KURDÊN BI ÞEREF ? Û KURDÊN BÊ ÞEREF ? Û ÞAÞIYÊN MEDYAYA PKK Ê

FÛAD SÎPAN
(FUAT AKPINAR)

Almanya, 25.12.2003



Xwendevanên hêja! Ez bawer dikim, ku ser nivîsê bala we kiþand, çima kurdên bi þeref? Û Kurdên bê þeref.?

Ez loma dixwezin vê babetê gengeþî bikim, çumkî ev çend sal e di bernameyên Med-TV, Medya-TV û ev demek e, ku di Radyoya Mezopotamya de jî, êdî gelek caran kesên telefon dikin, ji bilî gotinên vala û siloganan di dawî de wiha dibêjin, “em kurdên bi þeref û bi namûs silav dikin”. Û hin caran jî ji kurdên li ber çavê wan bê þeref in? re jî çêran dikin.

Ev mantiqa ku “Kurdên bi þeref? Û Kurdên bêþeref?” di desetpêkê de ji hin kesên di nava PKK de bi desthilat in di Med-TV û Medya-TV de hate avêtin. Ev mantiqeke pir erzan e, ku zerara wê ji kurdan re heye, loma divê Kurd dûrî vê mantiqê bimînin û dev jê berdin. Çumkî mirovên vê mantiqê diparêzin, tenê xwe bi þeref dibînin. Loma ew kesana wisa dibêjin. Kurdên vê mantiqê diparêzin û dibêjin, “em kurdên bi þeref û namûs silav dikin”. Ne diyar e jî ku ew çiqas bi þeref in? Gengeþiyek wiha, ne hêsan e, paþê dê derketin ji vê gengeþiyê pir zehmet be. Loma divê, Kurdên ku xwe bi namûs? Û bi þeref dibînin, dest ji vê mesela þaþ, ku dawiya wê pir xetere ye berdin.

Kesên dibêjin, “Kurdên bi þeref? Û yên bêþeref?”, dubendiyê jî dikin nav kurdan û êdî mafê wan jî namîne, ku ew qala sî an jî çil mîlyon Kurd bikin û bêjin, hejmara Kurdan ewqas mezin e. Çumkî mantiqa ku ew diparêzin, tenê xwe xwediyê Kurdistanê dibînin.

Bêguman dijminên kurdan ji kêmasiyên wan baþ îstîfade kirine û hejmareke ne kêm ji kurdan ji bo berjewendiyên xwe baþ bi kar anîne û hên jî tînin. Lê divê dîsa jî þaþiyeke wiha bê mantiq neyê kirin û di pirsa Kurd û Kurdistanê de, dûr û dirêj hêsab bêye kirin.

Divêt þoreþa baþûrê Kurdistanê di sala 1991ê de ji hemû Kurdan re bibe mînak. Berya sala 1991ê bi sed hezaran caþên bi Saddam re kar dikirin hebûn. Van caþana di 91ê de refên xwe guhertin û ketin nava þoreþê. Eger partiyên Baþûr mantiqa “kurdên bi þeref? Û yên bê eref?” Biparêstana, dawiya wê wê biba felaketeke pir mezin. Kurdên ji dijminan re kar dikin, rojekê dê rastiyê bibînin û refên xwe biguherînin; divê derî ji wan re jî vekirî be. Lê gava di destpêkê de gengeþiyeke wiha xeter û bê mantiq li ser “Kurdên bi þeref? Û Kurdên bê þeref?” Bêye kirin, dawiya wê ji bo kara kurdan nîne. Dijminên gelê me her dem ji vê mantiqê û ji qelsiya Kurdan îstîfade kirine. Divê Kurd êdî bi aqilê xwe tevbigerin, ne bi hîsên xwe. Û divê siyaseteke wisa bêye ajotin, ku ew kurdên ji bo berjewendiyên dijminan kar dikin, rojekê bixwe fedî bikin. Gengeþiyeke wiha, “kurdên bi þeref? Û yên bê þeref?” dê dijminên kurdan dîsa jê îstîfade bikin.

Hewceyê gotinê ye, ku çend gotinan li ser daxwaza temaþevanên Medya-TV û guhdarên radyoya Mezopotamya, ku hin caran bi rêya telefonê di bernameyên zindî de daxwaz dikin, ku stranên hozanê gelê Kurd ÞIVAN PERWER jî bibihîzin bêjim. Çiqas þerm û fedî ye, ku pêþkêþkerên (moderatorên) ji bernameyên zindî berpirsiyar in, ji vê daxwaza kesên bi rêya telefonê di bernaman de beþdar dibin, wiha dibêjin, “li me biborînin, kaset û CD-yên ÞIVAN PERWER li ba me tune ne“. Ez ji pêþkêþkerên di bernameyên zindî de pêþkêþkeriyê dikin tiþtekî nabêjim, çumkî ew mahkumê siyaseta kesên der mafên Medya PKKê de berpirsiyar in û loma mecbûr in, ku bi gotinên derew bêjin, ku kaset û CD-yên ÞIVAN PERWER li ba me tune ne.

Ev ambargoya li ser Þivan Perwer biryareke siyasî ye. Dijminên gelê Kurd jî ji dengê Þivan Perwer ditirsiyan, hên jî ditirsin û nahêlin, ku stranên wî bêne strandin.

Ewên ku ambargo dane ser dengê Þivan Perwer, nikarin di pêþerojê de hêsabê vî sûcî bidin. Çumkî Þivan Perwer dengê Kurdistan e, çumkî Þivan Perwer perçek ji dîroka Kurdistan e, çumkî Þivan Perwer yek ji wan e, ku hîmê kevirê stûna tekoþîna tevgera Kurdistan e. Ji ber ku Þivan Perwer rast e, dirist e û ji ber ku Þivan Perwer nikare derewan bike û ji ber ku Þivan Perwer li dijî koletiyê ye û naxwaze bibe kole, loma li ser stranên wî ambargo heye û ev ambargo jî ambargoya dijminan nîne, ya kurdan e.


Belê Þivan Perwer bûye êþriþa ambargoya wan kesên qala azadî, demokirasî, biratî, medenî û þaristaniyê dikin û ew kesên daxwaz dikin, da ku qedexe li Kurdistanê li ser stranên kurdî û navên kurdî rabe.


Ev çi? Tofan e, ev çi rûreþî ye, ev çi? Þerm e û ev çi fedî ye, ku bi destê kurdan têye serê kurdan.






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=70