DADÝGEHA ALMANYA AZADÝYA KALÊ 69 SALÎ RAPÊÇANDÝYE ( XESÝP KÝRÝYE )

Yan Kurdistan ! Yan Neman !



DADÝGEHA ALMANYA AZADÝYA KALÊ 69 SALÎ RAPÊÇANDÝYE ( XESÝP KÝRÝYE )

Kurdistaniyên hêja !

Polêsên istixbarata bajarê Münchenê di roja 05.07.2007an de nivîskarê Kurd Haydar Iþik binçav kir û dadigeha bajarê Münchenê jî rojekî þûn de mamoste Haydar bi endametiya Kongra-Gel tawanbar kir û ew þande zîndanê. Wek tê zanîn PKK di sala 1993an de ji aliyê wezareta Almanya ya hundir ve hate qedexkirin. Ev bû 13 sal ku li ser PKKê qedexe berdewam e û PKK ji aliyê istixbarata Almanya ve tê teqîpkirin. Heta niha bi deh hezaran Kurd li Almanya hatine binçavkirin, zîndankirin û cezakirin.

Bê guman PKKê û rêxistinên dev û dora wan þaþiyên pir mezin li Almanya kirin û mixabin hên jî dikin. Lê heger mirov siyaseta dewlet û hukumetên Almanya bi giþtî þîrove bike, Almanya li hemberî Kurdên li Almanya dijîn û li hemberî gelê Kurd bi tevayî bê hiqûqî û niheqiya herî mezin dike.

Van rojana hukumeta Almanya û piraniya Almanan li ser Xortekî Alman ( Marco W. ) ku di dema tatîlê de li Tirkiyê bi tawanbariya ku keçikeke Îngilîz 13 salî tecawiz kiriye û niha di zîndana Antalyayê de ye, qîyamet rakirin ser pîya. Bê guman ez ne li dij im ku Alman li hemwelatiyên xwe xwedî derkevin, ne xêr, ez pir baþ dibînim û li gel im ku ewropî li hemwelatiyên xwe xwedî dertên. Lê Almanan xwestin goya dersa hiqûqê bidin Tirkan, ji aliyê din ve Almanya durûtiyê dike, hukumet û dadigeha Alman bê hiqûqiya herî mezin kir û kalê 69 salî ku ev çil sale li Almanya dijî, hemwelatiyê Almanya ye, jina wî Alman e û xaniyê wî li ser axa Almanya heye avête zîndanê. Yanê bi kurtayî cihekî ji Almanya pêve ku mamoste Haydar lê bijî nîn e. Loma ew sedemên ku mamoste Haydar pê hatiye tawanbarkirin nayên pejirandin ku dadigeha Almanya azadiya wî xesip bike û wî bixe zîndanê.

Ew tawanbariyên li dijî mamoste Haydar Iþik bê bingeh in. Her kes wî baþ nasdike. Ew ne ew mirova ye ku zerarê bide kesî. Ewî ti kes nekuþtiye, biryara kuþtina ti kesî nedaye, ti kes neþêlandiye. Loma mafê dadigeha Almanya nîne ku yek saniyekî jî azadiya wî xesip bike.

Divêt dadigeha Almanya nivîskarê Kurd di heman demê de ji zîndanê serbest berde, zêde kîn û nefreta Kurdan qezenc neke. Em Kurd dizanin ku hukumeta Almanya dixwaze qenciyê ji dostên xwe yên Tirk re bike, lê divêt dewleta Almanya ti carî ji bîr neke potensiyala Kurda li Rojhilata Navîn ne hindik e, dê îro be, yan sibê be, çerx wê bêye guhertin û Kurd jî bibin xwedî desthilat. Heger Almanya naxweze di demên pêþ de zerarê bide xwe, divêt destên xwe ji nava siyaseta bi kirêt þûn de bikiþîne û êdî Kurdan li Almanya zêde aciz neke.

Heger di nava çend rojan de mamoste Haydar serbest neyê berdan, divêt Kurd bi sed hezaran herin pêþiya zîndana ku ew têde ye. Va ye ev derfet heye ku Kurd hukumeta Almanya li ser zîndankirina kalê 69 salî bilerizînin. Ez bangî hemû rêxistinên Kurdan li Almanya dikim ku li azadiya mamoste Haydar xwedî derên û ji bo wî çalakiyên bi aþtiyane bi sed hezaran amade bikin. Heger ev derfeta baþ bêye bikaranîn, dê ji istixbarat û dadigeha Almanya re wisa ne hêsan be êdî Kurdên bê sûc û guneh zîndan bike. Hukumeta Almanya jî dê mecbûr bibe ku li ser siyaseta xwe ya li hemberî Kurdan guhertinan çêbike.


Çavkanî malpera Polêsê herêma Bayern ( München )

http://www.polizei.bayern.de/muenchen/news/presse/aktuell/index.html/45215



Almanya, 12. 07. 2007


Wêneyê : FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=513