ÞER DÎSA LÝ ROJHÝLATA NAVÎN GUR BÛ


ÞER DÎSA LÝ ROJHÝLATA NAVÎN GUR BÛ

Kurdistaniyê hêja !

Dîsa bi þerê di navbera HAMAS ( partiya Filistînê, ku demeke berê li Filistîn bû bi desthilat û li ser text rûniþt ), HÎZBÛLLAH ( li Libnanê ), û dewleta ÎSRAÎL de þer li Rojhilata Navîn gur bû. Bê guman herçiqas ev þerê vê dawiyê li ser heyþt kuþtin û du revandina leþkerên Îsraîl li ser sînor çê bûn jî, lê di rastiyê de sedemên wê yên dîrokî pirrin. Lê ezê nema li ser dîroka bi hezar salan bisekinim. Jixwe gotareke, yan jî analîzeke kurt têrê jî nake.

Beriya ku ez li ser mijara rojevê bisekinim hêja ye ku bibêjim gelê Cihû di Rojhilata navîn de xwedî dewleteke bi hêz û quwet e û li dijî Ereban meydanê dixwîne ye.

Bê guman dewleta Îsraîl vê quweta xwe bi taybetî jî ji Amerîka distîne. Li Amerîka 8 - 10 mîlyon Cihû hene û ew him dewlemend û him jî di nava dewleta DYA de xwedî bi hêzên pir mezinin. Lê li aliyê din jî Cihûyan li Rojhilata Navîn ji tinebûnê dewleteke wisa ava kirin, ku mirov dikare di Cîhanê de bi tiliyan wek nimûne rayê bide.

Bêyî ku ez siyaseta dewleta Îsraîl ya þaþ li hemberî Filistîniyan biparêzim, mafê gelê Cihû ye ku li Rojhilata navîn wek dewlet li ser piya bimîne û Cihû jî xwe li hemberî niheqî û terorê biparêzin. Mafê ti dewlet û ti kesî nîne ku siyaseteke bi dijminane li hemberî dewleta cihûyan bimeþîne û bi terorê gelê Cihû ji ortê rabike. Ez siyaseta rejima Îranê û Erebên kevneperest ya ku li ser ji holêrakirina gelê Cihû napejirînin û wê siyaseta îrasyonal þermezar dikim. Qedera gelê Kurd û gelê Cihû di pir mijaran de xwe digihîne hev, lê mixabin ku dewleta Îsraîl di pirsa çareserkirina Kurdan de bi dijminên Kurdan re dan û standinên xwe çê kirine û hê jî ji wê helawesta xwe bi temamî venegeriyane û alîkariya dewleta cinawir ya Tirkan dike û alîkariya pelçiqandina Tirkan li hemberî Kurdan bi çek û sîlehên xwe dikin. Lê mixabin ku Kurdan jî heta niha, bi taybetî jî Kurdên Bakur li defika çepên Kemalîst û Erebên kevneperest xistine û li hemberî Cihûyan siyaseteke bê mantiq ajotine. Yanê bi kurtayî pirsgirêk di vir de ne yek alî ye, du alî ne.

Gotinek heye û dibêjin : ”dest destan diþo û vedigere rûyan diþo” Îro Cîhan hatiye guhertin, Kurdên Bakur jî mejbûrin ku li gorî demê siyaseta xwe bimeþînin û dest ji dijminahiya cihûyan berdin. Li aliyên din jî heger dewleta Îsraîl dixweze dostaniya Kurdan qezenç bike, divêt ew jî dest ji berjewendiyên xwe yên bi kirêt bi dewleta Tirk re berde û hinekî li dîroka xwe binêre ku çiqas neheqî li wan hatiye kirin û li gorî wê jî ji neiheqiyeke din re nebin berpirsiyar.

Dilê min pir bi wan zarok, jin kal û pîrên bê sûc û guneh ji herdu seriyan di nava þer de li Xayfa, Beyrûdê û derê din diþewite. Lê divêt beriya ku em seriyekî tawanbar bikin û serîyên din jî neheq derînin, li ser alîkariya dewletên ku vî þerê hanê bi kirêt destek dikin bisekinin. Ew dewletên ku vî þerî dixwezin û bi hemû quweta xwe alîkarî didin ku gelê cihû ji Rojhilata Navîn rabikin, di serî de rejima Îranê, Sûriyê û Erebên kevneperest û paþverû ne. Rûreþiya herî giran jî ewe ku ew vî þerî bi navê Îslamê dikin. Lê gunehê dewleta Îsraîl jî di vî þerê bi qirêj de ne hindike. Dewleta Îsraîl ji bo ku PLO yanê rêxistina Yasîr Arafat di dema xwe de qels bike, bi destê xwe HAMAS ava kir, damezirand û di dawî de kire bela serê xwe. Ez van gotinan ne ku ji serê xwe ve dibêjim, min heta niha bi dehan nivîs û analîzên Cihûyan xwendine û ew bixwe jî dibêjin çima dewleta Îsraîl ev tiþta hanê kir û HAMAS kire bela serê wan.

Dewleta Tirk jî van rojana xwe tûj kiriye û dixweze ji vê rewþa niha ya tevlihev li Rojhilata Navîn îstifade bike û êriþî Kurdistana Azad bike ku qezencên Kurdan ji hev bela bike, bi vî awayî mehremên xwe yên bi kirêt li dijî Kurdan bi kar bîne.

Dewleta Tirk ji alîkî ve bi desthilatê PKKê re dike cîqewîq û ji aliyê din ve jî dixweze here zarokên Kurdan li serê çiyayê Kurdistanê ji holê ra bike. Mixabin li bakurê Kurdistanê alternatîveke derneket meyadanê. Yên jî hene tenê bê per û baskin ku nizanin çi bikin.

Almanya, 25. 07. 2006

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=470