EZ JÎ KURD ÝM !! LÊ TENDURISTÝYA APO NE YA MÝN E JÎ !!



EZ JÎ KURD ÝM !! LÊ TENDURISTÝYA APO NE YA MÝN E JÎ !!



Di jiyana milletan de pir caran WÊREKÎ û ‏‏dengê zelal û bêtirs û bi bilindî ji zanyariyê jî Bêwîstir û bi sûdtire !!

Ev demeke ku layingirên PKK ê bi duriþmeke DÝRÝNDE û SEQET dîsa dest bi çalakiyekê kirine ew jî ev e : ” tenduristiya APO tenduristiya gelê Kurd e ” !!

Ma gelo dema tenduristiya gelekî bi tenduristiya kesekî ve girêdayî be ! ! Ma ew nayê wateya ku mirina wî kesî jî mirina wî gelî ye ? Îcar ev duriþme çiqasî barûte ye ?


Û xeþîmiya kesên li piþt wê diyar dike ! Yan jî dîmoxaciya wan ku dixawzin pê millet bixapînin û girêdayî xwe û nezaniyê bi çi buhayî be bihêlin berz dike ?

Dema hebûna milletekî bi hebûna kesekî ve girêdayî be ma wê gavê ew gel ne beramberî qirkirineke xwezayî ye ? Û têkçûna wî nêzîk û li serê sikakê ye ! ? Îcar ev duriþme dîsa çendî mîrat û bêbext e ? !

Li gorî dîroknasan milletê Kurd ev bêhtirî 3000 - 4000 hezar sal in ku hebûna xwe dûmandiye ! Îcar di nav wan salan de çendîn kesatiyên Kurd yên zana û qehreman hem xwezayî û hem bi kuþtinê jiyana xwe winda kirine ? Lê dîsa jî vî milletê gewr e temenê xwe pêþve biriye û gihandiye vê serdemê.

Îcar ev çi hewar hewara vala ye ku li dar xistne ?

Ji dîroka nêzîk, ma APO ji MALBATA BEDIRXANIYAN, Þêx Mehmûdê Hefîd, þêx Seîd, Simko, Qazî û Barzanî ku tev îroj ne li nav me ne, ma ew ji tevan berztire ema em li herkeskî li gorî dema wî lê binerin ? Çima tenduristiy û mayina gelê Kurd bi koç kirina wan nemiran ji nav me têk neçû ? !

Êdî þerm e dev ji vî gelê perîþan berdin û bese pêþeroja wî li ber wî rewrewkî bikin û wî mijûlî kêþeyên bê wate û kesperestiyê bikin ! !

Di çerxa îroyin de millet hebûna kes diparêze ne kesatiya kes millet li pê dihêle. Helbet kesatiyên ramyar bawndora xwe li dîrokê dikin, bêhtir di dema berê de. Lê îroj dem dema pisporî û MÛESSESATA ye, yanî dem nema dema efsanwarî û sûppirmana ye !

Kurd her hebûn û her wê bimînin û ew hebûn ne girêdayî îdyolojiyên þimûlî ( tevayî ) ye ! Sofîtî û parastina kesheziyê û tekkesiyê binpê bû ye û ji xwe berê jî xwehezan bi îdyolojiyên tevayî jiyana milletan serûbinî hev kirine û mînakên nêzîk : Stalîn, Hîtler, Mao, Franko, Çawçîsko, Markos , Polpot, Esed û Seddam li ber çavan in !!!

* * *

Ingilistan, 11. 05. 2007


Têbînî :
1 - Mirovên girtî kî bin yan ji ber çi sedmê girtî bin gereke mafên wan yê mirovane binpê nebin û danûstendin li gel wan pêwîste di çarçeva peymana mafê mirova de be !

2 - Berî demekê nameyke elktronî ( E - Mail ) bi zimanê Erebî ji min re hat ku tê de gef li min hatibûn xwarin ku gereke ez êdî li hember PKK ê û serokê wê bêdeng bim û devê xwe bigirim, yana ew ê bi ” ÞÊWEYIN DIN ” nêzîkî min bibin û li jêra wê ( LÎNKA )

Malpera Hêza Parastina Gel heye ! Min ew li ser sêlikekê parastiye û kopiyek jê radestî polîsê Ingilîzî kiriye ! Bila TEVGER Û REWÞENBÎRÊN Kurd jî haya wan bi taybet li Rojava ji wê gefxwarinê hebe!! Û ev gotara min jî bersiva wê gefê ye ! !

Bala xwe bidê nê ew li gel Tirkên FA‏‏ÞÎST di agir bestê de ne lê gefan ji nivîskarekî Kurd re diþînin ! !


Mervanê Keleþ - Ingilistan, 11. 05. 2007
Nivîsa : Mervanê Keleþ
Dema weþana dawîyê : 23. 06. 2007
Ev nivîs ji alîyê Tirkên hov hati bu paxiþkirin


Mervanê Keleþ

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=511