HÝLBÝJARTÝN

Yan Kurdistan ! Yan Neman !



HÝLBÝJARTÝN

Çiqas pir kesan bawer nedikir ku hilbijartin di 22.07.2007an de çêbibe, ( çimkî generalên Tirk bi sed hezaran leþkerên xwe birine ser sînorê Baþûrê welatê me, her roj gundan bombebaran dikin û bi provokasyonan dixwezin þer derînin, êriþî Kurdistana azad bikin ) di dawiya dawîn de hilbijartin çêbûn û partiya AKPê ji hilbijartinên berê xurtir derket, dîsa dikare bi serê xwe bibe desthilata sivîl.

Ne hêjaye ku mirov li ser muxtira generalan û meþên Tirkan yên faþîstane bisekine. Jixwe hêviya wan ji hilbijartinan ew bû ku di hilbijartinan de bi ser kevin. Lê hilbijartin ji wan re bû hezeyan.

Min berê nivîsî û nêrîna min ew bû ku Kurd hilbijartinan boykot bikin. Çimkî ez bixwe êdî ti manê, ti watê têde nabînim ku Kurd bi sonda li ser þeref û namûsa Tirkan di parlamena Tirkan de siyasetê bi navê Tirkitiyê bikin. Helwesta Tirkan li hemberî Kurdan eþkere ye û ez bawer nakim ku di demên pêþ de bi çend parlamenterên DTPê helwesta Tirkan bêye guhertin. Heger ew parlamenterên DTPê ne li gorî rê û rêbaza wan tevbigerin dê Tirk dîsa wek berê bi paskura wan bigirin û biavêjin zîndanê. Çimkî desthilatiya sivîl çiqas jî xurtbe dê generalên Tirk rê li pêþiya wan bigirin. Heger mirov siyaseta Tirkiyê baþ analîz bike, kesekî wek Adnan Menderes di dîroka Tirkiyê de di hilbijartinan de ji sedî 50 prosentî berjortir deng negirtiye. Ji ber ku ew li dijî generalan bû û hevsarên generalan xiste bin destê siyaseta sivîl, di dawiya dawîn de bi canê xwe bedel da.

Bê guman dem û dewran pir hatine guhertin, lê rêya vê dem û dewranê di Tirkiyê re derbas nebûye. Hetanî gule di mêjûyê generalanên Tirk de neteqe, canê generalên Tirk neêþe û ew ji vê rewþa niha zerarê nebînin dê zilm û zordariya xwe berdewam bikin. Generalên Tirk kuþtiyên leþkerên xwe, zarokên Tirkan û Kurdan ji xwe re wek qurban dibînin, ne talaþa wan e ku rojê çend zarokên Tirk têne kuþtin.

DTP çiqas bi van mepûsên xwe þa bibe, ev ji bo Kurdan li Bakur serkeftin nîne. Kurdan bi deh hezaran qurban û þehîd dane. Divêt bedela ewqas þehîdan ne çend parlamenter bin. Divêt tevgera Kurd vê rastiyê bibîne ku ne partiya CHP û yên din deng wenda kirine, wan jî wenda kir, çimkî li Bakurê Kurdistanê ji sedî 50 dengan zêdetir ji partiya AKPê re çûn. Ez bixwe vê bûyerê ji bo Kurdan li Bakur wendabûn dibînim, ne serkevtin.

Almanya, 24. 07. 2007


Wêneyê : FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=515