RECEP TAYÎB ERDOGAN DÝ WERÝMÎNÊ Û LÝ NAV HEV DÝXE !


RECEP TAYÎB ERDOGAN DÝ WERÝMÎNÊ Û LÝ NAV HEV DÝXE !

Kurdistanîyên hêja :
Ko Baþûrê Kurdistan çiqas gav bi pêþde tavêjê Roma Reþ bêhtir hêrsdibê, gefûgûr, êrîþan zêdetir dikê û gelê Kurd bi taybet Kurdistan`a azad biþêweyekî xirab û dijminatî tehdît dikê. Miho dibêjê wê weke heywavanê har dev li goþtê xwe bikê, xwe bidê bergeza. Lê hêrsbûn û êrîþên hovane perenakin heyhate

Beyanên Roma Reþ ji bo malde û derveyî welat gelek balkêþin. Artêþ, Mît, Wezîrê karê ji derve û bi taybet beyanên Serok Wezîr Recep Tayîp Erdoðan gelek bê rûmetin û bi hirsê dijmintîyê hûnandî ne.

Wexta Serok Wezîr Erdoðan herê Îran gotibû „Em rênadin Dewleta Kurd a serbixwe“

Li Libnanê got „Pirsa Iraq`ê ji bo me ji proja Yekîtîya Ewrupa Mihimtir e. Ji îro û pêva emê di sîyaseta xwe a ji derve de giranîya xwe deynin ser pirsa Iraq`ê û hw.“

Erdoðan roja 09.01.2007 di Parlemande ji bo gruba AKP gotibû „Sîyaseta Kurda a li ser Kerkukê diþibê sîyaseta Ermeniyan a li ser Qarabaxê. Tirkîye ti cara dest xistinên Kerkukê ji bo Kurda bi rêya referandûmê wê nepejirîn ê. Ko referandûm bibê ewê têkevin Kerkukê û midaxeleyî nav Iraq bikin, wê nehêlin ticarî istikrar werê Iraqê û çareserîyeka ko Tirkîye hesab nekirîbê kes nikarê bi pejirênê.“

Dixwîyê Roma Reþ jî weke Sadam Hisên çavsorbû we, bê sînor êrîþan didê û destên xwe têxê nav karûbarên dewletên cîranê xwe, bi taybet bê exlaq û ji xwe bihorî midaxileyî Kurdistan a azad dikê

Serok wezîr R.T. Erdoðan giringîyek mezin dabû rapora Grûba Krîzê a Navneteweyî ya li ser pirsa Kerkukê û rapora Baker-Hamilton.. Xwestibû pirsa Iraq li ser naveroka wê raporê bê çareserkirin.

Weke tê zanîn ji bo rapora B-H serok Bush 2 cara axiftina xwe bi paþxistibû. Berya C. Bush biaxifê Serok Wezîrê Tirk Kurdistan a azad bi mebesta Kerkuk û PKK tehdît kir. Ew di fikirîn ko wê bi gefxwarinan bandora xwe liser siyaseta hikûmata Bush bikê, lê heyhate derfê dibin zikê wade filitî ye

Beyanên Serokwezîr Erdoðan û wezîrê karê ji derve li peyhev dayîn gelek balkêþin û bê istikrarin. Miho dibêjê dewleta Tirko wê serê bixwê. Çapemenîya Kurda û Tirka bi van tehdîdan dihejê.

Walîyê Kerkûkê Abdurrahman Mistefa di hema demêda bersivda got „ev karê navxweyî ye, karê hindirûwê meye, ne ji mafê Tirka ye destên xwe têxin nav karên me“.

Roja 11.01.2007 Serokê DEY C. Bush ji bo rapora Baker -Hamilton ji çapemenîyêre axivî, lê tiþtên ko Tirko pê di rabû gefên dixwarin pere nekir, rapora B-H bêbihakir û C. Bush carekedî Tirk avêtin milekî û Kurd tercîhkirin.

12.01.2007 Berdevkê dîwana serokatiya Kurdistanê bi nivîsandin beyanek ji bo çapemenîyê halo hilweþand „Em naxwazin bi dirêjî behsa van daxuyaniyan bikin, tenê ji berpirsên Tirkiyeyê re dibêjin ku bila ji bîra we neçe ku Împratoriya Osmanî hilweþiya ye û Îraq ne beþekî Tirkiyeyê ye.

Îraq welatekî serbixwe ye û gelên Îraqê dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Heke hûn wî mafî didin xwe ku destê xwe di karûbarên navxwe yên welatekî din bidin, wê demê li hêviyê bin ku gelên din jî her ew maf heye û xalên zeîf ê we jî gelek in.

Di þûna gef û guran, werin em destê dostanîyê dirêjî hev bikin, ji ber ku cîhan guherîye û ciyê zimanê gefxwarinê nemaye.“

Naveroka mebesta daxwîyanîya berdevkê Serokatîya Kurdistanê vekirî û elanîye. Bi bawerîya mi divê hemû Kurd vê daxwîyanîyê bi tûndî liber çav bigrin.

Di daxwîyanîyê 3 nûqtên gelek girin hene, ew jî evin.

1 - Dewletên dagirker hiþyar dikê, ko ti mafê wan nîn destê xwe têxin nav karûbarên ti dewletên cîran de, bi taybet Kurdistan a Federe.

2 - Ko Dewletên dagirker ji xwere maf bibînin destê xwe têxin nav karbarên dewleta Federe, wê çaxê mafê Kurda jî wê hebê bi hemû îmkan û þêweya xwe bi parêzin.

3 - Alîyek armanca daxwîyaniyê ji bo hemu gelê Kurd ko liher car parcên Kurdistan û li dîyasporayê dijî ye. Bi taybet bangî hemû kesayetîyên Kurdên welatparêz, ronakbir, hûnermend, rêxistinên fermî û nefermî ko Kurdin komel û rêxistinên sîyasî dikê ye. Ji bo herkes li serxwe sekinîbê, hawadarbê, nexweþîyên dijmin di xwazê liser Kurda bikê ji nêzîk bi þopînin. Ji bo parastina Dewleta Kurdistan a federe bêparastin, hemû bi hevre bi can-mal amade bin û li dij êrîþên dijmin herkes li benda sînyalekê bê.

Dewleta Tirk daxwîyakirin ko ji bo pirsgirêka çarenûsîya gelê Kurd û Kurdistan çaresernebê, di karin dev ji projeya ko di xwazin têkevin nav YE berdin. Beyana serok wezîrê Tirka R.T Erdoðan ev vekirî da eþkerekirin. Ev sîyaseta ji nû çiqas dihat gomankirin jî lê bi rêya fermî nehatibû zanin. Dewleta Tirk heya niha bi hikûmet, mixalefet û artêþa xweve digotin „YE Proja me a yekemin e“. Lê hat eþkere kirin proja Roma Reþ a yekemîn hilweþandina Dewleta Kurdistan a Federe le.

Armanca TC di xwest bikevê nav YE, bi hîle û derewan YE bi xapînin bikin piþtgirên xwe. Careke dî gelê Kurd û Kurdistanê ji rojeva cîhanê dûr bikin. Leyîstokên Peymana Lozan bileyîzê. Pirsa ji bo Iraq nîn, pirsa Roma Reþ Kurdin û bin pêkirina axa azad e.

Roja 13.01.2007 dîsa Serok Wezîr R.T Erdoðan ji bo NTV axivî got “DEY 10 hezar Km. hatîye li ser sînorên mi midaxeleyî nav Iraq kir, çima sinorên Tirkîye û Iraq yekin mafê me nebê em mudaxeleyî Kurdistan ê bikin ?”

Gefxwarin pere nakê, di vê sala 2007 de Kerkuka Kurd a ko xaka Kurdistan e, wê bikevê serxaka Kurdistan. Ko vê care li rojhilatanavîn bi taybet li hember Îran û Surî hereketek derkevê di wênede Kurdistan a serbixwe û azad di xwîyê.

Ji bo rewþek halo çênebê Dewleta Tirk bizaveke kûr dike, tehdît û gefên xwe xwirttir dike. Iraqê tevdidê, di Kurdistanê de li pey leyîstokên mezin digerê, Tûrkomana jibo bi karbinê wan bi rêk û pêk dike.

Hin rêxistinên Tirkomana, Yekîytîya Îslamî ya Kurd, Tevgera Êzîdîyan û Tevgera Demokratîk a Asûrîyan ketine serrêyek xirab. Ko li xwe bi xwedîbin, zanabin wê li dij destwerdana nav Iraq û Kurdistanê a Tirka, Farisa Ereba derkevin. Erkên wan ewe ko ajan mît û hevalên Roma Reþ, bhsîyan û oltarîyan ji nav xwe bi qewirênin, wan eþkere bikin bi hikomata Kurdistan re bin bi Kevin hereketê û li xwe vegerin.

Gotineka bav-bapîrên Kurda heye dibêjin “Ko qelana Mirûstanê tê, çengê wê çêdibin”. Gelo gefxwarinên Erdoðan ko li DEY û Kurda kir dibê nîþana çenkçêbûna Mirûstanê bê ?

Bi bawerîya mi gûherandina cîhanê daye eþkerekirin, sekinandina gelê Kurd ne hêsanî ye. Ne otonomî, ne Federasyon pirsgirêka çarenûsîya gelê Kurd çareser nakê. Otonomî ji bo Kurdên Anatolyayê, Federasyon ji bo Bakurê Kurdistan. Evjî ji bo wextê kin dikarê bibê çareserî. Nexwe gefxwarin, êrîþkirin û di inkarkirinê de xweqerastin nabê çareserî.

Dibêjin vir û tir li ba hinkes wek hevin; Serok wezîrê older Erdoðan li Dîyabekir, li Parlemana Enqere, li ser rê çûna here Eyranê, Li Libnanê, dîsa di gruba partîya AKP de û xilasekê 13.01.2007 bi rêya NTV axivî bû.

Serok Wezîr Erdoðan ewil li Dîyarbekir gotibû “rêya YE di Dîyarbekir re derbasdibê.” Ji Leþker dest kir qirka axê, neweke wî ev axiftin kiribû. Vêca niha dest bi dîrûtîyan kirîye, zirta li DEY û Kurdistana azad dike.

Bawerî bi sözên dostane, gefxwarin û sîyaseta Recep Tayîp Erdoðan nemaye, hîn bûwe qelew bi axivê û bike fis dibin xwere berdê.

M.Þerîf Mûþtak
23. 01. 2007

Serif.muestak@gmx.de


M. Þerîf Mûþtak

Serif.muestak@gmx.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=497