DEWLETA TÝRK Û APOCÎ DÎSA DÝXWAZÝN BÝ YA XWE BÝKÝN


DEWLETA TÝRK Û APOCÎ DÎSA DÝXWAZÝN BÝ YA XWE BÝKÝN

Kurdistaniyên hêja !

Ezê di vê gotarê de nema îdîa bikim ku jehrkirina Abdullah Ocalan raste an ne raste. Çimkî Apociyan heta niha pir tiþt gotine, îdîa kirine, lê mixabin li îspatê negeriyane û îspat nekirine. Tenê îdîa ji bo siyaseta xwe bi kar anîne û Kurdên belengaz berî kolanan dane û di dawiyê de ji bilî ewqas enerjî û keda mirovan sifir di dest de sifir maye.

Min berê jî di gotareke xwe de li ser îdîayên PKKê û rêxistinên wan yên din, li ser jehrkirina gerîla ji aliyê Tirkan ve wiha gotibû:

  • Bi rastî ev ne cara pêþîn e, ku ji aliyê Kongira Gel – PKK ve tê gotin, ku gerîlla bi çekên kîmyewî hatine kuþtin. Ev mijar wisa rast be – ev yek bi temamî jî mantiqê dewleta Tik e – ev mijar dikare di warê siyasî de roleke gelek mezin di mehkumkirina Tirkiyê de ji aliyê bîr û raya navneteweyî de bilîze.

    Tenê divêt ev mijar ji aliyê hin doxtor û rêxistinên navneteweyî ve bête îspatkirin; divêt termên gerîllayan ji aliyê van kesên pispor ve bê kontrolkirin. Va ye termên hin gerîllayan diçin Silêmaniyê, Mehabadê, Efrîn û Kobanî.

    Heger li Bakur qet nebe, divêt li van cihên din mimkin be, ku doktor raporên wisa bidin û bêjin : Ev term bi encama çekên kîmyewî hatiye kuþtin. Gelo çima Kurd girîngiya vê mijarê heta niha nasnakin. Heger ev yek bête îspatkirin, mirov dikare serdarên Tirkiyê bikiþîne pêþîya Dadegeha Den Hagê. Mirov tenê bi gotinan nikare kesî îqna bike, divêt îspatên wê jî hebin. Heger Kongira Gel – PKK û an jî malbatên gerîlla li ser vê mijarê nexebitin, dê hingê ev îdiaya li hewa bimîne. Divêt di vê mijara komkujiya kîmyewî de pêwendî bi rêxistina doxtorên sînornenas li Firansayê bêye çê kirin.

    Çavkanî malpera PENa Kurd :
    http://www.pen-kurd.org/kurdi/fuatakpinar/amed-sere-kerkuk-dile.html

    Niha heger rast be ku dewleta Tirk jehrî dabe Abdullah Ocalan wê hingê pirsgirêk êdî ji qalibê siyasetê derdikeve, dikeve çerçova mafê mirovan ku ti kes vê mijarê napejirîne. Wek min li jor jî got, mantiq ne dûrî mantiqê dewleta Tirk e, lê delîl û îspatên ku heta niha hatine pêþkêþkirin wê baweriyê nade mirovan ku ev bûyer rast be.

    Bi raya min di binê rastiyê de tiþtekî din heye. Wek tê zanîn Abdullah Ocalan êdî roj bi roj rola xwe di nava gelê Kurd de (li her çar perçên Kurdistanê) wenda dike. Sedema wê jî ew bixwe ye. Çimkî ew bi gotina dewleta Tirk radibe û rûdinê, ku tevgera Kurd tar û mar bike. Çimkî ew mirovekî tirsoneke, dixweze bi xizmeta xwe ji dewletê re alîkar be ku dewleta Tirk wî nekuje. Dewleta Tirk jî naxweze kontirol ji destê wî here. Çimkî dewlet bawere ku heta kontirol di destê Apo de be, hefsar jî di destê wan de dimîne. Lê gelê Kurd êdî her tiþtî dizane û dê hemû pilanên dewletê û Apo pûç bike.

    Almanya, 09. 03. 2007

    FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

    fuadsipan@yahoo.de

    Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





  • Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

    Bo vê nûçeyê navnîþan:
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=502