê ti televîzyonên din eleqa kilîpên wî nekirine. Her wiha Ciwan Haco bi zimanekî gellek xweþik û delal, bi awayek dîplomatîk got, ku divêt pirsgirêka Kurd li Tirkiyê çareser bibe.

Dîsa li ser pirsa Hulya Xan Ciwan Haco got, ku ew 48 saliye, 27 sale li Ewropa dijî, ev bû 5 sal ku ew zewicîye, 2 keçikên wî hene û jina wî 37 saliye. Lê Hulya Xan çavê xwe berdabû Ciwan Haco û jê re digot, Tu çima zewicî, cara berê dema Tu di bernama min de beþdar bûyî, wê hingê ez zewicîbûm, lê vê carê jî ez bê mêrim, Tu zewiciye. Divêt Tu jina xwe berdî. Yanê Hulya Xan raste rast zewicandin pêþniyarî Ciwan Haco dikir, li dev û dora wî çû û hat, lê Ciwan bi awayek hostatî xwe ji Hulya Xanê xelas kir û du stranên Kurdî gotin.

Hêjayî gotinê ye ku bavê Hulya Avþarê Kurd e û diya wê Tirke. Navê bavê wê Celal Avþar e û ew bi xwe ji Qersê ye. Diya Hulya Avþarê ji Rojavayê Tirkiyê ji bo stajê dihere navça bajarê Qersê Ardihanê ku niha bûye bajarekî serbixwe. Diya Hulyayê û bavê wê li wê derê hevdu nas dikin û bi hev re dizewicin. Nivîskarê Kurd birêz Rohat Alakom di nivîseke taybet de Hulya Avþarê dide naskirin û wê wek Amazoneke Kurd bi nav dike.
Çavkanî malpera Net Kurd : http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=2549

Armanca vê nivîsê ne ew e ku pesnê Hulya Avþarê bidim û wê derînim ser rûyê ezmanan. Jixwe hewceyî wê jî ji pesindariya min re tine ye. Lê rastiyek heye divêt bêye gotin. Hulya Xan xwe di civata Tirkan de daye qebûl kirin û di karê xwe de serketiye. Bê guman mirov bi bernameyeke televîzyonê nikare Hulya Avþarê wek welatparêzeke Kurd jî bide naskirin. Lê rastiya ku ez behsê dikim ew e ku ew cesareta di wê de heye di pir stranbêj û kesên bi navdar de ku esilên wan ji du aliyan ve jî Kurde nîne. Divêt mirov pesnê cesareta Hulya Xan bide û ji vê karê wê re serkeftinê bixwaze.

Hulya Xan xanimeke gellek ciwan, xweþik, bedew, delal, þêrîn û rindike. Her wiha ew xanimeke narîn û nazenîne. Lê mixabin bê mêrtiyê niha li serê wê xistiye. Ewê çiqas jî lê xebitî ku dilê Ciwan Haco bigire, bi ser neket. Îcar divêt malpera www.lotikxane.com ji vê pirsgirêka Hulya Xan re çareseriye bibîne. Heger malpera lotikxanê layîq bibîne ez xwe wek namzet îlan dikim. Çimkî Hulya Xan dil ji min bir, dil ji min.

Almanya, 21. 05. 2006

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=459